Aktîvîstên Sineyê piştgirî dan Sendîkaya Mamosteyên Sineyê
Komekî ji aktîvîstên mafên jinan û jîngehparêzên ji Sineyê, duh 2’ê Kanûnê hevgirtina xwe bi Sendîkaya Mamosteyên Sineyê re ragihandin.
Navenda Nûçeyan- Di 2’ê Kanûnê de, li ser vexwendina aktîvîstên mafên jinan a li Sineyê, komekî aktîvîstan ji çiyager û jîngehparêzên ji komên Çal-Çeme, Arghavan û Şene Nevjin pêktê, bi endamên Sendîkaya Mamosteyên Sineyê re civiyan. Armanca vê civînê, li dijî pêkanînên mîna ji kar derxistin, sirgûnkirin û cezayên dîsîplînê yên li ser mamosteyên ku li dijî pergala perwerdehiyê ya bêbandor û li ser bingeha çînê nerazîbûn nîşan didin, nîşandana hevgirtinê bû.
Beşdaran, destnîşan kirin piştgiriya ku ji mamosteyan re hatiye dayîn, nîşandana eleqeyek civakî ya ji bo zilm û zextên ku ev kom pê re rû bi rû ye û bêdengmayîna li dijî zilmê nayê qebûlkirin.
Li gorî beşdaran, ev kombûn ne tenê nîşandana piştgiriyê bû, di heman demê de bîranînek girîngî dayîna girêdanbûnên mirovan û berpirsiyariya civakî di dînamîzma civakî de bû û girîngiya hêvî û çalakiya kolektîf di rêya guhertinê de carek din nîşan didin.