Li Mexrîbê encamên hilbijartinê hatin ragihandin: 90 jin di Meclîsê de ne

Wezareta Karên Hundir a Mexrîbê, encamên dawî yên hilbijartinên yasadanînê ragihand. Di hilbijartinê de 90 jin bûn parlamenter. Hejmara giştî ya kursiyên jinan, wê piştî encamên hilbijartinên herêmî bê zelalkirin.

Mexrîb – Di hilbijartinên yasadanînê yên li Marokoyê di 23’ê Îlonê de hatin lidarxistin de, beşdariya jinan balkişand. Di hilbijartinê de 15,8 milyon dengdêr hebûn û nêzî ji sedî 46 ji vana,  jin bûn. Her wiha bendawariyên bihêzkirina nûnertiya siyasî ya jinan û zêdekirina beşdariya wan a di pêvajoyên biryargirtina hikûmetê de, derketin pêş.

Piştî ku Wezareta Karên Hundir duh encamên dawî yên hilbijartinê ragihand, dabeşkirina kursiyan a li Meclîsa Nûneran bi dawî bû. Wezaretê diyar kir ku encamên hatine ragihandin û encamên giştî yên demkî yên berê hatibûn weşandin, yek in.

Partiya Rastî û Hemdemî (PAM) bi 97 kursiyan bû yekem, Yekîtiya Neteweyî ya Serbixweyan (RNI) 66 kursiyan, Partiya Îstiqlalê 65 kursiyan û Partiya Dad û Pêşveçûnê (PJD) 54 kursiyan bi dest xistin. Encamên din wiha bûn: Tevgera Gel 29 kursî, Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gel (USFP) 26 kursî, Partiya Pêşveçûn û Sosyalîzmê 19 kursî û Yekîtiya Makezagonî 17 kursî bi dest xistin. Tevgera Sosyal Demokrat û Hevbendiya Çepgir her yek 8 kursî bi dest xistin û Eniya Hêzên Demokratîk û Partiya Wekheviyê jî her yek 2 kursî bi dest xistin. Partiya Demokratên Nû û Partiya Yekîtî û Demokrasiyê jî her yek kursiyek bi dest xistin. Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatine eşkerekirin, rêjeya beşdariya dengan li seranserê welat ji sedî 38.02 bû.

Ji bo jinan 90 kursî hatin veqetandin

Di aliyê nûnertiya jinan a li meclîsê de, herêmên hilbijartinê yên taybet garantî kirin ku 90 jin bikevin Meclîsa Nûneran. Sedem ew e ku kursiyên ji bo van deveran hatine veqetandin, bi taybetî ji bo namzetên jin hatibûn dayîn. Lê belê, ev hejmar nûnertiya tevahiya dawî ya parlamenterên jin ên li meclîsê nake. Ji ber ku jin dikarin li deverên hilbijartinê yên herêmî ku jin û mêr di şert û mercên wekhev de pêşbaziyê dikin jî kursiyan bi dest bixin. Di hilbijartinên yasadanînê yên sala 2021’an de, 96 jin ketin Meclîsa Nûneran. Hejmara dawî ya nûnertiya jinan di hilbijartinên sala 2026’an de dê piştî jimartina hem kursiyên herêmî yên ji bo jinan û him jî namzetên jin ên ku li deverên hilbijartinê yên herêmî bi ser ketine, bê diyarkirin.

Di hilbijartinên sala 2026’an de, bi giştî 2 hezar û 659 namzetên jin beşdar bûn. Ev hejmar nêzî ji sedî 37’ê hemû namzetiyan pêk tîne. Ji vana hezar û 783 jin li deverên hilbijartinê yên herêmî û 876 jin jî li deverên hilbijartinê yên xwecihî bûn namzet. Her wiha, 120 jinan serokatiya lîsteyên hilbijartinê yên xwecihî kirin.

Dawiya pêvajoya hilbijartinê

Wezareta Karên Hundir, ragihand ku komîsyonên hejmartina dengan ên parêzgeh û herêman ku ji aliyê dadweran ve dihatin birêvebirin karên jimartina dengan, ragihandina encaman û amadekirina tomarên fermî yên têkildar temam kirine. Li gorî rêzikên yasayî, kopiyek ji van girtiname radestî Dadgeha Makezagonê hate kirin. Her wiha yasayê, maf daye namzetên hilbijartinê ku li gorî rêkarên diyarkirî, di nava heşt rojên piştî radestkirina girtînameyan de, girtînameyên komîteyên sindoqan, ofîsên navendî yên hilbijartinê û komîsyonên jimartina dengan kontrol bikin.