‘Kongra Star sîwana hemû jinan e’

Endam û Rêveberiyên Kongra Star a navçeya Tirbespiyê kar û xebatên Kongra Star li navçeyê nirxandin û diyar kirin ku ew ji bo wekhevî û aramiya civakê dibin çareserî ji hemû pirsgirêkên jin û civakê re.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jinên kurd bi navê Yekitiya Star xwe bi rêxistin kirin, piştî şoreşê Yekitiya Star xwe berfireh kir û bû Kongra Star û hemû pêkhateyan di hundirê xwe de hewand. Îro Kongra Star temsîla hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Kongra Star a bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kiriye. Tev komîteyên xwe dibin çareserî ji tevahî civakê re. Kongra Star a Tirbespiyê li bajêr dibe rêya çareserî û hemû jin û pêkhate îlhama xwe ji Kongra Star werdigirin.

Endam û Rêveberiyên Kongra Star kar û xebatên ku li navçeya Tirbespiyê dimeşînin û  çawa dibin çareserî ji civak û jinan re nêrîna xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Kongra Star dibe çareserî ji pirskirêka civakê re’

Berdevka Kongra Star a Tirbespiyê Mervet Ehmed kar û xebatên Kongra Star ên li bajêr wiha nirxand: “Me bi Yekitiya Star destpêkir û niha jî bûne Kongra Star. Em wek navçeya Tirbespiyê me rêxistinbûna xwe avakir û niha li ser 7 komîteyan em bi rê ve diçin. Komîteyên me yên Tenduristî, perwerde, cewherî, mala jin, hîlala zêrîn, aborî, komîn kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Her beşek karê xwe dike û em bi hev re bi hêz dibin. Kongra Star heta ji destê wê tê perwerdekirina jin û mêran esas digire. Ji ber bi perwerdekirinê em dikarin civaka xwe bigohêrînin. Heta niha li gelek gund û bajarokên Tirbespiyê semîner hatine dayîn. Ji bo em zêhniyeta mêr bigohêrînin, me gelek perwerde vekirine. Li vir dema jin rastî tundî, zehmetî ango tiştek dîn tê em xwe dighênin wê jinê û mişkûle çareser dikin. Wek Tirbespiyê 4 belde me hene û divê beldeyan de komîteyên me rola xwe dileyîzin û dibin çareserî ji pirskirêka civakê re.”

‘Jin berê xwe bidin Rêxistina xwe’

Mervet Ehmed bandora şoreşa jin li ser kar û xebatên jinan wiha nirxand: “Îradeya jin bi şoreşa jinê re derket holê. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, me hebûna xwe naskir. Herî dawî bi hilbijartina şaredariyan re me carek din hêz û îradeya jinê dît ku jin hilbijêrên xwe bi raya xwe diyar dike. Jin gavek pir girîng û balkêş divê şoreşê de avêt ku bandor li tevahî jinên cîhanê kir. Ger îradeya jinê qewîm be tu astengiyan nasnake û wan hemû derbas dike. Em îro bi saya Rêber Apo van rojan dibînin, hêza me heye ku em gavên mezintir bavêjin. Kongra Star siwana hemû jinan e, jinên ku dixwazin pêşbikevin û zehmetiyan dijîn, dikarin berê xwe bidin Kongra Star. Kongra Star xwedî li her jinê derdikeve.”

‘Komîteya Perwerde hemû nifşên civakê perwerde dike’

Endama Komîteya Perwerde ya Kongra Star a Tirbespiyê, Gulê Behrî kar û xebatên Komîteya Perwerde ya Kongra Star li navçeyê wiha parve kir: “Komîteya Perwerde sîwana Kongra Star e. Em jî weke Komîte derdikevin di nav civakê û wan perwerde dikin. Perwerde dihêle ku mirov pêş bikeve. Çi akademî be, çi mal be çi kolan be em her derê perwerde didin. Pir mijar hene ku em didin civakê û her ku civak rastiyan nas dike pêş dikevin. Em perwerdeyên mîna welatparêzî, rexne, rexnedayîn, civaka demokratîk, şerê taybet, jineolojî, malbata demokratîk û gelek wane em didin gel û jinan. Bi van waneyan re guhertin û veguhertinên erênî tê dîtin. Jin û gel dema perwerde dibînin, pir kêfxweş dibin û daxwaza wan zêdetir dibe. Em li gor pêwistiyan akademî vedikin. Her wiha em li komînan jî perwerde didin jin û gelan. Em li gor pêwistiyan perwerdeyên girtî û vekirî vedikin. Em hemû nifşên civakê perwerde dikin, jin, kal, pîr û zarok ferq nake. Herî dawî daxwaz û armanca me ewe ku em jinan bi pêş bixînin da ku li ser lingê xwe bikaribin bisekinin.”

