Konseya Sendîkayên Mamosteyên Îranê: Di nava 2 rojan de 163 zarok mirin

Konseya Sendîkayên Mamosteyên Îranê, ragihand ku tenê di nava 2 rojan de mirina 163 zarokan belge kiriye.

Navenda Nûçeyan- Her ku xwepêşandanên domdar ên li Îranê dijwartir dibin, rastiya cihgirtina zarokan a di nava van bûyerên xwînî de jî balê dikşîne. Her wiha ji ber zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan, bangên ji civaka navneteweyî ya ji bo zextkirina li ser hikûmeta Îranê ya ji bo rêzgirtina li mafên mirovan zêde dibin.

Konseya Sendîkayên Mamosteyên Îranê, duh ragihand ku tenê di 2 rojên dawî yên xwepêşandanên ku di bin zextê de hatin lidarxistin de, 163 zarok û ciwan mirine. Konseyê, daxwaz kir ku malbat di belgekirina van sûcan de alîkariya wan bike.

Konseya Sendîkayên Mamosteyan, diyar kir ku tomarkirina çîrokên zarokên ku hatine qetilkirin, birîndar bûne an jî hatine girtin pir girîng e û got: “Ev wekî hewldanek ji bo parastina bîra kolektîf, mîna gavek li dijî înkara fermî tê dîtin.”

Konseyê, destnîşan kir berhevkirina van belgeyan ji bo pêşîgirtina jibîrkirina van sûcan û daxwaza edaletê pir girîng e. Konseyê, bang li malbatan kir ku li hember gefên hêzên ewlehiyê wêrek bin, bi parêzerên serbixwe re têkilî deynin û navên zarokên xwe bi medyayê re parve bikin.