Li Şengalê meşa jinan: Banga hevgirtinê
Di meşa 25ˈê Mijdarê de jinên Êzidî li dijî pergala serdest a bavikslar banga têkoşîna hevpar li jinan kirin.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşek girseyî bi boneya roja têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan lidarxist. Hemû endam û rêveberiyên tevgera azadiya jinên êzidî û rêveberiya xweser ya Şengalê beşdarî meşê bûn.
Di meşê de bê navber siloganên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ hat berzkirin. Di heman demê de wêneyên jinên tekoşer hate hildan.
Meş ji meclisa gel ya Sinûnê ta qada Mam Zekî dewam kir. Li wir daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çavkaniya tundiya li ser jinan zihniyeta baviksalar e û wê bi hêza yekîtiye jinan wê têk biçe.
‘Divê jin zilmê qebûl nekin’
Neam Bedel bang li jinan kir ku li hemberî tundiyê bêdeng nemînin û wiha got: “Divê jin li her derî serî rakin, bindestî û neheqiyê qebûl nekin. Jin li Îran, Iraq û her derê jin têne qetilkirin, divê neyê qebûl kirin û jin serî rakin. Zindanên Îranê tije jin in, em berxwedaniya wan silav dikin. Em jinên ku di nava destên çeteyên DAIŞ’ê de dîl girtî ne silav dikin û doza azadiyê ji wan re dikin. Ji bo azadbûna civakê divê jin azad bibe. Azadiya jin û civakê bi tekoşîna jinan ve girêdayî ye.”
‘Bes e ji tundiyê re’
Neam bedel da zanîn ku azadiya civak û jiyanê bi azadiya jinê ve girêdayî ye ji bo wê jî divê jin serî rakin û zilmê qebûl nekin û wiha got: “Bes e ji kuştina jinan re, bese ji tundiya ser jin û civaka me. Zilam zilma dewlet û destihlatdaran dibîne, tê malê tundiyê li ser jin û zarokan dike. Bes e ji tundiya ser jinan re. Divê zilam riya rast bibîne û fikirê Rêber Apo esas bigre. Fikrê Rêber Apo dibêje wekhevî û hevaltî. Dive ev wekhevî ava bibe di civaka me de. Silavên me ji hemû jinan re heye, divê jin tundiyê qebûl neke û dawî li zilmê bîne. Divê pêşiya jinan neyê girtin û jin li her derê li dijî zilmê yek deng bin û bi silogana jin jiyan azadî jiyan bikin. Silavê me ji Werîşe Muradî û hemû jinên di zindanan de li ber xwe didin heye.”
‘Divê jin hêza zanebûnê mezintir bike’
Endama Meclisa Jin ya Borik Welat Cano peyama xwe bi vî rengî da: “Em tundiya ser jinê qebûl nakin. Hemû jin ji hemû netewan divê serî rakin. Divê jin çek rake, qelemê rakin û xwe di her milî de bihêz bikin û zane bikin. Bindestî ne ji bo jinê ye dive jin vê bizanin. Jin di her beşê jiyanê de cihê xwe digrin û pêşeng in. Rewşa jinên Êzidî berê ne wisa bû, niha bihêzin û zane ne. Ferq di navbera jin û mêran de nîne bila em hemû bibin destek û jiyanê xweş bikin. Li pir cihan mêr dibêjin bila jin ne axive nizane baxive. Mafê jin yê her tiştî heye, divê jin serî rake û ne wekheviyê û zilmê qebûl neke wê serkeftin ya jina be.”
‘Zilma li ser jinan neheqiya dîrokî ye’
Mehran Silêman endama Meclisa Jin ya Sinûnê jî da zanîn ku jin kedek mezin didin zilma li ser jin neheqiya herî mezin e û wiha got: “Armanca meşa me ya îro ew e ku em tundiya li ser jin red bikin û dawî lê bînin. Gelek zilim û zor li ser jinan heye. Jin kedek mezin dide, zarokan mezin dike û perwerde dike, malê birêve dibe û pir karên cûda dike. Em şidetê qebûl nakin weke TAJÊ em li dijî hemû şidetan disekinin û ji bo ku jin rastî tundiyê neyê em piştgiriya hemû jinan dikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.