‘Herkes di aliyê tenduristî de şiyar be’

Endama Komîteya Tenduristî ya Kongra Star a Tirbespiyê, Narîman Mihemed kar û xebatên tenduristî li navçeyê wiha nirxand: “Em weke Komîte li her derê di derbarî nexweşiyan de semîner didin, ne tenê li Tirbespiyê, li tevahî gund û beldeyên Tirbespiyê semîneran didin. Di heman demê de em li ser tenduristiyê dewreyan vedikin û wê gel di rewşên awarte de çawa nêz  bibin, derzî  û serom wê çawa lêbidin, hîn dikin. Em perwerde didin jin û  tevahî civakê. Dema em li ser tenduristiyê kar û xebat dimeşînin, civak kêfxweş dibe. Civak bi awayekî rihet nexweşiyên xwe bi me re parve dikin, em jî li gor qiweta xwe alîkariya wan dikin. Em rolek baş di nava civakê de dileyizin, em bi riya perwerdeyê re civaka xwe di aliyê tenduristî de pêş dixînin. Tiştek awarte hebe, ew kesan bi xwe midaxeleya yekem dikin. Em dixwazin herkes di aliyê tendursitî de şiyar bin. Tiştek awarte hebe, em amadene.”

‘Mala jinê civakê li hev tîne’

Endama Mala Jin a Tirbespiyê, Makbûle Hisên Mihemed wiha kar û xebatên Mala Jinê nirxand: “Dema şoreş li welatê me pêk hat, kar û xebatên me jî weke mala jinê destpêkir. Karê me civakê lihev anîne. Malbat, jin û hevjîn, cîran û hemû pêkhate ji bo me wekhevin. Di kar û xebatên me de edalet heye. Berê pirskirêka civaka me gelek bû, piştî mala jin derket, pirskirêk jî kêm bû. Niha herkes xwe li mala jinê digire, çima? Ji ber cihê çareseriya civakê ye. Me weke mala jinê pir jinî jî kêm kiriye. Bûyerên ku li gel me çareser nebûya, me dişand dadgehê û me li wir jî dişopand. Di heman demê de ji bo zewaca bi temen biçûk jî, em li ser sekinînin. Hêviya me ji civaka me heye ku herkes bi erkê xwe rabe. Di kar û xebatê me de acizî, kêfxweşî, xweşî û nexweşî  heye. Em weke Mala Jinê kar û xebatê xwe dimeşînin em perwerdeyên xwe dibînin, civînên xwe çêdikin û bûyerên ku li dadgehê were çareserkirin dişopînin. Em alîkariya jinê dikin û zilma heyî qebûl nakin. Karê me zehmete, lê karek baş û pîroz ji bo jinê tê meşandin.”

‘Komîn bingeha civakê ye’

Endama Komîteya Komîn a Tirbespiyê Lorîn Mihemed ji bo kar û xebatên komînê li Tirbespiyê wiha nirxand: “Kar û xebatên Komînê em hemû bi hev re alîkarin û  em li her derê semîneran didin gel. Komîteyên girêdayî me jî hene. Bi giştî kar û xebatên komîn cudaye ji karên perwerde. Em diçin gund û beldeyan û li gor pirskirêkên heyî me civîn dida meşandin. Gelek şerê taybet ji aliyê dewlet atirk ve li dijî gel tê meşandin, lê em jî ji aliyê xwe ve semînerên hişyariyê didin, bi rastî jî divê mirov qimeta welatê xwe bizanibe. Em hemû alîkariya hev dikin û em bi hev re dirûnin û pirskirêkên xwe çareser dikin. Em hemû jinan hînî jiyan, xweşî, nexweşî, êş û kêfxweşiyê dikin. Em dixwazin herkes jiyanê fêm bike. Divê komîn hîna zêde divê çalek bibe di nava civakê de. Komîn bingeha civaka me ye.