Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê girtin û komkujî didomin
Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê, li ser girtin, binçavkirin û komkujiyên li xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya dawî weşand û ragihand ku 6 hezar û 886 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 842 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, têkildarî bîlançoya dawî ya girtin, binçavkirin û qetlên di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de raporek belav kir.
11 hezar û 21 xwepêşander birîndar bûn
HRANA’yê, ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 6 hezar û 886 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 842 xwepêşander jî hatine binçavkirin, her wiha 11 hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku di nav kesên hatîn qetilkirin de 6 hezar û 445 xwepêşander bûn, 164 jê zarok bûn, 214 kes endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn, 109 xwendekarên zaîngehê bûn, her wiha 60 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn.
Li gorî HRANA ragihandî, 11 hezar û 46 kes ji bo dezgehên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê ve hatine vexwendin, ji bilî vê 307 qeydên îtîrafa bizorê hatine belavkirin.