Kooperatîfên jinan xaleke ber bi civakeke demokratîk û aştiyane ve ye – GOTAR

Kooperatîf, bi taybetî yên ku balê dikşînin ser hêzdarkirina jinan, di nava krîzên ku welatên Rojhilata Navîn dikşînin de amûrên bi bandor in ji bo pêşxistina demokrasî û aştiyê.

MEWLÛDA ÎBO

Civaka ku ji 500 hezar sal beriya zayînê be heta roja îro hebûna xwe berdewam kiriye û mirovahiyê vejandiye, rastî û jiyana me bi awayekî eşkare kiriye ku bi çend hevok an peyvan nayê îfadekirin an jî pênasekirin. Ev civak şoreşek berdewam bûye ku bandor li jiyana me heta roja îro kiriye, tevî derbasbûna demê û zextên ku lê hatiye kirin.

Ev civak bi êrîşên ji aliyê zihniyetên otorîter ên cihêreng û dijwar-navkirî ve rûbirû maye û rastî gelek awayên hilweşandin, îstîsmar û sabotajê hatiye. Lê berxwedana vê mîrateya çandî ku bi awayên curbecur berdewam kiriye û xwe diparêze, ji kokên wê yên neolîtîk tê. Wekî ku tê gotin "Her dar li ser koka xwe şîn dibe" û ev yek ji bo mîrateya çandî ya ji kokên xwe şîn dibe jî derbas dibe.

Rejîmên otorîter çirûskên şer û pevçûnan pêxistine

Rejîmên otorîter bi sedsalan e hene, li ser bingehên îstîsmar, tekparêzî û qezenca herî zêde hatine avakirin lê ew niha bi krîzeke xeniqandinê re rûbirû ne, tevî hewldanên kapîtalîzmê yên ji bo dirêjkirina temenê xwe û derketina ji vê krîzê ku hemû rê û rêbazan bikar tînin. Ev rejîm ji hilberîna zêde û enflasyonê ya ji ber kombûna kelûpelan zehmetiyan dikşînin ku wan ber bi afirandina kaos, pevçûn û gendeliya civakî ve dibe. Ji bo derbaskirina krîzên xwe, ev rejîm serî li polîtîkayên ferzkirina balkişandinê didin û wan çirûska şer û qeyranan li Rojhilata Navîn pêxistine.

Kapîtalîzm Rojhilata Navîn weke welatên pêşketî dibîne û dike amûrên ji bo xizmetkirina berjewendiyên xwe. Şerên ku li herêmê rûdane tenê berhema van polîtîkayan in, di encamê de pirsgirêkên civakî û aborî yên weke bêkarî, xizanî, birçîbûn û nexweşî her wiha koçberî û hilweşîna çandî, şaristanî û exlaqî çêdibin.

Ew tiştên ku îro li welatên weke Iraq, Tûnis, Yemen, Sûriye, Lubnan, Xezayê û yên din diqewimin, tenê encamên êrîşên ku di bin dirûşmên geş ên wek "parastina gelan" de hatine veşartin in, bêyî ku armancên otorîter ên ji hêla hêzên hegemonîk ên cîhanî ve tên meşandin. Ji ferzkirina takekesiyê bigre heta şantaj û navbeynkariyê, bi karanîna rêbazên ku şaristaniya Rojhilata Navîn difetisînin û civakên wê ber bi hilweşînê ve dibin, eşkere bikin.

Dema ku em ji xwe dipirsin kî berpirsiyarê hilweşîn û wêrankirina ku li van welatan diqewime ye, em hema bersiveke dawî nabînin. Gelo gelên Rojhilata Navîn vê çarenûsê heq dikin? Ev gel carekê çavkaniya şaristaniyan û çavkaniya zanîn û şarezayiyê di siyaset, civak, aborî û çandê de bûn. Ji ber vê divê em bi awayekî rexnegir û agahdar li vê qonaxê binêrin û îradeya gel seferber bikin da ku rola xwe ya dîrokî û şaristanî li hemberî paşguhkirin û tundiyê vegerînin.

Rojhilata Navîn bûye navenda şer

Rojhilata Navîn bûye navenda şer. Gelo ev riya herî baş e ji bo pêşkêşkirina çareseriyan? Gelo çareseriyên ku bi riya gef û sozan tên ferzkirin ku tê texmînkirin pêdiviyên Rojhilata Navîn bi cih bînin, dê bi rastî me têr bikin, an dê rewşê girantir bikin û dabeşbûn û nakokiyan kûrtir bikin? Armanc xuya dike ku veşartina polîtîkayên zordar û îstîsmarkar be.

