Li Şikefta Casenê hemû cîhan bû şahidê zayîneke nû – ÇAVDÊRÎ

Gerîlayên PKK’ê yên ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan merasîma şewitandina çekan li dar xistin, bi agirê çekan, mizgîniya zayîneke nû dan.

JIYAN EKÎN

Silêmanî – Di pirtûkên kevin de tê gotin ku jiyan ji ax, av û agir çêbûye. Agir; weke ji nû ve çêbûna gerdûnê tê pênasekirin. Agir enerjiyek e û dema ku vedimire vediguhere rewşeke nû ji nû ve xwe didomîne. Ji bo Kurdan jî ji berê heta niha agir, pîroz hat dîtin. Agir weke asta herî bilind a zanîn û başiyê hat şîrovekirin. Li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê, şewitandina çekan ‘jiyan û zayîneke nû’ nîşan da.

Piştî banga bi vîdeo ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Tîrmehê de hat weşandin, Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîma şewitandina çekan li dar xist. Her kêliyeke vê merasîmê, xwedî hûrguliyên cuda bû. Merasîma ku li gorî hinekan sade, li gorî hinekan xwedî wateyên kûr bû, her gavek ku hat avêtin xwedî serpêhatiyek bû.

Mizgîniya pêvajoya li pêşiya me

Gerîlayên ku 15 ji wan jin 15 jî mêr bûn, ji derenceyên ku heta Şikefta Casenê diçin yek bi yek daketin; çekan teslîm nekirin. Bi peyameke cuda çekan şewitandin. Dîmenên ku hemû cîhanê dît, weke gaveke krîtîk a pêvajoyê ku ji bo bidawîbûna pavçûnan bi îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat avêtin cihê xwe girt. Kesên ku li merasîma şewitandina çekan temaşe kirin, weke mînaka çûka sîmûrgê bûn şahidên zayîneke nû. Weke çûka sîmûrgê ya bi berxwedan û nûbûn, ji xweliya xwe ji nû ve diafire, gavên nû yên siyaseta serdema nû ku divê çawa û bi çi rengî be, hatin avêtin. Şewitandina çekan, ne dawî, berovajî wê bi zanîneke ji agir, bû mizgîniya pêvajoya li pêşiya me.

‘Em bi hêza xwe ya kolektîf bawer in’

Di daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk de bi gotinên; “Em dizanin, heta niha tu tişt hêsan, bê bedel û têkoşîn çênebûye. Berovajî wê her tişt bi bedêlên giran ên ku her roj hatine dayîn, bi têkoşîneke mezin hatin bidestxistin. Bêguman ji niha û pê ve jî dê têkoşîneke zor hebe. Em vê rastiyê pir baş dizanin, li ser vê bingehê ji bo serkeftinên nû, destkeftiyên demokratîk, em ji fikir û paradigmaya Rêber Ocalan ji dil û can bawer dikin, baweriya me bi me û hevalên me, bi hêza me ya kolektîf heye” pêvaojeyeke zor a zayînê hat vegotin.

Şikefta Casenê û sembola berxwedanê

Bêguman Şikefta Casenê tesadufî nehatibû tercîhkirin. Ev şikefta ku xwedî dîrokeke kûr e bûbû cihê berxwedêran. Di sala 1923’yan de Şêx Mehmûd Berzencî yê ku li dijî mêtinkariya Îngilîz serî rakir û ji êrîşên hewayî reviyabû, xwe spartibû vê şikeftê. Şêx Mehmûd Berzencî, li Başûrê Kurdistanê serokatiya serhildan û şoreşê dikir. Nehiştin dewleteke Kurd ava bike. Ji ber vê yekê Şikefta Casenê li herêmê cihekî xwedî bîra civakî û mîrasa çandî tê dîtin.

Besê Hozat pêşengî kir

Serkêşa gavên meşa ku ji bo jiyana nû hatin avêtin, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bû. Ji Koma Aştî û Civaka Demokratîk re jinek pêşengî kir. Beşe Hozat dema li ser navê komê daxuyaniyê xwend, di heman demê de axivî. Di axaftina xwe ya kurt de bal kişand ku beramberî vê gava ku hatiye avêtin divê pêvajo bi gavên hiqûqî û makezagonî bidome. Besê Hozat a ji gundê Taner ê Hozata Dêrsimê ye, ji nava 9 xwişk û birayan a 7’an e. Besê Hozat di 16 saliya xwe de tevlî PKK’ê bûye.

Nasnameya wê hat eşkerekirin

Besê Hozat di salên destpêkê de li bejahiya Dersimê ma. Salek piştî wê xwişka wê Nuray Oran tevlî PKK’ê bû û di sala 1997’an de di pevçûnek de jiyana xwe ji dest da. Dûre derbasê Qendîlê bû. Nasnameya Besê Hozat a ku di serî de xebatên jinan, di gelek waran de xebitiye: Ev 31 sal in şervaniyê dike, piştî merasîmê hat eşkerekirin. Besê Hozat di sala 1978’yan de hatiye cîhanê, di sala 1994’an de tevlî PKK’ê bûye û navê wê jî  katıldığı ve Hulya Oran e.

‘Dê mêtinkarî bi dawî bibe têkoşîna azadiyê qezenc bike’

Besê Hozat di axaftinên xwe yên medyayê de her dem balê kişand ser têkoşîna azadiya jinan û diyar kir ku di civakê de kolekirina jinan, ji aliyê dîrokî ve, bûye sedema pirsgirêkên civakî û çînî yên berfireh. Besê Hozat her dem bal kişand ser girîngiya bîra dîrokî, xwest bi Komkujiya Dêrsimê re hevrûbûn çêbibe. Di Kongreya 12’an a PKK’ê de bi gotinên; “Em ê bibin milîtanên pêvajoyê” di merasîmê de gotinên wê yên dawî, “Dê mêtinkarî bi dawî bibe, têkoşîna azadiyê qezenc bike” bûn. Agirê ku Besê Hozat ji bo çekan vêxist, îro di dilê her kesê de hêviyê çêkir.