Li Îranê di Mijdarê de16 jin û 4 zarok hatin kuştin

Li seranserê Îranê di meha borî de, 16 jin û 4 zarok hatin kuştin, 12 jinan jî ji ber sedemên nediyar xwe kuştin û 8 jinên ku berê bi tohmetên têkildarî kuştin û madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara zêde ya jinên ku li Îranê tên kuştin ne tenê krîzeke civakî ye; di heman demê de rasterast nîşaneya avahiyên siyasî, hiqûqî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ye. Nirxandinek li ser dozên kuştinê yên di salên dawî de nîşan dide ku beşek girîng a tundûtûjiya kujer, di çarçoveyekê de çêdibe ku polîtîkayên hikûmetê, qanûnên cudakar û mekanîzmayên dadweriya cezayî yên bêbandor bi pratîkî jinan naparêzin. Di rewşên wiha de, kuştina jinan ji asta zirara takekesî derbas dibe û dibe nîşana têkiliya hêzê ya di navbera dewlet û civakê de; Têkiliyek ku tê de beden û jiyana jinan ji her demê bêtir xeternak e, ku ji hêla polîtîkayên fermî ve bandor dibe.

Li gorî daneyên heyî û analîzên pisporan, ev rapor rêbazek dişopîne ku kuştina jinan ne tenê wekî berhemek şîdeta navmalî, di heman demê de wekî encamek ji komek biryarên siyasî, newekheviyên qanûnî, qelsiya saziyên parastinê û jîngeha ewlehiyê ya di civakê de serdest dibîne. Armanc ew e ku ronî bike ser vê rastiyê ku bêbandoriya pergala qanûnî ya Komara Îslamî di pêşîlêgirtina bi bandor, piştgirîkirin û darizandina sûcên li dijî jinan de bi xwe, bûye beşek ji çerxa tundiyê.

Her meh, ajansa me ya nûçeyan raporek li ser îstatîstîkên kuştin û xwekuştinê û sedemên wan pêşkêş dike. Li gorî vê raporê, di meha borî de 16 jin û 4 zarok hatin kuştin, 12 jinan jî ji ber sedemên nenas hewl dan xwe bikujin. 8 jinên ku berê bi tohmetên têkildarî kuştin û tiryakê cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, hatin darvekirin.

*Roja 2’yê Mijdarê, xwendekarek 15 salî li Ehrama Bûşehr, ji ber sedemên nediyar hat angaştin ku xwe kuştiye.

*Roja 2’ê Mijdarê, pîrejinek ku li Tehranê dijiya, ji hêla kurê xwe ve bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, hat kuştin.

*Roja 3’yê Mijdarê, jineke 38 salî ya bi navê Mahbubeh Celalî ya ji Rudsarê ya ku berê bi tohmetên têkildarî tiryakê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Navendî ya Reştê hat darvekirin.

*Roja 3’yê Mijdarê, cenazeyê Mobîna Zare li baxçeyê xezûrê wê hat dîtin. Hat hînbûn ku 2 roj beriya dîtina cenaze, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi hovane hatiye kuştin.

*Roja 3’yê Mijdarê, jineke bi navê Narges Ahmadî ku berê bi tohmetên têkildarî kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Qumê hat darvekirin.

*Roja 25’ê Mijdarê, jineke 40 salî ya bi navê Leyla Alîramaneî ku dayîka du zarokan bû û li Merîwanê dijiya, ji ber ku daxwaza xwe ya jinberdanê red kiribû û bi endamekî Pasdarên Şoreşê re zewicîbû, hat kuştin.

*Roja 26’ê Mijdarê, jineke bi navê Katayoun Şamsî ku berê bi tohmetên têkildarî kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Vakilabadê ya Meşhedê hat darvekirin.

*Roja 1’ê Mijdarê jineke bi navê Mîtra, ku berê bi tohmetên têkildarî kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Xurmabadê hat darvekirin.

