Li Îranê herî kêm 12 malbatên Beluc bi zorê hatin dersînorkirin

Li gorî çavkaniyên mafê mirovan, li eyaleta Yezdê jin, zarok û pitik jî di nav de malbatên Baluc ên ku xwedî nasname bi hincetên ewlehiyê, ji kampan sewqî sînorê Efganistanê dikin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên Mafê Mirovan, Yekîneyên Emniyetê yên Îranê û erkdarên cilên sivîl li ber, li gundên Gariz û Bah ên navçeya Taft ê girêdayî eyaleta Yezd, herî kêm 12 malbatên Beluc binçavkirin û pêvajoya dersînorkirina bi zorê dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku malbat di sibeha 31’ê Kanûna 2025’an de ji kampa li Zahîdan sewqî xeta sînor kirine.

Çavkaniyên xwecihî û di dîmenên hatin weşandin, tê dîtin ku herî kêm 4 otubûs malbatên hatin binçavkirin ber bi sînor ve dibin. Rêxistinên Mafê Mirovan, diyar kirin ku sewq dibin kontrola hêzên ewlehiyê de, di qadek rageşî û li gel zext û nêzîkatiyên xirab tê pêkanîn.

Çavkaniyê Mafê Mirovan, diyar kirin ku hinek malbatên hatine binçavkirin, tevî xwedî nasname ne bi hinceta ‘lêpirsîna ewlehiyê’ kar û barê wan sekinandine. Li gorî agahiyên rayedarên xwecihî, hate îfadekirin ku fermana ‘dersînorkirinê’ ji Tahranê hatiye. Parêzerên ku ji bo sekinandina sewqiyatê hewl dane, heta nûçe hatî weşandin jî nekarîne pêvajoyê asteng bikin. Ên ku hatine binçavkirin, piştrast nekirin ku bi temamî xwegihandina serbixwe hatiye pêkanîn an na.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di nava yên hatin binçavkirin de, Habîn Kharkuhî (hevjîn û 6 zarokên wan), Hatem Erbab (hevjîn û 6 zarokên wan), Bazmuhammed Kharkuhî (hevjîn û 4 zarokên wan), Samad Kharkuhî (hevjîn û 3 zarokên wan), Muhemmed Rigî (li gel 5 zarokên xwe), Cemşîd Naruî (hevjîn û 4 zarokên wan) û Muhammedreza Brahuî yê 70 salî û hevjîna wî Meryem Kharkuhî ya 55 salî hene. Hate diyarkirin ku di hinek malbatan de zarokên dibin 18 salî de û pitik jî hene.

Binpêkirina mafê mirovan ên bingehîn

Parêzvanê Mafê Mirovan, hişyarî dan û da zanîn ku bêyî nirxandina rewşa kesî, pêkanîna bi komî ya dersînorkirinê, qedexeya kêfî ya dersînorkirin, tê wateya binpêkirina mafê mirovan ên bingehîn.

Bûyera mijara xeberê, li Îranê li gel zextên ewlehiyê ku di mehên dawî de zêde bûye, binçavkirinên berfire ku derbarê koçber û kesên bê belge tê meşandin de, wek parçeyek ji pêkanînên bi zorê vegerandin tê nirxandin. Saziyên Navnetewî û Rêxistinên Mafê Mirovan, destnîşan dikin ku bi zorê vegerandina Efgansitanê xeteriyên cidî yên ewlehiyê dihilgire. Ofîsa Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî, pisporên serbixwe, berê jî hîşyarî dabûn ku di şertên heyî de vegerandina Efganistanê xeter e.

Tevî serlêdanên rojnamevanan ji bo nêrîna fermî bikin, ji rayedarên xwecihî yên li Yezdê, ji berpirsên Zahîdanê, an jî Wezareta Karê Derve hê ti daxuyanî nehate dayîn. Saziyên civaka sivîl a xwecihî bang kirin ku sewqiyat were sekinandin, şefafkirina pêvajoyê û kesên hatine binçavkirin ji bo lêkolînkirina rewşa hiqûqî û nasnameyê xwe bigihînin parêzer û saziyên serbixwe.