Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

TAJÊ ji bo girîngiya avakirina komînan û xweparastinê ji bo jinên Êzidî perwerdeyeke du rojan da. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn ji bo rastfêmkirin û avakirina komînan bal kişandin ser girîngiya perwerdeyê.

Şengal – Di pêvajoyeke ku guhertin û veguhertin bi hemû leza xwe berdewam dikin de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) ji bo berdevkên komînên gundên Şengalê û jinên din li Şengalê 2 rojan perwerdeya komîn û xweparastinê li dar xist. Gelek jin beşdarî perwerdeyê bûn. Di perwerdeyê de jinan bi xwe li ser komîn û xweparastinê nîqaş dan meşandin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn nêrînên xwe der barê girîngî û pêwîstiya perwerdeyê ya ji bo jinan de ji ajansa me re parve kirin.

Bi komînan avakirina jiyana hevpar

Dayê Zozan Simo ya salên dirêj e di nava kar û xebatên civakî yên li Şengalê de ye, diyar kir ku komîn ne dûrî Êzidiyan e, berê jî jiyan li ser komînan hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Ev di roj in li ser esasê ku em komînan ava bikin perwerde dibînin. Komîn ne dûrî Êzidiyan in, berê jixwe jiyana me komînal bû. Piştî destê dewletê, maaş ket nav me komînên me rabûn. Niha weke jin em careke din li wê vedigerin. Em dixwazin her tiştî di nava xwe de ava bikin. Berê dema xelkê dexlê xwe kom dikir deh teneke radikir ya yazdemîn ji bo xêrê belav dikir. Jinek ger hevjînê wê nebûya û xwedî zarok bûya palehî dikir, dema para xwe dianî malê jî hemû jinên cîran alîkariya wê dikirin da ku wî genimî bişîne aşê. Debara zarokên xwe wisa dikir. Kî çi hebûya bi ya din re parve dikir. Berê em komînal bûn û niha jî em jê ne dûr in.”

Bihevrebûna di xweşî û nexweşiyan de

Dayê Zozan armanca vê perwerdeyê wiha tîne ziman: “Ev du roj in em perwerde dibînin û armanc dikin bi van perwerdeyan xwe bigihîjînin wê jiyana komînal. Nabe em bibêjin, jixwe maaşê min heye, bila cîranê min birçî be. Ger tiştekî min hebe divê cîranê min jî were bîra min. Ez jî bikaribim tiştekî bidimê. Berê me gelek tiştên xwe taqas dikir. Me tirî û hejîr bi genim û ceh re diguherand. Ji bo gund tenûrek lazim bûya çar pênc jin kom dibûn û çêdikirin. Bi ser hev ve diçûn, xêrxwazên hev bûn. Em jî dixwazin careke din li cewhera xwe vegerin. Em êşa hev bikşînin. Ger ez bibînim jinek di rewşeke nebaş de ye, di bin zexta hevjînê xwe de ye divê ez wê jinê hîs bikim û bibim alîkar.”

Mînaka komînalîteya di nava Êzidiyan de maye jî wisa vedibêje: “Piştî fermanê korona hat vê derê jî. Li gundê me Guhbel gelek însan pê mirin. Gelek mal bi hemû kesên xwe ve bi korona ketin. Kes nediwêrî biçe ba hev. Di wê demê de me bi dehan beroş xwarin, nan û tiştên din amade dikir û me didanî ber deriyê wan kesên bi korona ketine. Ger wê demê em bi hev nerabûba wê bi dehan kes bi rezîlî miriba. Em dixwazin vê hesta di navbera me de hîn xurttir bikin.”

‘Em ê encamên perwerdeyan ji jinên din re jî vebêjin’

Li gorî nêrîna Dayê Zozan Simo divê her dem ev perwerde hebîn û wiha axaftinên xwe bi dawî dike: “Ger beriya fermanê jî em perwerdekirî bûna me yê nehişta ev ferman bi serê me de bê. Ji gelek deverên Şengalê dayîk û keçên ciwan beşdarî vê perwerdeyê bûne. Kombûna me ya vê derê jî komînek e. Divê ciwan jî zêdetir beşdarî van perwerdeyan bibin. Bi van encamên ku me ji perwerdeyê derxistiye em ê biçin nava gelê xwe, nava jinan û ji wan re jî vebêjin. Da ku em bikaribin hev mezin bikin, ji hev hez bikin. Îro ne tenê li Şengalê li her cihê ku jin lê ne divê em li derdora komînan kom bibin û alîkariya hev bikin.”

‘Perwerde ji bo her kesê pêwîst e’
 

Dayê Tewrê Hisên jî got: “Ev du roj e em perwerdeya komîn û xweparastinê dibînin da ku bikaribin bi xwe gundê xwe biparêzin, tifaqê di navbera xwe de ava bikin. Em ê bi van komînan bikaribin pêwîstiyên gundê xwe bi cih bînin. Em ê jinan bînin gel hev, li dijî kuştina keç û xortên xwe têbikoşin. Perwerde ji bo her kesê pêwîst e. Bi perwerdekirinê fikir diguherin. Ji bo em bikaribin pêşî li tiştên nebaş bigrin divê em ciwanên xwe jî perwerde bikin.”