Li Amedê civîna 'Rêya Aştî: Bîr û Edaletê'

Dayîka Ûgûr Kaymaz Makbule Kayma ku ji civîna ÎHD'ê ya 'Rêya Aştî: Bîr û Edaletê' re peyamek şand û got: “Aştî dê ji bo hemû kesî baş be.” Dayîka Eren Bulbul Ayşe Bulbul jî got: “Ez nikarim qebûl bikim ku dayîkên din zarokên xwe winda bikin.”

Amed – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) malbatên leşkerên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, malbatên windahiyan, malbatên kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, qurbaniyên Komkujiya Roboskê û malbatên endamên PKK'ê di civîna bi sernavê 'Rêya aştiyê: Bîr û edalet' de anîn ba hev. Civîn li oteleke navçeya Yenîşehîr a Amedê pêk hat û Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal û akademîsyenên aştiyê amade bûn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Ercan Yilmaz got: “Rêxistinên civakî yên sivîl bi salan e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşin. Bi taybet di pevçûna 40 salî de me xwest em bi kesên mijara tundiyê yên hatine jiyîn re bên ba ev. Hêvîdarim ev xebat wê bibe wesîleya aştiyê.”

Di civînê de Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û wiha got: “Komeleya Mafên Mirovan di sala 1986'an de di pêvajoyeke bi êş de ava bû. Yekemîn komeleya ku piştî darbeya 12’ê Îlonê hat avakirin e. Di salên 1990'î de bi qetilkirina Vedat Aydin re serdema kuştinên kiryar nediyar dest pê kir. Piştre pêvajoyeke gelekî bi pevçûn û bi êş destpê kir.”

Eren Keskîn anî ziman ku her tim xwestine hevdîtineke bi vî rengî pêk bînin lê bi ser neketine û go: “Yekemcar em ê bibin şahidê êşên hev. Em dikevin pêvajoyeke nû. Weke parêzvanên mafên mirovan me timî daxwaza bêçekbûyînê kirin. Aliyekî şer ragihandiye ku çeka xwe datîne. Gelek berpirsyariyên me jî hene ku em li ber xwe bidin. Pêşî pêdiviya me bi rewşek aram heye. Di vê jîngeha nakok de mirovên herî nêzî xwe winda kirine. Ez dixwazim bi peyama du dayikên ku di vê pevçûnê de yên herî nêzî xwe winda kirine dest pê bikim.”

Bi salan e ez barê herî giran hildidim ku dayîkek dikare hilgire

Eren Keskîn peyama dayîka Ugur Kaymaz ê di 21 'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê tevî bavê xwe hatibû kuştin, Makbûle Kaymaz xwend.

Peyama Makbule Kaymaz wiha ye: "Beriya her tiştî ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê ez lêborîna xwe dixwazim ku nekarim bi we re bim. Weke dayîkeke aştiyê ez ji dil spasiya her kesî dikim ku ev konferansa watedar lidar xistin û tevkarî lê kirin. Ez her kesên amade silav dikim û hemû malbatên şehîd ên êşa wan di dilê wan de hildigirin bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Ez hemû zarokên me yên jiyana xwe ji dest dane bi rehmet û bêrîkirinê bi bîr tînim.

Ez dayîkek Kurd im. Min kurê xwe di 12 saliya xwe de tevî bavê wî bi 13 guleyan winda kir. Min êşa xwe bi hembêzkirina gorên wan mezin kir. Bi salan e ku ez barê herî giran hildidim ku dayîkek dikare hilgire. Lê ji bo ku ev êş nekeve dilê dayîkên din li vir im. Ez li vir li rêyên jiyana bi hev re ya ji bo aştiyê digerim. Em êdî naxwazin ne li Kurdistanê ne jî li ti deverên din ên Tirkiyeyê zarok bên kuştin. Em naxwazin dilê dayîkeke din bişewite, ne jî zarokek di gorekê de mezin bibe. Me zarokên xwe winda kirin, lê em naxwazin hêviyên xwe winda bikin. Em êdî ne rondikên çavan lê ji bo edalet, wekhevî û aştiyê dipirsin. Ji ber ku aştî wê ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Eren Keskîn peyama dayîka Eren Bulbul ku di sala 2017'an de di pevçûna navbera PKK'ê û leşkeran de jiyana xwe ji dest da, xwend.