Ev pirs derdikevin holê; kê DAIŞ damezrand? Kê çete û sîxur afirandin? Kî wan fînans dike? Gelo ev kes dikarin bi bikaranîna van rêbazan ji krîzên ku tê de ne derkevin? Bêguman na. Ew tenê krîzan bi rengên sexte boyax dikin û xwe dixapînin.

Kapîtalîzm bi xwezaya xwe ya pîşesaziyê, nikare hest û êşên gelên Rojhilata Navîn fam bike. Ew rewşek "kews" e ku kes fêm nake ka mirov çawa felsefeyek nûjen diafirîne ku hewcedariyên civakî, çandî, felsefî û siyasî bi cih tîne. Divê ev felsefe bikaribe rastiya civakî û siyasî di civakek de ku li aştî û demokrasiyê digere bi armanca derbaskirina zihniyeta serdest, biguhezîne û çareser bike.

Riya azadbûna civakê avakirina pergala xwe ye

Divê civak xwe biafirîne, ji ber ku ew biryardar e. Wekî ku Rêber Abdullah Ocalan jî dibêje, "Mirov teknîka herî mezin e" civak ew e ku xwe diafirîne. Bê civakê, jiyan tune ye. Tekane riya azadbûna mirov ew e ku pergala xwe ava bike. Divê em di warên dewlemend de li ser bingeha civakek demokratîk û aştiyane bin, ji ber ku em xwediyê maf e ne yê ku xwediyê maf e sultan e, wekî ku tê gotin. Em xwediyê mîrateyek çandî ya dewlemend û çavkaniyên madî û exlaqî ne, weke erdên berhemdar û kedê.

Modela demokratîk li ser bingeha komunan ava dibe

Tiştê ku em hewce ne rêxistinkirina li ser kar e, pejirandina rêbazên zanistîtir û ji holêrakirina wê ramanê ye ku tiştê li ser eniyê hatiye nivîsandin divê bi çav were dîtin. Ev mantiq mutleq e û em ji kesên xwedî zîhniyeteke otorîter fêr bûne da ku berjewendiyên xwe yên îstîsmarkar bi dest bixin. Lê modela demokratîk a ku xwe li ser bingeha komunan ava dike, dikare ji her cure îstîsmar û yekdestdariyê xilas bibe. Sîstema civaka aştiyê ya demokratîk armanc dike ku yekîneyên xwe yên civakî, felsefî, zanistî û aborî di nava komunan de ava bike ku prensîba Hevpeymana Civakî weke bingeha avakirina civaka sivîl digre, wê di hemû aliyên jiyanê de serbixwe bike. Ev bi riya sîstema hevkariyê tê bidestxistin ku li gorî şert û mercên berdest çareseriyan ji bo pirsgirêkên civakî û aborî dibîne.

Armanc û prensîbên kooperatîfan

Armancên kooperatîfan ew e ku alîkariya civakê bikin da ku bazarên yekdestdar ji holê rakin û bazarên gelêrî yên bê îstîsmar ava bikin. Her ku hejmara kooperatîfan zêde bibe, hilberîn jî zêde dibe, ev jî dibe alîkar ku têgeha bazara reş ji holê were rakirin. Ev yek di neteweyek demokratîk de, rehetiya derûnî ya welatiyan zêde dike. Yek ji prensîbên bingehîn ên kooperatîfan "prensîba baweriyê" ye ku xwe dispêre çareserkirina nakokiyên di navbera endamên civakê de û armanc dike ku polîtîkayek parve bike û bi ser bikeve bi cih bîne. Di çarçoveya kooperatîfan de, ev ruhê neyînî dikare ji holê were rakirin û em dikarin vegerin nirxên ku bav û kalên me bi serbilindî çandibûn.

Damezrandina yekem projeyên kooperatîfan li cîhanê

Em dikarin vê rêbazê bi awayekî zanistîtir bişopînin. Bi hevkariyê, em dikarin diyar bikin ku em xwedî îradeyek û karekterek civakî û exlaqî ne. Sîstema kooperatîfan di Rêveberiya Demokratîk a li Rojava ne ya yekem a cureyê xwe ye, beşek ji mîrateyek dirêj a pergalên kooperatîf ên li cîhanê li dijî sîstema kapîtalîst e. Di navbera salên 1945 û 1960'an de, kooperatîfên yekem li Emilia Romaniya hatin damezrandin, li wir kooperatîf pêş ketin û gelek şîrket û sazî di nav xwe de girtin, ev jî bû sedema hebûna yekîtiyek di navbera bazarkirin û hilberînê de.

