WHO: Li Kongoyê ji bo kontrolkirina Ebolayê astengiyên mezin hene
WHO’yê ragihand ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û kêmasiyên binesaziyê şewba Ebolayê nayê kontrolkirin, hejmara bûyeran ji hezar û 500’î derbas bûye û navendên tenduristiyê bi rêjeya ji sedî 90 tijî bûne.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê li pêşiya kontrolkirina şewba Ebolayê ya domdar astengiyên girîng hene û hejmara rast a bûyeran nayê tesbîtkirin.
Nûnera WHO’yê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê Anne Ancia, di axaftina xwe ya di civîna çapemeniyê ya serhêl a li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê de, diyar kir ku belavbûna şewbê didome û daneyên heyî tevahiya tabloyê nîşan nade.
Zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest da
Li gorî daneyên fermî yên ji aliyê Anne Ancia ve hatin parvekirin, li welat ji 4’ê Tîrmehê û vir ve hejmara bûyerên Ebolayê yên hatine piştrastkirî gihîşt hezar û 561. Hate ragihandin ku di şewbê de heta niha 506 kes jiyana xwe ji dest dane û 254 nexweş jî piştî dermankirinê gihiştine tenduristiya xwe.
Rayedaran, ragihandin ku zêdetirê 10 hezar kesên ku hatiye diyarkirin bi virûsê re temas kirine, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve tên şopandin û rêjeya şopandina bi temas jî ji sedî 82 ye.
Kapasîteya navendên dermankirinê di tengasiyê de ye
Anne Ancia, diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de li seranserê welat 22 navendên dermankirinê ya bi kapasîteya 700 nivînan hatin avakirin û ji ber hewcedariya zêde, ji bo dabînkirina 300 nivînên nû xebat tên meşandin. Anne Ancia, tekez kir ku navendên heyî bi qasî ji sedî 90 tijî dixebitin û diyar kir ku kapasîteya binesaziya tenduristiyê di tengasiyê de ye û ev rewş mudaxeleya şewbê zehmet dike.
WHO’yê, diyar kir ku bi taybetî tevgera nifûsê, pirsgirêkên ewlehiyê û kêmasiyên avahîsaziyê yên di pergala tenduristiyê de di nav faktorên sereke yên kontrolkirina nexweşiyê dijwar dikin de cihdigre.
Ji bo vê guhertoyê derzî û derman nine
Şewba ku di 15’ê Gulanê de li parêzgeha Iturî ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê hate ragihandin, piştî 246 bûyerên gumanbar û 65 mirinên li herêmê hatin tesbîtkirin, fermiyet qezenç kiribû. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî piştî du rojan ango di 17’ê Gulanê de ji ber Ebolayê rewşek awarte ya tenduristiya gel a navneteweyî ragihand.
Rayedarên tenduristiyê, diyar dikin ku şewba heyî ji cureya kêm a vîrusa Ebolayê ya Bundibugyo çavkanî digre û ji bo vê guhertoyê tu derziyek pejîrandî an jî dermankirinek bi bandor nehatiye dîtin.