Konseya Ewropayê biryara ‘Mafê Hêviyê’ eşkere kir

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya têkildarî 'Mafê Hêviyê' de ku 17'ê Îlonê qebûl kir, bang li Tirkiyeyê kir ku 'gavên pêwîst bi lez biavêje' û heta Hezîrana 2026'an agahiyan bide.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civîna xwe ya periyodîk a sê mehan carekê ya li ser mafên mirovan di 15-17'ê Îlonê de pêk anî. Komîteyê di Îlona 2024'an de têkildarî Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Emîn Gûrban û Civan Boltan salekê dem dabû Tirkiyeyê ku 'Mafê Hêviyê' pêk bîne.

Komîteyê di civîna xwe ya nû de li gorî benda 2'emîn a xala 46'an a Peymana li ser Parastina Azadiyên Bingehîn û Mafên Mirovan biryar da. Benda navborî li ser kontrolkirina hukmên misogerbûyî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Komîteye diyar kir ku hukmên misogerbûyî yên li ser binpêkirina xala 3'emîn a Peymanê jê re hatiye ragihandin û got: “Di vê çarçoveyê de eger pêwîstiyên cezakirinê bi temamî bi cih nehatibin anîn, yan jî şexs hîn jî li ser civakê xetere be, dikare neyê berdan.”

‘Divê mekanîzmayên jinûve nirxandina ceza bên avakirin’

Di biryarê de wiha hate gotin: “Hiqûqa navneteweyî meyleke welê destnîşan dike, ku herî dereng 25 sal piştî dayina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, divê mekanîzmayên jinûve nirxandina ceza bêne avakirin.”

Komîteyê diyar kir ku li gorî benda 1'emîn a xala 46'an a Peymanê, her dewlet di bin wê berpirsyariyê de ye ku bi rengekî tam, bi bandor û bi lez hukmên misogerbûyî yên Dadgehê bi cih bînin.

Di biryarê de banga avêtina gavên pêsît bi lezgîn

Komîteyê "xemgîniya xwe ya kûr bilêv kir" û got: “Tedbîrên guncaw an jî qanûnî hîn jî nehatine qebûlkirin ku mewzûata Tirkiyeyê li gorî pêwîstiyên Peymana ku hukmên navborî destnîşan kiriye, bixe nava ahengiyê.”

Di biryarê de komîteyê bang li rayedaran kir ku gavên pêwîst bi lez biavêjin.

Komîteyê teşwîqa vê yekê kir: “Ji bo ev doza komê bi lez bê pêkanîn bila alternatîfên cuda yên li ber destê xwe binirxînin; guhertinên qanûnî yên di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan a nû de ya li gorî jinûve nirxandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî; sûdwergirtina ji hewldana 'Tirkiyeya bêteror' a ku bi pêşniyarkirina guhertinên qanûnî li parlamentê wezîfedar e, sûdwergirtina ji 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî'; yan jî qebûlkirina pêşnûme qanûnên di halê hazir de li ser vê mijarê ji aliyê parlamenteran ve hatiye pêşniyarkirin jî di nava van alternatîfan de ne.”

Heta Hezîrana 2026'an dem da Tirkiyeyê

Komîteyê got: “Bila ji tecrûbeyên dewletên din ên endam ku mekanîzmayên bi vî rengî ava kirine îlhamê werbigirin.” û bi vî rengî dewa kir: “Rayedar, ji bo di bicihanîna vê doza komê de pêşketineke bi lez pêk were, li se tedbîrên hatin wergirtin divê herî dereng heta Hezîrana 2026'an agahiyê bidin.”