Ez piştgiriyê didim aştiyê

Peyama Ayşe Bulbul wiha ye: “Ez hemû beşdaran silav dikim. Ji ber nexweşiyê bijîşk destûr neda ez rêwitiyê bikim. Ji ber vê yekê ez nav we de nîn im. Ez piştgiriyê didim aştiyê. Kurê min şehîd ket. Ji bo dilê dayîkên din jî neşewite ez di rêya dewlet û gel de dimeşim. Di bedena kurê min de 17 gule derketin. Ev çend cejn in bê Eren derbas dibe. Ez naxwazim dayîkên din bêyî zarokên xwe cejnan derbas bikin. Ez van hestên xwe ji hemû beşdaran re parve dikim. Ez hêj telefona bi tuş a Erenê xwe bi kar tînim. Ez wê xebata we pir bi nirx dibinim. Bila dayîkên din zarokên xwe winda nekin. Ma ez aştiyê neparêzim ez ê çi biparêzim!”

Eren Keskîn diyarkir ku êşa herdu dayîkan jî dişibe hev û got: “Hevîdar im ji vir û pê ve em ê behtir ji êşên hevdu re şahidiyê bikin, ger em hevdu fêm bikin, em ê vê pêvajoyê bigihînin encamê.”

Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban got: “Me careke din dît ku hestên dayîkan yek in. Me careke din girîngiya tevahiya Tirkiyeyê fêm kir û yên dewletê bi rê ve dibin jî bi vê dizanin.”

Daneyên 1992-2024’an hate parvekirin

Huseyîn Kuçukbalaban daxwaza ku ev pêvajo veguhere aştiyê anî ziman û li ser "Mafê Aştiyê" axaftinek kir. Di vê çarçoveyê de, endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Husnu Ondul ê ku di 17’ê Kanûna 2024’an de jiyana xwe ji dest da, Kuçukbalaban ê di sala 1991-2024an de li ser daneyên ÎHD'ê ev agahî parve kir: "36 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji vana 26 hezar û 955 milîtan, leşker an jî polîs bûn, 30 hezar û 500 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di pêvajoya pevçûnê de têkildarî pirsgirêka Kurd 9 hezar û 454 sivîl hatin qetilkirin û 2 hezar û 514 gund hatin valakirin. Di navbera salên 1990 û 2023'an de 3.052 cînayetên kiryar nediyar pêk hatin. Di encama înfazên bê daraz de 3 hezar û 356 kes hatin qetilkirin. Hejmara gorên komî yên hatine vekirin 31, hejmara gorên komî yên tê îdîakirin 249 e û hejmara giştî ya goran 280 e û tê texmînkirin ku 4 hezar5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Wezareta Parastina Neteweyî ya piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an 42 hezar û 639 kes bûn. Ev hejmar di warê windahiyan de ne gengaz e, astengkirina winsabûna canên nû gengaz e.”

Ji bo aştî mayînde bibe divê em li hev bicivin

Di civînê de axaftvana dawî Dilxwazê Ragihandina Bê Şîdet Vîvet Alevî bû û wiha got: “Êşên hatine jiyîn civak parçe kiriye. Dibêjin taxa me û taxa wan. Tişta herî girîng a ku me winda kir, pêwendiyên me yên bi hev re ne. Ji ber vê yekê peyvên yekîtî û hevgirtinê wateya xwe winda kirine. Lewma divê em nîqaş bikin bê em çawa dikarin li hev bicivin. Divê pêvajoyek were meşandin ku aliyên ku dijminatiyê dikin û fikrên hev ti carî qebûl nakin, bêyî sansurê bên cem hev û êşa di dilê xwe de bînin ziman, aliyê din jî wan serpêhatiyan dibihîze. Êdî em nikarin bi mirovên ku çîrokên wan guhdarî kirine re bibin dijmin. Ji bo aştî mayînde bibe divê em li hev bicivin.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.