Li Îranê: Ji cezayên darvekirinê heya îşkenceya bijîşkî ya li dijî jinan
Zextên li ser girtiyên siyasî yên jin gihîştine asta lûtkeyê. Bi cezayên darvekirinê, îşkenceyên derûnî, redkirina derman û girtinên bêserûber re, rejîma Tehranê hewl dide dengê jinan, rojnamevan û xwendekaran bi temamî bitepisîne.
Navenda Nûçeyan – Îro, hate ragihandin ku zextên li ser girtiyên siyasî yên jin ên bi darê zorê sewqî Girtîgeha Evînê hatine kirin zêde dibe û bajarên cuda yên Îranê der barê 17 jinan de cezayên giran ên girtîgehê hatiye dayîn. Li gorî çavdêrên mafên mirovan, ev pêkanînên ku ji redkirina xizmetên tenduristiyê, binçavkirinên dem dirêj û zexta li ser malbatan pêktê, perçeyekî ya polîtîkaya bipergalî ku hewil dide xwepêşandanan bitepisîne û zexta li ser civakê zêde bike.
Di çarçoveya berdewamiya pêkanînên ewlehî û darazî yên li dijî çalakvanên sivîl û siyasî de, girtiyên jin li bajarên cûda yên Îranê zextên bi cûrbecûr ên mîna cezayên girtîgehê yên giran, redkirina dermankirina bijîşkî, veguhestinên ji nişka ve û gefên ewlehiyê re rû bi rû man.
Dozên taybet û cezayên ku hatine birîn
Çalakvana mafên karkeran Şerîfe Mihemedî, piştî dawîbûna betlaneya xwe û redkirina dirêjkirina betlaneyê ya ji aliyê rayedarên darazê ve, sewqî Girtîgeha Lakan a li Reştê hate kirin. Vegera wê ya ji bo girtîgehê, der barê rewşa wê ya tenduristî û derûnî de bû sedema fikarên mezin.
Mamoste Azade Salekî ya li Haf dijî, di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibû binçavkirin. Azade Salekî, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî de mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
Mahnaz Çardolî û destgirtiyê wê ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve mehkûmê cezayê darvekirinê hate kirin. Her wiha dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê da Atîfe Nazir. Pêvajoya darizandinê û delîlên ku hatine pêşkêşkirin jî ji aliyê derdorên hiqûqî ve hatin rexnekirin.
Veguhestina ji nişka ve ya Mahbube Şabanî ya ji bo beşa karantînê ya Girtîgeha Vekilabadê, fikarên derbarê cezayê darvekirinê bê dayîn de, zêde kir.
Azar Yahu Torqabe jî, piştî weşandina tomarekî deng a şert û mercên girtîgehê vedibêje, şewqî beşa dîsîplînê hate kirin û ji mafê hevdîtin û danûstandina bi malbata xwe re hate bêparkirin.
Zeynep Musevî ya wek "Aban" tê nasîn jî, tevî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî, sewqî navendek bijîşkî ya li derveyî girtîgehê hat kirin.
Zextên li ser rojnamevan, welatiyên Bahaî û malbatan
Zextên li ser jinan tenê bi girtîgehan re sînordar nabe, rojnamevan û xwendekarên jin jî bi pêkanînên mîna gazîkirin, binçavkirin û amadekirina dosyayan a li dijî wan re rû bi rû dimînin.
Rojnamevan Sumiye Haydarî, di mehên dawî de bi şeş rojnamevanan re hate binçavkirin. Hinek piştî lêpirsînê an jî serdegirtina hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin, hinek jî birin cihên nayên zanîn. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê yên mîna Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan, gelek caran der barê zextên li ser medyayê û girtina rojnamevanan a li Îranê de hişyariyan dan.
Sima Sebto ya hemwelatiya Bahaî, tevî 14 rojên di bin çavdêriyê de, nikare bi malbata re hevdîtin bike. Hemwelatiya Bahaî Şakîla Qasimî ya ji Kermanê jî 155 roj in bêyî tu sûcdariyên fermî di girtîgehê de tê ragirtin.
Gazîkirina Parvîn Sultanî ya li Tehranê dijî ya ji bo Rêveberiya Îstîxbaratê jî, ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve mîna parçeyekî ya zextên li ser malbatên girtiyên siyasî tê nirxandin.
Sûndarkirina mafê perwerdehiyê û girtiyên nû
Li zanîngehan jî zextên li ser xwendekaran didome. Komîteya Temyîzê ya Lijneya Dîsîplinê ya Zanîngeha Pîşesaziyê ya Xecê Nasirudîn Tusî, biryarên dûrxistina 3 xwendekaran a ji perwerdehiyê pejirand. Ev biryar ji bo her yek ji wan cezayê dûrxistinê ya du heyaman dihewîne.
Ji bilî dayîna biryarên darazê, rapor destnîşan dikin ku li bajarên cuda yên Îranê girtinên berfireh çêbûne. Hunermenda ji Pawahlî Şelîr Modirzade, di dema serdegirtina mala malbata xwe de bêyî biryara dadgehê hate girtin û sewqî cihekî nediyar hate kirin.
Li navçeya Pardis a Tehranê 6 kes hatin ji aliyê Pasdarên Şoreşê ve hatin biçavkirin û rayedaran "têkiliyên biyanî" û "xapandina raya giştî" mîna sedema binçavkirinê nîşan dan.
