Kovara Nîsan derket: Cih dide têkoşîna 11 salan a jinên Êzidî

Bi mebesta 11’emîn salvegera fermana 74'an a li ser Şengalê û wek bersîvek ji vê fermanê re, kovara Nîsan hat derxistin. Ev kovar di encama têkoşîn û berxwedana 11 salan a jinên Êzidî de derket holê.

CÎLAN ROJ

Şengal – Jinên Êzidî ku ev 11 sal in li dijî her cure êrîş û êrîşên qirkirinê, li ser bingeha xwe rêvebirin û xweparastinê liberxwe didin, yekem car ‘Kovara Nîsan’ derxistin. Kovara Nîsan bîrdozî, civakî û çandî ye. Di encama têkoşîn û berxwedana 11 salan a jinên Êzidî bi hejmara xwe ya yekemîn bi dirûşma ‘Em ê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên Êzidî hilînin’ derket û dê di 3’ê Tebaxê roja fermanê de bê belavkirin. 

Nîsan di baweriya Êzdayetî de avabûna gerdûn û nûbûna xwezayê her wiha afirandina hemû zindiyan e. Kovara Nîsan wek bersiva fermana 74'an. Bi zimanê Kurdî û Erebî tê amadekirin û dê her sê mehan carekê bighêje ber destê xwînerên xwe. Derbarê pêvajoya amadekariya Kovara Nîsanê de endamên Ragihandina Jinê yên ku di amadekariya kovarê de cihê xwe girtine û bi kedeke mezin kovar derxistin, ji ajansa me re li ser armanca derxistina kovarê nêrînên xwe anîn ziman.

Bibîranîna şehîdan û silavkirina jinên berxwedêr

Rojnameger Rojîn Hebabî di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermana 74'an bi bîr anî û têkoşîna jinên ku ev 11 sal in dimeşînin silav kir. Rojîn Hebabî diyar kir ku ew ber bi 11’emîn salvegera fermanê ve diçin ji ber vê êş û birîna civaka Êzidî nû dibe û wiha got: “Di nav 11 salan de guhertinên girîng di nav civakê de çêbûn. Me ferman ji bîr nekiriye û hemû zarokên vê fermanê ne. Li dijî vê fermanê em xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Ragihandin û çapemeniya Şengalê li ser şopa şehîdan kar û xebatên xwe dimeşînin. Em li ser şopa şehîd Nûjiyan in. Şehîd Nûjiyan li Şengalê ji bo derxistina rastiyê canê xwe da û em kameraya wê li erdê nahêlin.”

'Kovar navê xwe ji nûvejînê digre'

Rojîn Hebabî destnîşan kir ku ev demek e amadekariya kovarê dikin da ku di 11’emîn salvegera fermanê de bigihîn ber destê xwîneran û wiha behsa armanca derxistin û navê kovarê kir: "Ev kovara yekemîn a jinan e ku di nav civaka Êzidî de tê derxistin. Di kovarê de mijarên wek ramanên Rêber Apo, Jineolojî, Ciwan, leşkerî, kar û xebatên jinan, zarok, helbest, biranîn, serpêhatiyên jinên esîr, bîr û bawerî cih digire. Me xwest bi kovarê re reng û berxwedana jinên Êzidî nîşan bidin. Kovar navê xwe nûvejînê digire, ji ronesansê tê. Em wek jinên Êzidî di nav 11 salan de nûvejînek di xwe de ava kir, me xwe perwerde û rêxistin kir. Li ser van esasan me ev kovar derxist. Meha Nîsanê di nav civakê de xxwedî girîngiyek mezin û pîroz e. Ji ber di meha Nîsanê de, di xweza û gerdûnê de nûvejîn çêdibe û meha vejîna Rêber Apo ye. Ji ber vê me kovar bi Nîsan binav kir."

Kelecana derxistina kovara yekemîn

Di axaftina xwe de Rojîn Hebabî da zanîn ku jinên Êzidî di 11 salan de li gelek qadan xwe pêş xistine, qada ragihandinê jî yek ji van qadan e û ev nirxandin kir: “Kovar bi encama kedeke mezin derket. Em ji ber derxistina vê kovarê gelek kelecan in. Em vê kovara yekemîn a Nîsan diyarî Rêber Apo dikin. Ji ber ev kovar encama fikir û felsefeya Serok Apo ye. Her wiha diyarî her jinek Êzîdî û hemû jinên cîhanê dikin. Em ê bibin deng û rengê jinan. Her wiha em spasî her kesên ku ji me re bûn alîkar bi taybet ragihandina YPJ’ê dikin ku di derxistin û amadekariya kovarê de ji me re bûn alîkar."

‘Me xwest kovar bibe bersiva fermanê’

Rojnameger Nûjîn Êzdî jî destnîşan kir ku bi wesîleya salvegera fermanê ragihandina jinê ya Şengalê kovarek bi navê Nîsan derxistiye û wiha axivî: “Wate û girîngiya wê cuda ye. Beriya 11 salan jinên Êzidî nikarîbûn rabin ser xwe lê niha bi navê jinên êzidî kovarek tê dexistin. Ji ber ku di civaka Êzidî de meha Nîsanê xwedî wateyek girîng e, me navê Nîsan hilbijart. Kovar ji beşa Kurdî û Erebî pêk tê. Me xwest vê kovarê bi wesîleya salvegera fermanê yekemîn çapa xwe ragihîne û wek bersiva fermanê be. Ev kovar dê bibe wesîleya ku jinên Êzidî hê zêdetir xwe nas bikin. Dê sê mehan carek bigihêje ber destê xwînerên xwe û di salvegera 11’emîn de kovar were belavkirin. Bi riya vê kovarê hewl didin xwe bighînin hemû jinên cîhanê da ku ew asta têkoşîna jinên Êzîdî bibînin."

Sedema bijartina navê ‘Nîsan’

Bêrîvan Çiya jî da zanîn ku wek ragihandina jinê li Şengalê kovarek bi navê Nîsan derdixin û bi van hevokan sedema hilbijartina navê Nîsanê anî ziman: “Wek civaka Êzidî meha Nîsanê ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Di meha nîsanê de dinya kewiye û bûka salê ye, ji ber vê pîroz e. Bi rojabûna Rêber Apo re jin ji nû ve vejiya. Em vê kovarê diyarî şehîd Nûjiyan dikin ku di fermanê de bibû dengê jinên Êzidî. Daxwaza Nûjiyan ew bû ku jinên êzidî xwe pêş bixin. Em jî wek ragihandina jin li ser xeta Nûjiyan kar û xebat dimeşînin. Hedefa şehîd Nûjiyan nîşandana rastiya jinên Êzidî bû û em jî hewl didin vê hedefê pêk bînin. Em kovarê diyarê Rêber Apo û her jinek dîlgirtî dikin. Di vê kovarê de armanca me nîşandana rêxistinbûna jinan û kar û xebatê wan e.”