Kooperatîfên gundan yekîtiya gundiyan temsîl dikin

Her wiha li Îtalya, Portugal, Kanada û welatên din zanîngehên herî kevin hene ku kooperatîfan fêr dikin û prensîbên wan di pratîkê de bi cih tînin. Ev tê wê wateyê ku serkeftina kooperatîfan bi yekbûna hemû qadên civakî, hem ên giştî û hem jî yên taybet pêk tê. Bi vî rengî, polîtîkayên aborî û civakî yên yekdestdar dikarin werin rakirin. Hevkarî weke girêdana herî xurt di navbera endamên civakê de tê hesibandin. Kooperatîfên li gundekî di demên baş û xirab de yekîtiya di navbera gundiyan de temsîl dikin ku hêz û hevgirtina wan bi armanca bidestxistina wekheviyê di erk û kar de lê bi awayekî exlaqî, xurt dike.

Kooperatîf û cureyên wê di nav civakê de

Kooperatîf dikaribûne li welatên weke Îtalya, Fînlandiya, Rûsya û Îsraîlê rastiyek aborî ya bihêz ava bikin. Her wiha gelek welat hene ku ji xirabûna pergala kapîtalîst û krîzên ku dijîn zehmetiyê dikşînin. Ew bi xurtkirina prensîbên kooperatîfê di nav pergalên xwe de reforman pêk tînin, ji ber ku ew tenê pergala berjewendiyên bingeha gelêrî diparêze ye. Ji ber vê beşek mezin ji saziyên wan bûne kooperatîf. Di heman demê de kooperatîf hene ku ji perspektîfeke mirovî xizmetê ji civakê re dikin, weke malên lênêrîna kesên temenê wan mezin, navendên tendirustiyê û navendên ji bo kesên astengdar. Ev kooperatîf bi riya navendeke taybet a bi navê "Navenda Kooperatîfê" tên hevrêzkirin. Her wiha kooperatîf bi şêweyê peymanên di navbera karsaziyên piçûk û şîrketên curbecur de, wek şîrketên tekstîl an dirûtinê, hene ku têkiliyên di navber wan de xurt dike.

Aramnca koopertaîfê xurtkirina hevgirtinê ye

Di qada çandiniyê de cotkarên gundan bi hev re dixebitin da ku bibin yek û hevkariyê bikin û ji hêla rêberan ve têne teşwîq kirin ku av, ax û enerjiya xwe bikin yek. Li vir, em dikarin vegerin rastiya ku civaka me xeyal dike. Armanca xebata kooperatîfê ew e ku bi xurtkirina hevgirtinê di navbera beşên cûda yên civakê di nav komînê de, bi afirandina giyanek kolektîf di navbera wan de, aboriyek hevgirtinê biafirîne. Her wiha di nav komînê de rolek civakî û exlaqî dilîze, bêyî ku li qezenca herî zêde bigere, hemû pirsgirêkên wê yên aborî çareser dike.

Kooperatîf ji komunan dest pê dikin

Ji bo ku kooperatîf bigihîjin encamên xwestî divê komun perwerdeyek giran bibînin da ku kadroyên dikarin van karan bikin amade bikin. Ev pêvajo bawerî û hêviyeke mezin bi pêşeroja civakê re hewce dike. Navendên kooperatîfan di nava her komunê de lêkolînên berfireh dikin da ku hewcedariyên wê yên aborî û civakî diyar bikin. Her wiha dixebitin ku têkiliyên di navbera endaman de xurt bikin, pisporî û ezmûna wan zêde bikin û bername û planên ku hewcedariyên wan ên civakî bi cih tînin pêşve bibin.

Kooperatîf beşdarî avakirina civakek dûrî şer û pevçûnan dibe

Kooperatîf modelek nû ne ji bo aboriya li ser bingeha civakê. Mezinbûna kooperatîfên kevneşopî sûdê dide hemû komên beşdar û girêdanên civakî xurt dike, beşdarî avakirina civakek bê pevçûn û pêşxistina prensîbên evîn û aştiyê dike. Ev armancên ku Rêber Abdullah Ocalan dişopîne ne. Avakirina civakek azad û modelek ku ji hêla civakên li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê ve were şopandsin, bi giyanek nûjen.