Li Îranê sala nû ya xwendinê bi fikar û qeyranan dest pê kir
Li Îranê tevî vebûna dibistanan, xwendekar û malbat bi nîgeraniyên ewlehiyê yên ji ber şer, qeyrana aborî û astengiyên perwerdeya serhêl re rû bi rû ne; ev rewş dibe sedema zêdebûna devjêberdana dibistanê û nezelaliya li pêşeroja zarokan.
JIWAN ŞERÎFZADA
Bokan – Li Îranê sala nû ya xwendinê di 23’ê Îlonê de bi vebûna dibistanan dest pê kir. Lêbelê, vegera xwendekaran a ji bo polan, ji ber ezmûna pevçûnan, qeyrana aborî û astengiyên dawî yên di perwerdehiyê de tên jiyîn, li gorî salên borî wêneyek cûda derket holê.
Bi taybetî êrîşên leşkerî yên dawî, di nav hinek malbatan de têkildarî mijara şandina zarokên xwe ya ji bo dibistanê, bû sedema nîgeraniyê. Hemwelatiyek, diyar kir tevî ku ew naxwazin zaroka wê ji perwerdehiya xwe paşve bimîne jî, lê nîgeraniyên wan ên der barê ewlehiya dibistanê de didome. Her wiha da zanîn ku der barê naveroka perwerdeyê û çalakiyên îdeolojîk ên li nava dibistanan de fikarên wan hene.
Hemwelatiyek din jî, da zanîn dema êrîş dest pê kiriye ji bo wergirtina keça xwe ya ji dibistanê derketiye rê û ji ber qerebalixiya trafîkê neçar maye peyatî here dibistanê û diyar kir tirsa ku wê demê jiyan kiriye, hêj didome.

Nîqaşên perwerdeya sêrhel
Li Îranê di salên dawî de, ji ber qutbûna elektrîkê, şewb û aloziyên civakî, perwerdeya serhêl zêdetir hate bikaranîn. Lêbelê, mamoste, dayîk û bavan, diyar dikin ku perwerdeya sêrhel a bi taybetî li rêya platforma "Şad" tê meşandin, nikare cihê perwerdeya rûbirû bigre.
Mamoste û dayîka du zarokan Nesrîn J, da zanîn ji bilî pirsgirêkên binesaziya înternetê, di gihandina naveroka dersan a serhêl de jî zehmetî tên jiyîn û anî ziman ku xwendekar nikarin bi vê şêwaza perwerdehiyê re têkiliyek têrker ava bikin.
Lêçûnên perwerdeyê barê malbatan giran dike
Di sala nû ya xwendinê de zêdebûna lêçûnên jiyanê û perwerdeyê barê malbatan girantir dike. Hinek malbatên ku nikarin pereyê dibistanên taybet bidin zarokên xwe li dibistanên dewletê tomar dikin, lê lêçûnên wekî kelûpelên nivîsandinê, cil û bergên dibistanê û veguhastinê, ji bo malbatên kêm dahat dibe barekî giran.
Jina binavê Şeyda K, destnîşan kir ku ew berê keça xwe dişand dibistanek taybet, lê îsal ji ber zêdebûna lêçûnan keça xwe li dibistaneke dewletê tomar kiriye. Şeyda K, da zanîn ji ber şer nediyare ku dersên rûbirû çîqas didome û got dabînkirina pereyê zêde yê dibistanê êdî ji bo wan ne pêkan e.

Xizanî gef li perwerdeyê dixwe
Xirabûna rewşa aborî, gihîştina hinek zarokan a ji bo pêdiviyên bingehîn ên dibistanê dijwar dike. Leyla ya rêvebera rêxistineke alîkariyê ya li bajarê Urmiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn alîkariyên ji bo zarokên xwedî pêdivî li gorî salên borî kêm bûne.
Leyla Ş, destnîşan kir ku hinek malbat ji bo zarokên xwe cilên dibistanê yên desta duyemîn bikartînin û bi taybetî di nava ciwanan de rêjeya devjêberdana dibistanê zêde dibe.

‘Herî zêde zarok ji qeyranan bandor dibin’
Şêwirmenda dibistanê Fatemeh S, diyar kir ku şer û girtina dibistanan ne tenê bûn sedem ku xwendekar di aliyê xwendinê de paşve bimînin, her wiha têkiliyên zarokan bi mamoste, heval û hawîrdora dibistanê re jî lawaz kirin.
Fatemeh S, anî ziman ku perwerdeya sêrhel bi taybetî ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet û yên li deverên xizan dijîn, ji ber nebûna gihîştina înternetê, amûrên teknolojîk û cudahiyên aborî yên di navbera malbatan de, dibe sedema zehmetiyên mezin û tekez kir ku ewlehiya xwendekaran jî mijareke girîng e.
Li Îranê, bi hezaran xwendekar bi hesteke têkel a heyecan û fikar re dest bi sala nû ya xwendinê kirin. Fikarên ewlehiyê yên ji ber şer, astengiyên di perwerdeyê de û zextên aborî, ji bo gelek malbatan di aliyê pêşeroja zarokên wan de nezelaliyan zêde dike.