Krîza li Sûriyeyê her diçe kûrtir dibe
Êrîşên li dijî Rojava, ji şerê herêmekê wêdetir, wek gavek berfireh a tasfiyeyê li dijî azadiya jin, jiyana demokratîk û îradeyan gelan tê meşandin.
ROJBÎN DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Sûriye, ji 2024’an ve heta niha careke din ket vîrajek hişk a dîrokî. HTŞ ku wek bermahiyên El Qaîde, El Nusra û DAIŞ’ê tê dîtin, piştî bi desteka hikûmeta Tirkiye û dewletê, Şam girt destê xwe, li welat rewşak a tund ava bû. Ji xwe Sûriyeya ku bi salene bi krîza navxweyî de di qirika hevdû dene, vegeriyaye qada hesabdayînê ya hêzên kûrewî û herêmî, bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyem. Tiştên îro tên jiyîn ne tenê têkoşîna desthilatê ye, teyîsîna pirsgirêka pergalî û kaosek kûr ku hemû herêm xistiye nav de.
Sûriye, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bû yek ji welatên ku pergela siyasî herî bo zorê lê hatî avakirin, heta ev pêvajo temam bû, bi caran rêveberî hate guhertin. Beriya 1918’an, Sûriyeya ku dibin serweriya Osamaniyan debû, piştî şer kete bin destê Mandaya Fransa. Pêşengiya serhildana Ereb ku li dijî Fransa pêşketî Dûrzî û Kurdan kiribûn. Piştî van têkoşînê, herçend ji aliyê Franse ve wek bi dawî temam bûbe jî, bi serokatiya Haşim el-Etasî, rêveberiya Bloka Ereb a Neteweyî girt dest û heta 1939’an desthilata xwe domandibû. Pergala civakî ya welat a pir etnîk û pir bawerî, ji ber nêzîkatiya dewleta navendî hertim di nava rageşiyê de mabû. Ji ber vê darbe, tevliheviyên navxweyî û serhildan, di siyaseta Sûriyeyê de bûye parçeyek ji rêzê.
Xala şikestinê jî di 1961’ê de dema ku rejîma Baasê bi temamî desthilatdariyê girt destên xwe hat jiyîn. Rêveberiya Baasê bi riya destûra bingehîn a ku amade kiriye, pirrengiya etnîkî û bawerî red dike û aqilê dewletek yekkesî û despot ava kir. Bi vî awayî Sûriye ji welatek ku li gel cudahiyan rêve dibe derket û vegeriya pergalek ku bi poltîkayên înkarê tê rêvebirin. Di destpêka ên ku bi awayek herî giran bedelên vê înkarî dayîn Kurd hatibûn. Kurd û gelek pêkhatiyên din di destûra bingehîn de tine hatibûn hesibandin, hebûna wan nehatibûn nasîn, mafê wan hatibûn xespkirin. Kurd di metnên destûra bingehîn de bi îfadeyên wek ‘biyanî’ û ‘mêhvan’ hatibûn pênasekirin. Ev nêzîkatî ne tenê dûrxistinek hiqûqiye, di heman demê de bûye çavkaniya travmayên civakî ya kûr. Tu caran ji dewletan bawer nekirin, qutbûna civakî jî herku çû kûr bû.
Kurd di nava van hemû zextan de, xwe sipastin çanda xwe û hewl dan li ser lingan bimînin. Hewldanên wan a hebûn û pêşxistina îradeya xwe bi awayek pergalî hate astengkirin. Bi demê re vê rewşê wek çernûs qebul kirin. Serhildanên Kurd ên li parçeyên di bilind bûne şopandin, derî ji Kurdên ku ji ber zextê reviyane vekirin, ew xistin hembêza xwe de. Tevî vê jî dûrî qada siyasî ku bikarin têkoşîna hebûna xwe lê bidin meşendin hatin hiştin.
Di salên 1980’an de, nasîna wan a bi Rêber Abdullah Ocalan re û dilsoziya bi Partiya Karkerên Kurdistan ku di pêşentiya wê de şikil girtî û hatî avakirin, ev tablo guhert. Ev temas, di aliyê Kurdistana Rojava de, ne tenê pêvajoyek a rêxistinê ye, di heman demê de bû wateya nefesa jiyanek nû. Piştî wê rojê Rojava, hê bi hêztir hembêzî têkoşîn hebûnê bû. Hêviya jiyana nû ya bi ziman, çand û nasnameya xwe mezin kir.