*Roja 1’ê Mijdarê jineke 23 salî ya bi navê Mîtra Cemalî ku nişteciha Darab a parêzgeha Fars bû, ji aliyê mêrê xwe yê berê ve hat kuştin.

*Roja 2’yê Mijdarê, bijîşkeke 36 salî ya bi navê Nadiya Mottaghî ku nişteciha Şîrazê bû, hat diyarkirin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja 2’yê Mijdarê, ciwaneke bi navê Marîa Rezaeî ya nişteciha Salas Bavehjanî bû, hat îdîakirin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja 3’yê Mijdarê, jineke bi navê Kobrî Rezaeî ku berê bi tohmetên têkildarî tiryakê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Yezdê hate darvekirin.

*Roja 4’ê Mijdarê, jineke 18 salî ya bi navê Soosan Çaharşanpûr, bi hinceta nakokiyên malbatî ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin.

*Roja 6’ê Mijdarê, jineke bi navê Senwar Ezîzî ku nişteciha Mahabadê ye, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja 6‘ê Mijdarê, cenazeyê jineke 55 salî piştî 20 rojan windabûnê li vîllaya wê ya li Lavasanê hate dîtin. Hat diyarkirin ku ji ber nakokiyeke darayî ji aliyê zavayê xwe ve hatiye kuştin.

* Roja 6’ê Mijdarê, zarokekî 4 salî yê bi navê Amir Abbas Rwanat ku niştecihê Rodana Bandar Abbas bû, ji ber lêdana endamên malbata xwe, can da.

*Roja 7’ê Mijdarê, jineke 43 salî ya bi navê Zehra Mîrgaffarî ya ku nişteciha Hashtroodê ye û berê bi tohmetên têkildarî tiryakê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Zindana Navendî ya Tebrîzê hate darvekirin.

*Roja 7’ê Mijdarê, xortekî ku li gundê Reyhanabad-e-Cehad a parêzgeha Urmiyê dijiya, bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, dayîk û xwişka xwe Ferahnaz Îmanî û Sana Siyadetîan û her wiha xesûya xwe kuşt.

*Roja 8’ê Mijdarê, kurekî 2 salî yê bi nasnameya wî nediyar e û li Tehranê dijiya, ji aliyê dapîra xwe ve hat kuştin.

*Roja 10’ê Mijdarê, jineke 32 salî ya bi navê Somayeh Kord (Brahoi) ya dayîka 4 zarokan e û li Zahedanê dijiya, ji aliyê mêrê xwe ve ji ber sedemên nediyar hat kuştin.

*Roja 11’ê Mijdarê, jineke ciwan a nasnameya wê nediyar ku li Bîrcendê dijiya, ji aliyê mêrê xwe ve bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, hat kuştin.

*Roja 13’yê Mijdarê, jineke ciwan a bi navê Sara Shamshadî ku nişteciha gundê Xoşknoohan a Fouman e, li ber çavên zarokê xwe yê biçûk ji aliyê xesûya xwe ve bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, bi hovane hat kuştin.

*Roja 14’ê Mijdarê, jineke ciwan a bi navê Shadî Rehîmî ku nişteciha Bîcarê ye, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar hewl daye xwe bikuje û miriye.

*Roja 15’ê Mijdarê, jineke 16 salî ya bi navê Meryem Taghavî ya nişteciha Ecebshirê ye, ji aliyê mêrê xwe ve bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, hat kuştin.

*Roja 15’ê Mijdarê, jineke bi navê Shawkat Vaîsî ku berê bi tohmetên têkildarî tiryakê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li girtîgeha Damghanê hat darvekirin.

*Roja 15’ê Mijdarê, zarokek 6 salî yê bi navê Pedram Parakî ku niştecihê Mehrestanê ye, di encama gulebarana çekdaran de can da.

