Li Îranê krîza enerjî: Bandorê li jiyana jinan dike

Li Îranê ji ber ku ceyran û înternet her tim qut dibe, di karên ku jin dixebitin de gelek rewşên dijwar dertên holê. Jin dibin şerpezeyên herî sereke yên vê rewşê.

VIYAN MEHRPERVER

Mahabad – Di dinyayê de duyemîn rezerva gazaxwezayî ya herî mezin, li Îranê ye. Lê dîsa jî li vî welatî ceyran her tim qut dibe. Ev rewş, bi awayekî xuyalî nîşan dide ku pirsgirêkek kûr a bi navê “krîza enerjiyê” heye. Bakurrojavayê Îranê û herêmên mîna Urmiyê jî para xwe ji vê pirsgirêkê distînin. Piştî ku sermayê destpê kir, li bajarên van herêman rojê carek du car, her carê jî saetek du saet ceyran diçe. Ji ber ku înternet û xizmetên daneyên telefonan jî têk diçin. Ji ber tunebûna enerjiyê, dibistan, zanîngeh û gelek saziyên cemaweriyê hatine girtin. Ev krîz û rêveberiya xirab herî zêde bandora xwe li jinan dikin.

Krîza Enerjiya li Îranê: Ji zirardîtina qadên gazê heta şewitandina mazotê

Gelek sedemên krîza enerjiya li Îranê hene. Di demeke nêz de Wezîrê Enerjiyê Abbas Aliabadi, aşkera kir ku 5 santralên ceyranê êdî nayên bikaranîn. Xebatkara santralek ceyranê ya li Urmiyê ya bi navê Sara H., balkişand ser çend ji sedemên vê yekê. Sara H. got ku sedem ev in: “Qadên gazê yên wek Parsa Başûr kevn bûne, ji ber ku teknolojî û ekîpman kêm in qadên nû yên gazê tunene, di bîrên  petrolê de teknolojiya pêşketî ya ku gazê ji petrolê vediqetîne tune, qada hevpar a gazê ya bi Qatarê re, nayê bikaranîn, di heman demê de nikarin petrol û benzînê çêkin û gazaxwezayî di tesîsên petrokîmya de wek maddeya xav tên bikaranîn.”

‘Qutkirina ceyranê nabe çareserî’

Sara H., her wiha der barê rewşa santralên ceyranê de wiha got: “Sotemeniya sereke ya santralan, gazaxwaziyî û mazot e. Sedema bingehîn a qutbûna ceyranê, kêmasiya van şawatan e. Niha gazaxwezayî û mazota me, têra afirandina ceyranê nake.” Sara H., destnîşan kir ku qutkirina ceyranê û sexberiya enerjiyê nikare krîzê çareser bike. Sara anî ziman ku tenê çareseriyek heye, ew jî zêdekirina afirandina gazê ye.

Qutkirina ceyran û înternetê: Derba giran li karên jinan ên online dixe

Qutkirina ceyran û înternetê, ji bo welatiyên li seranserê herêmê pirsgirêkên cidî çêkiriye. Derya M. ku mamosteya dersa Îngilîzî ya Online ye, dibêje ku ji ber qutbûna înternetê programên dersan bi rêkûpêk nameşin. Derya M. diyar kir ku neçar dimînin bernameyên xwe tim biguherînin û dersên xwe di demên cuda de bidin. Ev pirsgirêk hem ji bo wê hem jî xwendekarên wê dibe pirsgirêk.

Xebatkara piyaseya pereyê krîpto ya bi nvê Şîlan K., diyar dike ku ji ber qutbûnên ji nişka ve di dema karûbarê wan de di hêla ceyran û înternetê de çêdibin, zirarên mezin didin karê wan. Qutbûna ceyran û înternetê her wiha di karên bankavaniya elektronîk û torên bankavaniyê de jî pirsgirêkan çêdike. Her wiha xwendekar nikarin beşdarî dersên xwe yên sanal bibin.

Saziyên kar ên biçûk zirarek mezin dibînin

Qutbûna ceyranê dibe ku ji bo kargehên biçûk bibe sedema zirarên mezin ên madî. Xwediyên kargehên li Mahabadê, di vê hêlê de gelek zehmetiyan dikşînin. Maria K. ya ku pastexaneya wê heye, dibêje ku kêmbûna voltaja ceyranê, nahêle amûrên bi elektrîk bixebitin. Maria diyar dike ku çendekî berê, sarinca wê şewitiye û hemû amûrên wê genî bûne. Sarina F. ya ku li heman herêmê xwedî konfeksiyonê ye, dibêje ku qutkirina ceyranê ji bo ekîpmanên kar xeterek mezin e. Şirin D. ya ku salona wê ya werzîşêheye, dibêje ku qutbûna ceyranê bandora neyînî li sîstemên germkirinê dike, ji ber ku hundir germ nabe, neçar mane pereyên çend seansan li xwediyên wan vegerînin û çend seansan jî betal kirine. Jinên ku karên bedewkirina jinan dikin jî dema ceyran diçe bi tevahî betal dibin. Ev pirsgirêk jî nîşan didin ku qutkirina ceyranê tenê acisiyek ji rêzê nîne, zirarek mezin jî dide kargehên biçûk.

Tarî û qutkirina ceyranê: Ewlehî û serxwebûna jinan dike xeterê

Qutkirina ceyranê û hewaya ku êdî zû tarî dibe, bandorek neyînî li jiyana rojane ya jinan û serxwebûna wan kiriye. Dikandarên jin neçar dimînin dikanên xwe zû bigirin. Ev yek jî bandorek neyînî li dahat û serxwebûna fînansî ya jinan dike. Çend jinan diyar kirine ku ji ber tariyê li kuçeyê rastî destdirêjiyê hatine. Şermin P. dibêje ku êvarek gava vedigere malê, kesek ku li motorsîkletê siwar e, wê dişopîne û neçar dimîne di kuçeyên nepenî de derbas nebe.

Azadiya jinan sînordar dike

Qutkirina ceyranê, di nav malbatan de jî dibe sedema sînordarkirinên jinan. Delnia K., dibêje ku bavê wê dixwaze birayê wê li dikanê li ba wê bimîne, lê ew vê yekê napejirîne. Delnia wiha dibêje: “Qutkirina ceyranê nikare serxwebûna min ji destê min bistîne.”

Ev rewş jî nîşan dide ku qutkirina ceyranê ji bilî pirsgirêkên aborî, ji bo jinan pirsgirêkên civakî û ewlehî jî çêdike. Krîza enerjiyê ji bo maf û azadiyên jinan bûye gefek mezin.