Îro ji bo fêmkirina kaosa ku li Sûriyeyê tê jiyîn, tenê li nîqaşên rojane temaşekirin têrê nake. Ji ber di van xakan de, krîz ne rewşek demki ye, wesfek a pergalî û dirokî dihilgire. Heta ev krîz neyê çareserkirin, ne Sûriye ne jî li herêmê, aştiya mayînde dê ne pêkan be.
Li Rojhilata Navîn şerê xetan û rastiya Rojava
Şoreşa 2011’an ku li Rojava derketî, ne serhildanek ku ji nişkave geş bûye. Wek berhemek a bîra civakê, têkoşîna rêxistîn û keda bi salan pêşket. Di pêvajoya 2011’an de, li herêmê hêzek ku dînamîk û rêxistinî derketî pêş pêkhatina Kurd, bû yek ji astengiyên herî mezin li pêşiya hesabên serweriya Rojhilata Navîn.
Ji ber vê, ji bo fêmkirina serhildana gel a li Rojava pêşketî, tenê bi mêzekirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ne têrker bû. Bi pergala Manda ku di sedsalên dawî de li Rojhilata Navîn tê ferzkirin, divê ji mêtîngeriyê çawa hetiye îdeolojîkkirin were mêzekirin. Di sedsala borî de, hêzên mêtînger ku ronîbûna Rojhilata Navîn û pêşxistina ronesesansa xwe asteng dike, vê erdnîgariyê ji bo projeyên xwe kiriye qada ceribandin û ezmûnan. Herêm, bi plannên ku awayê wê tê guherin, lê belê bingehê wê heman bûye ‘sahaye ceribandinê’.
Armanc vekiriye: Bila gel çarenûsa xwe diyar nekirin, serwerî neyên lêpirsînkirin, sazûmaniya mêtîngeriyê bêyî rastî qutbûnê were bidome. Îdeolojiya xeta ku îro li Rojhilata Navîn tê ferzkirin, rastiyek texrîbkar û hişk ku xwe ji zîhnyeta mêtîngerî û hilweşîna modernîteya kapîtalîste. Di aliyê vê zîhnyetê de Rojhilata Navîn, tê wateya ewlehiya rêyên enerjiyê, bê navber herikîna çavkaniyan û kontrola herêmê.
Ji ber vê hêzên wek DYE, Îngiltere, Fransa û Elmanya, hewl dide hebûna xwe ya li herêmê, li ser qada Îsraîl ku her ku diçe berfireh dibe grantî bike.
Nêzîkatiya komunalîst a Îsraîl karbondioksîtê dide derve
DYE, Îngiltere, baskên van ên di bin de Fransa û Elmanya, ewlehiya xwe ya li Rojhilata Navîn girêdayî hebûn Îsraîlê û qada wê ya serwer a berfireh dibe kiriye. Ev aqilê ku modernîteya kapîtalasît ferzî derve dike, di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn mehkumî sazûmaniya mêtingeriyê dike.
Aliyê îronîk ê kar ev e: Îsraîl, di nava civaka xwe de girîngî dide jiyana komunal, hişyariya ekolojîk û piştevaniya civakî lê heman jiyan ji bo gelên Rojhilata Navîn tu caran pêşbînî nake. Pergal hema bibêje wek mekanîzmeyek ku karbondioksîtê dide derve û oksîjenê ji bo xwe vediqetîne tê bikaranîn.
Ji bo ev plan bikevin meriyetê, Rojhilata Navîn, her dem di nava krîz û pevçûn û kaosê de hiştin tercîh dike. Di vê tabloyê de, gelên Ereb jî di nava pergalên netew-dewletê de hatine hepskirin, bi torên, eşirî, elîtîst û têkiliyên berjewendiyê, di salên dawî de li ser pegalên çeteyan di nava sazumaniyek tarî ku kûr bûye û îradeyek hevpar nayê, derxistin holê. Berjewendiyên civakî û neteweyî, destkeftiyên şexsî paşde avêtiye.
