Li Amedê: Ciwan li dijî madeyên tîryak li qadan in
Li bajarê Amedê yê bakûrê Kurdistanê jinên ciwan ên ku li dijî belavbûna tiryak û fihûşê li taxan dest bi nobedê kirine, bal kişandin ser armanca qirêj a van polîtîkayan. Jinan ragihandin ku ew ê vê pergalê qebûl nekin û banga têkoşîna rêxistinkirî kirin
EKÎN STÊRK
Amed – Jinên ciwan ên li bajarê Amed ê yê bakurê Kurdistanê, ku li dijî tiryak û fihûşê nobedê digirin, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku ciwanan hedef digirin, banga rêxistinbûn û berxwedanê kirin.
Belavbûna tiryak û fihûşê li bajarên Kurdan wekî aliyek girîng ê polîtîkayên şerê taybet ên ku îradeya ciwanan û jiyana jinan hedef digirin derdikeve pêş. Ev polîtîkayên ku ciwanan dixin nav lepên tiryak û gendeliyê û jinan bi rêya laşên wan hedef digirin, armanc dikin ku tevna civakî hilweşînin. Her ku têkoşîna li dijî torên tiryak û fihûşê yên ku her ku diçe li taxan xuya dibin mezin dibe, jin û ciwan banga berxwedana rêxistinkirî dikin û dibêjin, "Em vê pergalê qebûl nakin."
Kuçe Amed û Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ê, ku li gelek taxên Amed li dijî tiryak û fihûşê nobetê digirin, banga têkoşîna rêxistinkirî li dijî polîtîkayên şerê taybet kirin. Jinên ciwan ên beşdarî nobetê bûn diyar kirin ku polîtîkayên tiryak û fihûşê ciwanan û civakê hedef digirin û bang li ciwanan kirin ku li dijî wan xwe birêxistin bikin.
‘Dixwazin ciwanan bi polîtîkayên qirêj tune bikin’

Hîvroş Taşkin, diyar kir ku ew li dijî şerê taybet û madeyên hişber li taxan in û got, "Li gelek bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet têne meşandin. Ciwanên li Kurdistanê bi zanebûn têne hedefgirtin. Divê em ciwanên xwe birêxistin bikin da ku ji madeyên hişber û fihûşê xilas bibin. Divê em ji van polîtîkayên qirêj dûr bisekinin. Bi taybetî jinên me yên ciwan divê nekevin vê xefika şerê taybet. Laşê me ji bo me her tişt e. Lê laşê jinê bi zanebûn tê hedefgirtin. Naxwazin ciwan û jin hişyar bin. Dixwazin ciwan bi van polîtîkayên qirêj werin tunekirin. Divê jinên ciwan li dijî van polîtîkayên şerê taybet xwe birêxistin bikin û beşdarî çalakiyan bibin. Werin em hemû bi hev re van polîtîkayên şerê taybet rawestînin. Em ê rê nedin madeyên hişber."
Hîvroş Taşkin diyar kir ku ev polîtîka armanc dikin ku ciwanan ji nasname, ziman û çandên wan dûr bixin û got, "Ew dixwazin ciwanan ji kokên wan qut bikin. Çareserî eşkere ye. Çareserî ew e ku em bibin yek û li dijî vê yekê bisekinin. Werin em piştgiriyê bidin hev. Ger em nikaribin xwe xwedî bikin, em nikarin piştgiriyê bidin tiştekî.”
‘Divê em wek ciwan rêya xwe ronî bikin’
Hîvroş Taşkin, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, "Niha pêvajoyek di rê de ye. Wek ciwan, divê em beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ciwan ji her tiştî tên dûrxistin. Me ev rê wek ciwan dest pê kir û em ê wek ciwan biserkevin. Lê bi van polîtîkayan, ciwan bê pêşeroj dimînin. Werin em wek ciwan werin cem hev û rêya xwe ronî bikin. Werin em rêxistinek bihêz û pêşerojek bihêz ava bikin.”
‘Çareserî hişyarî û rêxistinbûna gel e’

Zozan Çîftçî, destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê hatine sepandin bûne sedema zêdebûna fuhuş û karanîna madeyên hişber û got, "Divê li her bajarî li dijî van polîtîkayên şerê taybet çalakî werin kirin. Divê ev çalakî li her bajarî û her taxê pêk werin. Ew bi zanebûn ciwanan ber bi karanîna madeyên hişber ve dibin. Em bi biryar in ku vegerin ser kokên xwe. Ciwan in ku vê civakê zindî dihêlin. Ji ber vê yekê, ev polîtîkayên şerê taybet îro li dijî ciwanan têne rêve kirin. Ger ciwan werin tepeserkirin, civak dê were tirsandin. Li dijî vê yekê, em armanc dikin ku ciwan dîsa bi kokên xwe ve girêdayî bibin û ji wan dûr nekevin. Em dixwazin ev çalakî ne tenê li taxên Amed, lê li her kolanek Kurdistanê pêk werin. Ji bo vê yekê, ciwan, jin û tevahiya civakê li her bajarî divê li dijî vê yekê derkevin. Divê her beşek ji nifûsê beşdar bibe. Çareseriya vê yekê hişyarî û rêxistinbûna gel e. Divê ciwan xwedî li nasnameya xwe dirbikevin.”