Koya di navbera kevnariya mîmarî û xetereya jêbirina dîrokê de ye
Bajarê Koyê di xetereya jêbirina ji kevnariya mîmarî û xanîyên kevin û çandî de ye. Yek ji dibistanên ku Necîbe Xanî Celîzade wek yekem jina Kurdistanê lê xwendiye, di xetereya wêrankirinê de ye.
ŞILÊR KOYE
Koye- Dema behsa şaristanî, dîroka xwendin, nivîsandinê û pêşketina Kurdistanê tê kirin, navçeya Koya li pêş e. Koya ne tenê erdnîgariyeke axê ye, di heman demê de muzexaneyek vekirî ya dîrok, çand û nûjeniya mîmariya Kurdan e. Xanî û cihên çandî yên vî bajarî nasnameya zindî ya serdema zêrîn a endezyariyê ye ku tê de kerpîç û kevir şahidên pêşkeftina rewşenbîrî û civakê bûne, lê dîmenê îro nîşan dide ku gelek xanî hilweşiyane û yên din li ber metirsiya wêranbûnê ne.
‘Xaniyên dîrokî li ber hilweşînê ne’
Endezyar Hajan Nafe ji ajansa me re axivî û behsa endezyariyên ku di sedsala borî de li Koyê hatine çêkirin kir. Hajan her wiha bang li aliyên peywendîdar kir ku van sembolên dîrokî ji metirsiya tinebûn û windabûnê rizgar bikin.
Endezyara şaristaniyê Hajan Nafe, got ku xaniyên ku li Koyê bûne abîdeyek mîmariya kevnar, niha piraniya wan hilweşiyane an jî winda bûne, yên ku mane di xetereya hilweşandinê de ne û wiha got: “Me her tim tekezî li ser dilsoziya karê xwe kir. Ji me re hat gotin ku em dilsozê karê xwe yê mîmarî bin. Ez li ser hin ji van xaniyan xebitîm ku nêzî 100 xaniyan bûn. Karê wê gelek bi hesas û bedew û endezyarî hatine kirin ku her çend ev xaniyên kevin ê beriya sedsal û zêdetir be jî. Dema em dibînin ku ev xaniyên kevin tên hilweşandin, em difikirin ku em hebûnek xwe ya hêja winda dikin.”
‘Koya ji aliyê xaniyên çandî ve dewlemend e’
Hajan Nafe da zanîn ku Koya ji aliyên xanîyên çandî ve pir dewlemend e, ji ber vê ger hilweşin û winda bibin dê zirarek mezin bide şaristaniya dîrokî ya bajêr û wiha got: “Li vir ji du aliyan ve zirar heye. Yek jê endezyaran li ser wan xaniyan lêkolîn dikin. Ger xanî ji nav çûn, wê nemîne. Li aliyê din li welatan cihên kevnar ên dîrokî tên parastin û kirine otêl û muzexane û cihên bingehîn. Li gel me ji dest diçin, lê belê Koye û bi giştî Kurdistanê girîngî nadin cihên kevnar û gelek girîng e ku ev cihên dîrokî bên parastin.”
‘Bila xanî bên nûjenkirin’
Hajan Nafe got ku divê hemû cih bên nûjenkirin, wek mala melayê mezin, yek ji zanyar û nivîskarên navdar ên Kurd. Piraniya van xaniyan ji kerpîçan hatine çêkirin, xaniyên kevir derengtir ji nav diçin û got: “Mînak xaniyê binemala ‘Melayê mezin’ ya Celîzade, dikarin bikin pirtûkxane an jî muzexane. Gelek karê endezyariyê têde hatiye bi karanîn. Yên herî girîng jî ban û dîwarên ku bi qasî metreyekê fireh in kerpîç û keviran hatine bikaranîn in. Yek din ji başiya van xaniyan hewşa wan mezin û kanî tê de heye. Ev hemû şêwazek endezyariyê ya bedew a berê nîşan dide. Ger xaniyên din bi vî rengî bên nûjenkirin, dê ji bo Koye gelek bi sûd be.”
‘Divê dîroka me bê nûjenkirin’
Hajan Nafe wiha got: “Niha yek ji girîngtirîn cihên dîrokî ku di demên berê de Dibistana Hacî Qadir bû. Necîbe Xanî Celîzade yekem jina ku li Kurdistanê lê xwendiye bû, li vir xwendibû. Ev der niha tê wêrankirin. Ev der, sembola peşketinê ye. Divê bihata nûjenkirin, ne wêran bibûya. Ger ev cih bên nûjenkirin û bibin dibistan û dûbare kar tê de were kirin. Ji ber ew dîroka me ye, dikare li ser heman nexşeyê ji nû ve were avakirin. Ne karek giran e. Di dawiyê de, ez dixwazim bibêjim ku divê herêma Kurdistanê girîngî bidin cihên dîrokî û ji hilweşînê biparêzin, ji ber ew bingeha Koyê ye, ez di wê hêviyê de me Rêveberiya Arkeolojiya Koye van xaniyan nûjen bikin.”