Li Îdirê di dibistana şevînî de 25 xwendekar jehrî bûn

25 xwendekarên Lîseya Teknîkê û Pîşeyî ya Nene Hatûn a Îdirê, ji ber jehrîbûna ji xwarinê rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan- 25 xwendekaran ku li lîseya Şevînî ya Teknîkê û Pîşeyî Nene Hatûn a Îdirê dimînin ji ber lihevketina dil û vereşanê rakirin nexweşxaneyê.

Xwendekarên ku serê sibehê dilê wan li hev ket, bi ambulansên ku rêveberiya dibistanê gazî wan kir, rakirin nexweşxaneyê. Xwendekarên ku rakirin nexweşxaneyê bi gumana jehrîbûna ji ber xwarinê hatin dermankirin.

Hat diyarkirin ku rewşa tendirustiyê ya xwendekaran baş e û piştî dermankirina wan temam bû tabûrcî bûn.