Li Şengalê çalakiyên 4’ê Nîsanê

Bi pêşengtiya TAJÊ ji bo 4’ê Nîsanê li Şengalê belavokên ku di nav de nameya Abdullah Ocalan a ji bo jicava Êzidî cih digire hatin belavkirin.

Şengal – Bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê çalakî destpê kirin. Di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de bi pêşegiya TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) li navenda Şengal û navçeya Sinûn û Xanesorê belavok hatin belavkirin. Di belavokan de peyama Abdullah Ocalan a ku ji bo civaka Êzidî şandibû cih girt.

Jin li Sinûn û Xanesorê dikan bi dikan geriyan û belavokan dan dikandaran. Dikandar jî bi kêfxweşî belavokan girtin.

Têkildarî 4’ê Nîsanê û peyama Ocalan a ji civaka Êzidî re şandibû, jinên Êzidî ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew êdî dixwazin 4’ê Nîsanê bi fîzîkî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pîroz bikin.

‘Mirov hêz digire’

Edûl Şemo 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan û hemû civakên bindest pîroz kir û da zanîn ku ew ji roja 4’ê Nîsanê hêz digirin. Edûl Şemo wiha got: “4’ê Nîsanê rojeke xweş û geş e û însan hêz jê digire. Rojbûna Rêberê miletê bindest e, hebûn û nebûna me bi vê rojê ye. Bi 4’ê Nîsanê re hebûna gelên bindest jî çêbû. Em wek dayikên Êzidî rojeke pîroz dibînin. Di vê meha pîroz de, di meha nîsanê de pîrozkirina vê rojê ji bo me gelek pîroz e.”

‘Ji xeynî Rêber Apo tu kes xwedî li civaka Êzidî derneket’

Di axaftina xwe de Edûl Şemo bal kişand ser nameya Abdullah Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandiye û ev nirxandin kir: “Ji hêla din ve peyama Rêber Apo ku ji bo me civaka Êzidî şandî cihê şanaziyê ye. Di nameya xwe de civaka me, baweriya me, çanda me, zimanê me diparêze, tevî ku di nav çar dîwaran de ye jî civaka me û civakên bindest difikire. Em deyndarê Rêber Apo ne. Derveyî Rêber Apo tu kes xwedî li civaka Êzidî derneket. Ger ne ji fikrê Rêber Apo bûna îro em ne li Şengalê bûna û ferman her li ser serê me dom bikira. Fikrê Rêber Apo li pêş civaka bindest bûye mertal. Lazim e em wek civaka Êzidî, wek jinên Êzidî xwedî li Rêber Apo û 4’ê Nîsanê derkevin. Tevî hemû şert û mercên ku têde ye hê jî civaka Êzidî û parastina wê difikire.”

Edûl Şemo herî dawî destnîşan kir ku dê heta dawî bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî her êrîşan li ber xwe bidin û her li dû fikrî wî bin.

‘Em bi kêfxweşiya peyama Rêber Apo 4’ê Nîsanê pîroz bikin’

Cano Şengalî jî bang li hemû jinan kir ku roja 4’ê Nîsanê li Baxçê Rêber Apo tev li şahiyê bibin û ev tişt anî ziman: “Heta roja 4’ê Nîsanê em ê belavokan belav bikin û nivîsa belavokên me jî ji peyama Rêber Apo yê ji bo civaka Êzidî şandibû hatiye amadekirin. Ez bi taybetî bang li jinên Êzidî dikim ku tev li şahiya 4’ê Nîsanê bibin. Bi rastî gelek dilê me diêşê bêyî Rêber Apo bi fîzîkî di nav me de be rojbûna wî pîroz dikin. Divê êdî Rêber Apo bi fîzîkî di nav me de be û em bi hev re pîroz bikin. Her wiha em ji peyama Rêber Apo gelek kêfxweş bûn û em ê bi vê kêfxweşiyê hîn geştir 4’ê Nîsanê pîroz bikin.”