Li Îranê nîşqaşên li ser belgeya tendirustiya jinan didomin
Li Îranê “Belgeya Tendirustiya Jinan” a ku ket meriyetê tendirustiya jinan di çarçoveya terzê jiyana Îslami-Îranî de ji nûve pênase dike. Belge tê wateya kontrola zêde ya li ser bedena jinan.
Navenda Nûçeyan – Serokkomarê Îranê û Serokê Konseya Şoreşa Çandê ya Bilind Mesûd Pezeşkiyan, “Belgeya Tendirustiya Jinan a Neteweyî ya Komara Îslamê ya Îranê xist meriyetê. Belge, tendirustiya jinan di çarçoveya “terzê jiyana Îslami-Îranî de digre dest û bi mijarên zêdebûna zayînê, pêşîgirtina kurtajê û bihêzkirina rola dayiktiyê balê dikşîne.
Kesên ku belgeyê erê kirin, vê yekê weke gaveke ber bi destekdayîna malbatê û gihîştina xizmetên tendirustiyê ve dibînin, saziyên mafên mirovan, diyar dikin ku ev belge berdewamiya sînorkirina mafên jinan ên ji bo zayînê û polîtîkayên nifûsê yên berê ye.
Malbat û dayîktî di plana pêş de ne
Konseya Şoreşa Çandê ya Bilind û rayedarên Wezareta Tendirustiyê, di civînên fermî de diyar dikin ku belge di warê tendirustiya jinan de di navbera saziyan de rehber û çarçoveyên xebatê pêşkêş dike û armanc ew e ku rewşa bedenî, ruhî, civakî û manewî ya jinan bi pêş bixe. Tê diyarkirin ku armanc bi vê belgeyê, desteka ji bo malbatê, parastina rûmeta dayîktiyê û bihêzkirina tendirustiya civakî ye. Rayedar diyar dikin ku vê belgeyê di nava xwe de sererastkirinên giştî dihewîne û ji bo baş were pêkanîn divê bernameyên di navbera saziyan de werin amadekirin.
Kontrola zayînê û kurtaj tê sînorkirin
Li aliyê din li gorî raporên serbixwe, analîz û rêxistinên mafên mirovan, belge berdewamiya “Zagona Destekdayîna Malbatê û Ciwankirina Nifûsê” ku di sala 2021’ê de ji bo teşwîqkirina zêdebûna nifûsêhatibû pejirandin e. Çavdêrên mafên mirovan ên navneteweyî û parêzvanên mafên jinan, diyar kiribûn ku li Îranê bi zagonên dawî yên nifûsê, gihîştina xizmetên kontrola zayînê û kurtaja bi ewle hatine sînorkirin, ev yek di warê tendirustî û mafên jinan de xeter e û weke “binpêkirina mafê zayînê yê jinan” hatibû binavkirin.
Li ser jinan kontrola zêde
Ji hikumetê hat xwestin ku metna tam a belgeyê û plana wê ya pêkanînê were eşkerekirin û tê xwestin ku ji bo gihîştina tendirustiya zayînê, temînatên hiqûqî werin dayîn. Hikumeta Komara Îslamê ya Îranê her çendî diyar bike ku “Belgeya Tendirustiya Jinan a Neteweyî” çarçoveyek ji bo başkirina tendirustiyê û desteka malbatê pêşkêş dike jî; pir eşkere ye ku armanc ew e kontrola li ser biryarên zayînê yên jinan were zêdekirin û perçeyek ji polîtîkaya nifûsê ye. Di nîqaşên ku niha li welat tên kirin de tê xwestin ku hûrgiliyên pêkanana metnê û polîtîkayên wê bi awayekî zelal werin eşkerekirin.