Kurdê Ehmed: Li hemberî hêzên dagirker têkoşîna jinên Kurd mezin dibe

Lêkolîner û civaknas Kurdê Ehmed diyar kir ku hêzên dagirker, bi zextan hewl didin çanda Kurd û hêzan jinan qels bikin û got ku li hemberî vê jinên Kurd di tevahiya dîrokê de bi têkoşîn û şoreşê li ser piyan mane.

HÊLÎN EHMED

Silêmaniye – Pergala jiyanê bi jinan ve girêdayî ye. Civakek dema azad be, jinên wê jî azad in. di çand û kevneşopiya Kurdan de têkoşîneke mezin a jinan hebûye û hê jî ew rehê têkoşînê hebûna xwe didomîne. Bi êrîşên dewletên cîran ên leşkerî re, piştî ku Kurdistan hat perçekirin, hewl dan çandên din li ser jinên Kurd ferz bikin. Ji ber ku bi rola wan a di dîrokê de dizanibûn, hewl dan wê xeza azad a di nava civakê de qels bikin.

Jin ji ber ferasetên eşîret û hêzên derve, di nava sînorên malan de hatine girtin, hewl dan wan ji xebat û têkoşînê dûr bixin. Dewletên mezin ji deng, sores û berxwedana jinan ditirsin lewre baş dizanin ku jin ji bo ax û mafên xwe têkoşînê bi fedakarî dimeşînin. Di çanda dagirkeran de jin tên çewisandin û di nava malan de tên girtin lê li hemberî vê yekê jin bi riya şoreş û berxwedanê têkoşîna xwe didomînin. Şoreşa dawî ya bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir, şoreşeke mezin e û bi vê şoreşê berxwedana jinan mezintir bûye.

‘Hêz û îradeya jinên Kurd dewletên dagirker dihejîne’

Lêkolîner û civaknas Kurde Ehmed wiha dibêje: “Ji ber ku Kurdistan ji aliyê dewletên hegemon ve hat perçekirin, parastina ax û welat pir zor e û her dem rastî êrîşên fizîkî û derûnî tên. Di van mercan de jin derbên giran dixwin û ji krîzên civakî zêdetir zirarê dibînin. Jin dema li mafên xwe digerin û hewl didin peywirên xwe bi cih bînin, rastî şîdetê tên. Bi zorê tên zewicandin, ji derfetên kar bêpar in, rastî îşkenceya derûnî û fizîkî tên. Li cîhanê di gelek civakan de jin rastî şîdeta bi vî rengî tên lê li Rojhilata Navîn bi taybetî ji ber hebûna çanda dewletên dagirker, jin zêdetir zirarê dibînin, duqat şîdetê dibînin. Hem şîdeta derûnî hem jî fizîkî û tên kuştin. Li hemberî van êrîşan, jin bi îradeya xwe dibin bersiv û mirov dikare bibêje ku gelek guherîn çêbûne. Bi saya têkoşîna jinan li herêmê nasnameya jinan tê parastin. Jinan di warê ziman, çand û kevneşopiyan de roleke girîng ji bo parastinê girtine ser xwe.”

Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hêz û îradeya jinan derxistiye hole. Tevî şîdet û zextê jî jin êdî îradeya xwe nas dikin û rê û rêbazên têkoşînê baş bi kar tînin. Bi cesareta xwe pêşengî ji berxwedan û pêşketina civakê re dikin. Pergala jiyanê bi jinan ava dibe; ango di her civaka ku gihîştiye azadiyê de, jinên azad hene lewre yên ku teşe didin civakê û pêşerojê ava dikin jin in. Jinên Kurd li Iraqê ji jinên ku li wê derê dijîn cudatir in. Tevî feraseta serdest û girtî ya mêr jî, şiyar û zana ne.

‘Jinên Kurd di tevahiya dîrokê de di têkoşîn û şoreşê de cihê xwe girtin’

Kurdê Ehmed bal kişand ku hêzên dagirker beriya her tiştî hewl didin çand û nasnameya Kurd qels bikin û wiha domand: “Ji ber vê rewşê jin her dem bi pirsgirêk û şîdetê re rûbirû dimînin. Ji bo jinan di bin zextê de bigrin, çanda derve li ser wan ferz dikin lê xeta berxwedêr a ku ji dîrokê ve bi jinên Kurd re heye li dijî vê yekê xwe diparêze. Vê xeta têkoşînê, nifş bi nifş dimîne. Li her çar aliyên Kurdistanê hêzên dagirker hewl didin çanda xwe bidin ferzkirin. Jixwe pirsgirêkên ku di nava malbatan de derdikevin û pirsgirêkên civkaî, ji ber van polîtîkayên dewletên dagirker çêdibin. Armanc ew e ku jina ji têkoşîn û berxwedanê dûr bixin lewre ji îrade û hêza jinên Kurd ditirsin. Her dem astengiyan derdixin û hewl didin wan tenê di nava malbatan de bihêlin. Naxwazin di qada giştî de bixebitin û bikevin nava civakê.”

Kurdê Ehmed gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em jin tevî hemû astengî û zoriyan jî berxwedana xwe didomînin. Her roja me weke 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, roja têkoşînê ye. Çiqas astengiyan derxin jî em ji bo derbaskirina wan astengiyan têdikoşin. Em ê li Rojhilata Navîn ji bo nîşandana hêz û behreyên jinan hewldanên xwe bidomînin. Jixwe mînak gelek in. Jinên Kurd di hemû şoreşên Kurdan de roleke girîng lîstine. Ez 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê bi taybetî li jinên Kurd ên têkoşer pîroz dikim. Li hemberî hemû pakrewanên jin bejna xwe ditewînim. Di şeran de jinan ji bo axa xwe û azadiya xwe, canê xwe feda kirine. Têkoşîna wan bûye sembola hevgirtin û berxwedanê. Dê têkoşîna jinan bidome. 8’ê Adarê îsal dê li çar aliyên Kurdistanê nîşan bide ku berxwedana jinan mezintir bûye.”