Leylaya ku ji komkujiyê rizgar bû, bû hêvî

Jinên Filistînî di nava tengasiyan de jiyanê, di nava xirbeyan de bajarê wêranbûyî ji nû ve ava dikin. Li dijî êşê bi fedakarî têkoşîna xwe didomînin û tevî mirina xizmên xwe, bi hêvî berpirsyariyên xwe bicîh tînin.

NEXEM KERACE

Xeza – Di nava xirbeyan de wek dîwarên ku ketine, di rewşeke xeyal jî tune bûne de, jinên Filistînî bi sekna xwe dibin sembolên berxwedanê. Li dijî tunebûnê serî radikin, tevî her tiştî dilsoziya xwe ya jiyanê diparêzin. Yek ji wan jinan jî Îbtîsam Zeydiye ya xaltiya Leyla Xidir e. Îbtîsam ji me re dibêje ku çawa di şevek de ji jînek ber bi jineke ku dikare ji zarokek sêwî re dayîktiyê bike ve çûye.

Di navbera jiyan û mirinê de şeva felaketê...

 Îbtîsam di şeveke tarî ya dema şer de, bihîst ku xwişka wê ya neh mehî ducanî bû, dema ku bi hevjîn û zarokên xwe û kesên ji cihên xwe bûne re li Taxa Sahabe ya bakurê Xezayê di heman malê de bû, di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye. Di wê komkujiyê de 120 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Xwişka wê dora rojê dê zaroka xwe bianiya dinê, lê mirin beriya wê hat. Îbtîsam di şokê de bû, di bin giraniya êşê de mabû, lê di nava wê hilweşînê de çirûska hêviyê vêket: Zarok sax mabû.

Îbtîsam, piştî ku bûyerê bihîst ber bi Nexweşxaneya Baptîst a li Xezayê ve beziya. Çavên wê li xwişka xwe ya ku winda bû digeriyan. Dema ku hat beşa birîndaran, zarokek bê nasname dît. Rûyê wê şewitîbû, çavên wê bi rondikan şil bûbûn, bi êş diqêriya. Wê demê agir bi dilê Îbtîsamê ket û qêriya. Pêşî nas nekir lewre ji ber agir, rûyê zarok diyar nedibû, lê hestên wê jê re gotin; “Ev Leyla ye... Tenê ew maye.”

Xwedîderketina li êşê

Îbtîsam Zeydiye xwedî li Leylayê derket. Ji ber kêmasiya amûrên tibî û çavkaniyên kêm, neçar bû bi mercên din re jî şer bike. Li nexweşxaneyê dermanên pêwîst tunebûn, hemşîreyan jê re gotin ku divê melhema şewatê û antîbiyotîkan bîne, lê pereyê wê tunebû dermanan bikire. Hevjînê wê li Başûrê Xezayê asê mabû, ew li Bakur bû. Hem hewl dida Leylayê baş bike hem jî dermanan jê re bibîne. Îbtîsam wê kêliyê wiha vegot: “Pereyê dermankirinê ji min xwestin. Mirina xwişka min û malbata wê ne bes bû, bi ser de jî vêya dikirin. Gelo em ê zarokên xwe çawa biparêzin? Ez amade bûm deyn bikim û çi di dest min de hebe bifroşim, tenê ji bo şanseke din bidim Leylayê.”

Piştî dermankirina mehekê, Leyla ji nexweşxaneyê derket. Lê birînên wê yên ruhî hê baş nebûbûn. Ji dengê bombebaranê ditirsiya, dema dengê teqînan dibihîst, xwe dixist hembêza xaltiya xwe, bişev digiriya digot; “Ev çi ye? Min bernede.”

Îbtîsam diyar kir ku Leyla wê mîna dayîka xwe dibîne û wiha got: “Piştî komkujiyê yekem car min ew hembêz kir, rondikên wê paqij kir. Weke ku wê jî germahiya min hîs kir, lê carna pirsa dê û bavê xwe dike. Dema ez jê re dibêjim li bihuştê ne, çavên wê dibiriqin. Tu dibêjî qey fam dike ku ev cîhan ji bo mirovên baş tenê windabûn e.”

