Encama karesata Sûdanê: Di 3 rojan de 3650 kesan ji Um Badirê koç kir

Kordofana Bakur şahidiya zêdebûna aloziyên ewlehiyê dike. Rewşeke ku bûye sedema koçberiya girseyî ya ji bajarokê Um Badirê. Di nava sê rojan de 3 hezar û 650 kesan berê xwe dane riya koçberiyê.

Navenda Nûçeyan – Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn RSF'ê de ku ji Nîsana 2023'yan ve berdewam dike, di çarçoveya pevçûnên berfirehbûyî û zêdebûna hejmara qurbaniyan li gelek eyaletan de, bûye sedema krîzeke mirovî ya berfireh û koçberiyeke bêhempa.

Di sê rojan de bi hezaran kes koçber bûn

Li gorî texmînên tîmên çavdêriyê yên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), di navbera 20 û 22'yê Îlonê de nêzî 3 hezar û 650 kes ji bajarokê Um Badir ê li navçeya Sodari ya eyaleta Kordofana Bakur koçber bûn.

Rêxistinê diyar kir ku ev pêla koçberiyê ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê ya li herêmê pêk hatiye. Rêxistinê da zanîn ku kesên reviyane, berê xwe dane navçeya Şeykan a li Kordofana Bakur û bajarê Um Durmanê ku li rojavayê paytext Xartûmê ye.

Kiryarên RSF'ê li dijî sivîlan didomin

Berê, Komîteya Lezgîn a Dar Hamar (komeke civaka sivîl) Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi kuştina pênc sivîlan û birîndarkirina 27 kesên din di êrîşeke li ser bazara bajarokê Um Badir ê li eyaleta Kordofana Bakur de tawanbar kir. Ev bûyer piştî ku hêzên navborî bi ser bazarê de girtin û dikan talan kirin, pêk hat. RSF'ê hê jî derbarê van tawanbariyan de daxuyanî nedaye.

Ji ber pevçûn û operasyonên leşkerî koçberî rû dide

Parêzerên Lezgîn ên Sûdanê (dezgeheke serbixwe) piştrast kirin ku bajarokê Jabra Al-Sheikh ê li eyaleta Kordofana Bakur, ji ber bicihkirina hêzên leşkerî yên RSF'ê û operasyonên leşkerî yên berdewam li herêmê, şahidê pêlên koçberiya girseyî ye.

Her sê eyaletên herêma Kordofanê Bakur, Rojava û Başûr ji 15'ê Cotmeha 2025'an vir ve bi pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û RSF'ê re rûbirû dimînin.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî û yên navneteweyî, ji Nîsana 2023'an vir ve Sûdan di bin bandora pevçûneke di navberaArtêşa Sûdanê û RSF'ê de ye; pevçûna ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan û koçberiya nêzî 13 milyon kesan.