Li Çiyayê Kizwanan warek nepenî: Elaçaya dîrokî

Nişteciha Çiyayê Kizwanan Eliya El-Îsa diyar kir ku hîn dîroka devera Elaça ya dîrokî raz e û dapîr û bapîrên wan tevî nifşên duh û îro ji ber sedema nekolandinên fermî yên dîroka vir, nizanin.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Çiyayê Kizwanan heta serdema 21’an hatiye lê hîn dîroka gir, şikeft û deverên wê yên dîrokî nehatiye kolandin. Ev bûye sedem ku niştecihên îro li wir dijîn. ji dîroka herêma xwe ne agahdar bin.

Elaça ya dîrokî

Elaça deverek dîrokî ye li Çiyayê Kizwanan û di navbera gundê Xezna û Xera de ye. Elaça ne kêmî Kelha Sukera û Mexlûca bi nav û deng e. Di salên berê de Elaça kaniyek mezin bû û ava wê bi kîlometreyan diherikî. Axa wê kevirî ye, gava mirov bi destê xwe axê dikole piştî çend santîman av derdikeve.

Şopên kaniyan

Mirov an jî lawirên di wir re derbas dibin dikarin tîbûna xwe bi wê ava kaniyê ku piçek diherike bişkînin û vexwin. Her çiqas ji ber guherîna avhewayê, şerê ku çêbûn û erdhejên ku rû dan kanî miçiqîbin jî, mirov şopên wê dibîne ku hîn zindî ye. Kaniya ku diherikî, seyran û civatên li dora wê û di bin siya darên biyê de dihatin gerandin, hîn di bîra şêniyên wê de ye.

Hîn dîroka wê nepenî ye

Elaça deverek dîrokî ye, lê bi qasî wê jî hîn tu zanyar an jî saziyên şûnwaran dîroka wê nas nekirine, ji ber kolandinek fermî çênebûye. Di serdema rejîma Baas de jî ti mîsyonên kolandinê nehatine wê herêmê.

Gorên kevnar yên li ser girê Elaça

Ji bilî kaniyê, li ser girekî goristana Elaça jî heye. Çend gor li wir hene, hîn nasname, ol, mezheb û zayenda kesên mirine û wan defin kirine nehatiye zanîn. Ji du gorên li wir ve tê zanîn ku ew seyda û rûspî ne. Ji goristana Elaça re “Xwediyên Elaça” tê gotin. Wate; kesên ku hatine definkirin bi xwe dibe ku xwediyên wê deverê bin.

Eliya ku di danesîna Elaça de ji ajansa mere axivî, behsa hûrguliyên wê devera ku heta niha nehatiye keşifkirin dike.

Ji bîra jinekê bîranînên li Elaça

Eliya dibêje ku li Elaça kaniyek mezin hebû ku ava wê bi kîlometreyan diherikî û wekî çemekî lê hatibû, lê niha hemû jî zûha bûye, tenê kaniyên biçûk yên mirov dema dimeşe dibîne, hene. Mirov an jî lawirên di vê deverê re derbas bibin, tî namînin dikarin avê vexwin. Her çiqas av kêm jî be, dikare tîbûnê bişkîne.

‘Ji kaniyên di kevirên çiya de darên hejîrên çolê şîn dibûn

Eliya da zanîn ku ji kevirên ku ji nav wan av derdikeve û dişibin kaniyên biçûk, darên hejîrê yên çolê şîn dibin û ev agahî dan: “Tenê li kaniya di kevir de çêdibin, darên hejîrên çolê şîn tên. Lê ji ber kêmbûna avê, darên ku berê li vê deverê bi hezaran şîn bûne, hemû hişk bûne. Tenê du sê dar ku rastiya vê gotinê piştrast dikin, mane.”

Gorên bê nav û nîşan in

Li ser gorên li jora girê Elaça Eliya dibêje: “Dapîr û bapîrên me li ser girê Elaça nehatine definkirin. Ev gor di dema bapîr û dapîrên me de hatine dîtin, lê kes nizane ji kîjan serdemê ve gor hene û kî li vir hatine definkirin.

Kevirê guvaştina zeytûnan

Eliya anî ziman ku li nêzî goran jî makîneya guvaştina zeytûnan, bi şêweyekî giroverî hatiye çêkirin hatiye dîtin û got: “Ev kevir ji dema dapîr û bapîrên me de heye, lê ev kevir çend salî ne hê jî kes nizane.”

Deriyên kovan nîşaneya hebûna kelehek di bin erdê de ye

Di wê deverê de deverek bin axê de heye veşartî ye, tenê sûrên wê ku mîna du deriyan beramberî hev in xuya dibin. Li ser vê deverê Eliya dibêje: “Li vir du deriyên beramberî hev diyar dibin. Eger ev dever were kolandin wê kelehek di bin erdê de were dîtin. Hebûna deriyan bi şêwayê kevan hatiye çêkirin, nîşaneyên mezin dide ku di bin vê deverê de kelhek veşartî heye. Ev nêzî 20 sal in, ev dever ji hêla bazirganên şûnwaran û qaçaxçiyan ve hatiye kolandin û ev derî xuya bûne. Ji bo ku bizanibin dîrok ji ku tê pêwîstiyê bi kolandinê heye.”

Kolandinên nezagonî û dizîna şûnwaran

Eliya da zanîn ku li vî çiyayî gelek kolandinên nezagonî ji hêla qaçaxçiyên şûnwaran ve çêbûne û ev agahî dan: “Gelek zêr û cêr hatine dîtin û dizîn, berkêşkek ji kevirê ruxam hatiye dîtin û dizîn. Kes nizane niha di van goran de jî çi heye ji derveyî kesên mirî. Di zemanên berê de mirî tevî zêr û pereyên xwe dihat definkirin. Eger ev der neyê kolandin, zor e ku dîroka wê were zanîn.”

‘Çiya ji bo me hê nepenî ye’

Eliya got ku bapîrên wan, ew û îro zarokên wan li ser vî çiyayî dijîn, lê yek ji wan jî tênegiştiye dîroka wê ya rastîn. Eliya bi şewqa naskirina dîroka çiya dibêje: “Çiya ji bo me hêj nepenî û veşartî ye. Pêwîst e zanyar û mîsyon werin keşif bikin, lêbigerin û bi me bidin naskirin. Heta îro jî kolandinên nezagonî yên bazirgar û qaçaxçiyan li vir, li şikeftên Çiyayê Kizwanan didomin. Ji ber ku parastinek pêwîst ji van cihên dîrokî re nayê bicihanîn, xeteriyên talankirina herêmê zêde dibe. Gelê herêmê hê jî li benda naskirin û keşifkirina dîroka çiyayê xwe ne û çavên wan li rêya hatina mîsyonên kolandinê yên fermî qerimîn.”