Li navçeya Kasriqand a Sîstan û Belûçistanê 2 kes hatin biçavkirin û birin cihekî nediyar. Her wiha li Nîkşehr, Serax û Qezvînê jî agahiyan binçavkirinê yên nû hatin.
Wezareta Îstîxbarata Îranê jî, ragihand ku di operasyonên li Zahedan, Çabahar, Îranşehr, Haş û Teftanê de 10 kes hatin binçavkirin û 2 kes jî hatin kuştin. Lêbelê, nasname û sûcdarî bi awayekî serbixwe nehatin piştrast kirin.
Siyaseta darvekirinê û dozên di metirsiyê de
Cezayên darvekirinê yên ku der barê kesên di xwepêşandanên meha Çileyê de hatin binçavkirin, ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve dibe sedema fikarên mezin.
Ji bilî Mahnaz Çardolî hinek girtiyên din jî, bi cezayên giran re rû bi rû ne. Girtiyek siyasî ya Girtîgeha Mezin a Tehranê bi tohmeta "muharebe" mehkûmê cezayê darvekirinê hate kirin û li Meşhedê lîstikvan û çalakvanekî medyaya civakî jî bi tohmetên wekhev re rû bi rû ye û malbata wê nikare agahiyan bigre.
Çar girtiyên siyasî yên ji Bukanê jî, tevî ku zêdetirîê 37 mehan li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê tên girtin jî bi xetereya cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Her çend cezayên darvekirinê yên berê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin jî, dozên wan hên di pêvojaya darazê de ye.
Grevên birçîbûnê û astengiyên bijîşkî
Grevên birçîbûnê, ji aliyê girtiyan ve bûne yek ji rêbazên şermezarkirina şert û mercên girtîgehê û bêparbûna ji xizmetên bijîşkî.
Li Girtîgeha Evînê girtiya siyasî ya nexweşa dil û pirsgirêkên mîna prostate, pişt û stûyê dijî, li dijî destûr nedayîna sewqkirina nexweşxaneyê dest bi greva birçîbûnê kir. li gorî ragoran, bi gefa sewqkirina Nexweşxaneya Derûnî ya Razî re rû bi rû maye. Di gelek bûyeran de, girtiyên siyasî ji gihandina bijîşkên pispor, derman û dermankirina li derveyî girtîgehê bêpar hatine hiştin.
Haydar Nekusiret a li Girtîgeha Meşhed Vekilabadê, tevî têkçûna gurçikan, şekir û pirsgirêkên çav jî, ji dermankirina pispor tê bêparkirin û veguhestina wê ya ji bo nexweşxaneyê jî girêdayî pereya takekesî û pêjirandina darazê ye. Tê ragihandin ku girtiyên din ên siyasî yên li girtîgehên Adilabad, Evîn, Dastgerd û Sakizê jî, bi astengiyên dermankirin û redkirina daxwazên berdana bi şert re re rû bi rû dimînin.
Çewisandina derûnî û cezayên aborî
Di dosyayên ewlehiyê de gelek raporên zexta derûnî, lêpirsînên dirêj, girtina bi tenê û îtîrafên bi zorê cih digrin. Rexnegiran, diyar dikin ku ev rêbaz ji bo çewisandina çalakvan û xwepêşanderan tên bikaranîn.
Zextên heyî, tenê bi binçavkirin û girtinê re sînordar nîne, hinek malbat û welatiyan bi cezayên aborî, desteserkirina mal û milkê xwe re rû bi rû hatine hiştin. Di hinek rewşan de, cîhazên elektronîkî, pasaport û tiştên kesane hatin desteserkirin û hat ragihandin ku hinek zeviyên girtiyên siyasî jî hatine desteserkirin.
Şert û mercên dijwar ên girtîgehan
Raporên ji girtîgehên cûda yên Îranê hatine weşandin, nîşan didin ku girtî di bin şert û mercên dijwar de tên ragirtin.
Li gorî raporan li Girtîgeha Dastgerdên lêdan, muameleya xirab, sînordarkirinên ragihandinê, zexta derûnî û astengiyên dermankirinê tên jiyîn. Girtiyên li qawîşa jinan a Girtîgeha Yezdê jî, ji xwarinên kalîteya kêm û bihayên kantînê yên bilind gazinan dikin. Kantînên girtîgehan, ji ber hilberên wan ên biha û kalîteyen kêm ji bo girtiyan bûye xalek sereke ya îtîrazê.
Bêdengiya navneteweyî û paşeroja malbatan
Parêzvanên mafên mirovan, diyar dikin ku rejîma Îranê bi sûdwergirtina ji bersiva nebaar a civaka navneteweyî, polîtîkayên xwe yên zextê didomîne. Zêdebûna girtinan, cezayên dijwar, xetera darvekirinê û zextên li ser jin, xwendekar, rojnamevan û malbatan nîşan didin ku polîtîkayên ku armanc dikin tepeserkirina xwepêşandanan û astengkirina daxwazên civakî berdewam dikin.
Tevî gelek raporên der barê rewşa girtiyan û kesên ku di bin çavan de ne, gelek malbatan hê jî li bendê ne ku çarenûsa hezkiriyên xwe bizanibin, bigihîjin parêzerek serbixwe û ji mafê darizandinek adile sûd bigrin.