Jinên Filistînî li dijî çarenûsa tarî peywireke pîroz dikin

Îbtîsam Zeydiye bi tenê nîne, bi sedan jinên Filistînî ji zarokên ku dayîkên wan mirine re dayîktiyê dikin. Tevî êşên xwe jî wan bi germahî hembêz dikin. Di nava şer de jinên Filistînî, dibin xeta yekem a parastinê. Tevî hemû wendahiyan jî xwe li jiyanê digrin. Di Roja Jinan a Cîhanê de li çar aliyên cîhanê ji bo jinan peyamên spasiyê û diyarî tên şandin lê jinên Filistînî li ber malên xwe yên hilweşiyayî, sekinandî ne. Zarokên ku ne yên wan in, hembêz dikin. Ne tenê bi şerê xwe re, bi şerê kesên din re jî hevrû dibin, lê dizanin ku divê li cîhê xwe bimînin û tevî her tiştî jî jiyana xwe bidomînin.

Îbtîsam Zeydiye destnîşan kir ku ew ji bo bêhêvîtiyê nehatine afirandin û wiha domand: “Jinên Filistînî ji bo berxwedanê hatin afirandin. Di bin xirbeyan de jî em ê jiyanê hembêz bikin. Em ê kaosan derbas bikin, birînan bibêçin, di nava êşan de hêviyê ava bikin. Dibe ku em bişkên, lê em tu car natewin.”

Çîrokeke bêdawî...

Leyla Hidrî, salek li ba Îbtîsam Zeydiye mezin bû, lê heman zarok nebû. Bêdengtir bû, bi zarokên din re wek berê nikaribû bilîze. Çavên wê çîrokeke bi hêsanî nayê vegotin di nav xwe de dihewandin, lê hewl dida bikene. Hewl dida zarokatiya ku bi carekê jê hatibû girtin, careke din qezenc bike.

Jinên Filistînî ne tenê dayîkên zarokên xwe ne, dayîkên neteweyek in. Di nava xirbeyan de barê jiyanê hildigrin û hewl didin şanseke din bidin jiyanê. Îbtîsam got ku “Em bi rastî najîn, tenê hewl didin zindî bimînin. Her roj ji bo pariyek nan, ji bo derman û kêliyek bi ewle em têdikoşin. Min di kêliyek de xwişka xwe û malbata wê winda kir, ji nişka ve bûm dayîka zarokek ku şer jiyana wê perçe kiriye. Dema ku Leyla li min dinhêre û pirsa dê û bavê xwe dike, nikarim bersiv bidm. Ez ê çawa jê re bêjim ku di dinyaya lê dijî de zarokên biçûk jî nayên efûkirin! Ez ê çawa bêjim, ez bi xwe jî nizanim dê sibe bi xwe re çi bîne? Li vê derê hewa jî xemgîn e, xewn şikestî ne.”

Di nava hilweşînê de, êş ne bi hejmara miriyan, bi valahiya ku di dilê saxan de hiştine tê pîvan. Jinên Filistînî li ser xirbeyan rûnanên û nagirîn, radibin ser xwe, zarokan digrin ser milên xwe û bi derfetên biçûk jî hewl didin jiyanê ji nû ve ava bikin. Ew birînan dipêçin, sêwiyan aş dikin û tevî hemû êşan jî hewl didin neşkên û bi berxwedanê jiyana xwe didomînin.

Li Filistînê lukseke jinan tune ye ku demên dirêj şînê bigrin. Her deqe berpirsyariya wan heye, zarokek ku hewceyî hembêzkirinê ye, maleke ku divê ji nû ve were avakirin, hêviyek ku di nava kavilan de ji nû ve şîn bibe heye. Tu kes napirse û nabêje; “Dê kî birînên wan bipêçe?”