Pergalên çete yên cîhadîst wek DAIŞ, El Nusra û El Qaîde ku di 2014’an de anîn sehneyê, amûreke van polîtîkayên li qadê ye. Ev rêxistin, bi awayek li gorî ruhê kapîtalîzmê, ji nirxên etîk, exlaqî û mirovî paqij kiriye, li ser tirsa civakê, wehşet û qirkirina jinan teslîmgirtin sazûman kirine. Talîban jî wek rûyê din ê vê planê hatiye pêşxistin.
Hinek dewletên wek Tirkiyeyê, ji ya wan ve parçeyek a vê planê nê ne û ketine nava lêgerîna hevkariya bi van hêzan re û xizmetê ji wan re bike. Lê belê dem, divê mijarê de li beramberî kesê bi wijdan nebin.
Ev şer li dijî şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêşketî ye
Astengiya herî bi hêz a li beramberî vê tabloya tarî di sekine, Şoreşa Rojava ku xwedî pradîkmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Rojava ne kombûnek a tesdufe, xetek xwedî bingehek îdeolojîk, dikare hevsengiyên herêmê bi xwîne û tasavura pêşerojê ye. Tam ji berê vê tên hedefgirtin.
Divê wateyê de pevçûnên ku di nava salekê de derketine pêş, şerê xetane. Ev zîhnyeta ku gel ji hev dide şikandin, jinan tine di hesibînin di her qadê de xwe dide der. Îro li Sûriyeyê rejîma Baas dest guhert, enceq vê carê Baasiyên ku xwedî zîhnyeta radîkal derketiye sehnê. Êrîşên li dijî Kurdan, Dûrzî, Elewî û Suniyên sekuler tê meşandin, encama vê rewşê ye.
Hêzên derve di plannên ‘Îsraîla mezin’ û ‘avakirina dewletên Manda’, tinehesibandina gel û jinan, barbartiya di nava şer de tê meşandin, himendiya wehşet û civakê wek pirsgirêkek cidî neyê dîtin. Li dijî vê tabloyê îfadeya herî giran tên ziman, gelek deman tenê bi gotina ‘em bifikarin’ sînordar nabe. Lê belê ev fikar, ji çireye, kêre û di kijan astê deye ne diyare.
Ji 6’ê Çileyê ve şerê qirkirinê ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan tê meşandin, pêkanînek şênber a vê tabloyê ye. Armanc, tasfiyekirina destekftiyên gelê Kurd û bi taybet jinan bi destxistine û hişyar bûye û hebûn qezenc kiriye.
Bi deh hezaran DAIŞ’î niha li Sûriyeyê ne
Li Reqayê windakirina DAIŞ’ê ne tenê serkeftinek leşkerî bû. Li wî bajarî jinan piştî bi salan ji nûve nefes girt. Lê belê Kurd û hêzên demokratîk di rêveberiya Reqa de bûna xwedî gotin, di aliyê hêzên derve de nayê qebulkirin. Hewldanên Kurd û Ereban bînin beramberî hev, tam ji ber vê xistin dewrê.
Heman senaryoya qirêj li Dêrezorê hatin ceribandin. Lê belê Kurdan tercîh kirin ku nekevin vê xefikê û ji van qadan bi temamî vekişiyan. Îro vekirina deriyên girtîgehên ku bi hezaran DAIŞ’î têde û dibin kontrola koalîsyonê deye ne tesadufe. Nêzî 5 hezar DAIŞ’î divê pêvajoyê de hatin berdan. Li gel HTŞ û komên din ên çete ev hejmar 50 hezar derbas kir. Ger ên ji Kampa Holê hatine berdan lê were zêdekirin, bi dehhezaran çeteyên DAIŞ belavî herêm û dinyayê hatine kirin.
Dewletbûna vê pargala çete ku dijminê demokrasî, azadiya gelan û mafê jinan, wek projeya nû ya Rojhilata Navîn tê dîtin.
Tevî van hemû êrîşan, li Rojavayê Kurdistanê, Kurd, Sunî, Ermenî û aligîrên demokrasî yên Ereb hê li ser linganin. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêşketî, bedelên giran dane. Lê bin netiye. Îro her cihê ku Kurd lêne qada têkoşînê ne. Ev berxwedan, têkoşîna bûna îrade ya gelên ku li dijî pergala qirkirinê ya li Rojhilata Navîn tê ferzkirin e. Pirsgirêka bingehîn jî tam eve.