*Roja  15’ê Mijdarê, jineke ciwan a bi navê Namam Farnoosh ku niştecihê Mahabadê ye, piştî ku serlêdana hevberdanê kir, ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin.

*Roja  15’ê Mijdarê, Fatima Kemalî ku xwendekara masterê ya beşa kîmyaya madenê ya li Zanîngeha Şîrazê bû, hat angaştin ku xwe kuştiye.

*Roja  15’ê Mijdarê, jineke ciwan a bi navê Sepîdeh Farrokşahî ku nişteciha Abdananê ye, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar hewl daye ku xwe bikuje û miriye.

*Roja 16’ê Mijdarê, ciwaneke bi navê Setayesh Baghbanî ku niştecihê Taleşê ye, ji ber sedemên nediyar hewl da ku xwe bikuje û mir.

*Roja 16’ê Mijdarê, jineke 29 salî ya bi navê Qemerî Abbaszadeh ku berê bi tohmetên têkildarî kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Navendî ya Sari hat darvekirin.

*Roja  16’ê Mijdarê, Saba Fayeg ku xwendekara kuklayan a li Zanîngeha Hunerê ya Tehranê bû, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja 17’ê Mijdarê, jineke ciwan a nasnameya wê nediyar ku li Tehranê dijiya, bi hinceta ‘namûsê’ ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin.

*Roja 17’ê Mijdarê, jineke 19 salî ya bi navê Mahsa Zahedî ku nişteciha Saravan bû, ji aliyê mêrê xwişka xwe ve ji ber sedemên nediyar hat kuştin.

*Roja 18’ê Mijdarê, jineke pîr a 75 salî ya bi navê Rasmiye Dastavar a ji gundê Sartang a bajarê Bedreh a parêzgeha Îlamê ye, hat angaştin ku ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar û xizaniyê xwe kuştiye.

*Roja 18’ê Mijdarê, jineke ciwan a bi navê Hîva Cîhangîrî ku nişteciha Selmasê ye, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja 19’ê Mijdarê, jineke 18 salî ya bi navê Asma Karimdadzehî ku nişteciha Çeşme-Ziyart a Zahedanê ye, hat angaştin ku ji ber sedemên nediyar xwe kuştiye.

*Roja  20’ê Mijdarê, jineke 18 salî ya bi navê Nesa Rastgo ku nişteciha Urmiyê bû, ji aliyê mêrê xwe ve bi hinceta ku tê gotin nakokiyên malbatî ne, hat kuştin.

Hejmarek kuştinên ku di meha Cotmehê de hatine ragihandin:

Ajansa me ya nûçeyan raporek li ser îstatîstîkên kuştinên jinan di meha Cotmehê de amade kiriye, ku nîşan dide ku di meha borî de, 19 jin û 2 zarok hatine kuştin û 12 jinan jî ji ber sedemên nediyar hewl dane xwe bikujin. 8 jinên ku berê bi tohmetên têkildarî kuştin û tiryakê cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, hatine darvekirin. Li gorî amarên nû hatine belavkirin,

*Roja 29’ê Cotmehê, jineke bi navê Dima Faramerzî ku berê bi tohmeta kuştinê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Mahabadê hat darvekirin.

*Roja 7’ê Cotmehê, jineke ciwan a bi navê Fatemeh Samadî ku nişteciha Ehram a Bûşehrê ye, ji aliyê kesekî nenas ve bi sedema dizîna zêran hat kuştin.

*Roja 10’ê Cotmehê, cenazeyê jineke navsere ya ku nişteciha Behrestanê ye, li taxeke Nesimşehrê hat dîtin. Derbarê sedemên kuştinê û kujerê vê jinê de ti agahî nehatine belavkirin.

*Roja 14’ê Cotmehê, jineke bi navê Zahra Xan Babaeî ku berê bi tohmeta tiryakê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Girtîgeha Navendî ya Bandar Abbas hat darvekirin.