Kovara jinên Cezayirê ‘La Place’ bal dikşîne ser têkoşîna jinan

Hejmara sêyemîn a ‘La Place’ hat weşandin. Yek ji damezrînerên kovara jinan a "La Place" Saadîa Kasim destnîşan kir ku ev kovar ji bo piştgiriya têkoşîna jinên Cezayîrî tevkariyê dike.

NECWA RAHIM

Cezayir – Kovara jinên Cezayirê "La Place" bi ekîbeke jinan re pirsgirêkên jinan ên li Cezayîrê cih digire û zehmetiyên ku jin di hemû qadên jiyanê de rû bi rû dimînin radixe ber çavan. Kovar bi pêşkêşkirina mijarên ku ji bo dengê wan were bihîstin, piştgirî dide têkoşîna rojane ya jinan.

Kovara "La Place" ji jinên Cezayîrî re platformek bi bandor û dînamîk pêşkêşî wan dike, rê dide wan ku nêrînên xwe bînin ziman û mijarên ku bandorê li jiyana wan dikin nîqaş bikin. Ev weşan bi bal kişand ser guhertinên qanûnî û civakî yên ku ji bo pêşdebirina mafên jinan dibe alîkar, berdewam dike ku nêrînek azad û serbixwe ji mijarên girêdayî jinan re bîne.

Bi boneya roja cîhanî ya jinan, hejmara sêyem a kovara “La Place” derket. Di vê mijarê de mijarên girîng hene ku ronahiyê dide ser pirsgirêkên civakî û hiqûqî yên jinên Cezayîrî.

Mijarên sereke yên hejmara sêyemîn a kovarê; Dosyaya 40 saliya Zagona Malbatê, têkoşîna jinan a hiqûqî û azadiya jinan e.

Ji damezrînerên kovarê Saadia Kasim têkildarî hejmara sêyemîn a kovarê ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî hatiye weşandin axivî. Saadia Kasim got: “Kovara me ji jinan re platformek peyda dike ku dengê xwe bidin bihîstin û rê dide ku bi azadî pirsgirêkên xwe nîqaş bikin.” Saadia Kasim tekez kir ku hemû kovar ji aliyê tîmeke jinan ve hatiye amadekirin û got ku hemû qonax, di nav de edîtorî, nivîsandin, werger, sêwirana bergê û hilbijartina rengan jî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.

Kovar dê li ser mijarên mafên jinan û wekheviya zayendî bidome û têkoşîna jinan a di qadên hiqûqî û civakî de bê vegotin.