Li cîhanê bêkariya ciwanan mezin dibe rêjeya herî xirab li herêma Ereban e

Tevî ku bêkariya ciwanan a cîhanî gihîşt ji sedî 12.4an, li welatên Ereb û Bakurê Afrîkayê ev krîz hê kûrtir e. Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku nebûna karên guncav aboriyê ji potansiyela mirovî bêpar dike.

Navenda Nûçeyan – Daneyên dawî yên Rêxistina Navneteweyî ya Kar krîza berdewam a karmendiya ciwanan li herêma Ereban eşkere kir. Tê texmînkirin ku rêjeya bêkarîyê ya di navbera ciwanên 15-24 salî de di sala 2025'an de gihîştiye nêzî ji sedî 26.2, rêjeya herî bilind a ku li cîhanê hatiye tomar kirin.

Li gorî rapora rêxistinê "Trendên Karmendiya Cîhanî ji bo Ciwanên 2026: Vegera Pêşerojê" rêjeya bêkariya ciwanan a cîhanî par gihîştiye ji sadî 12.4, ku temsîla nêzî 67 mîlyon ciwanan dike.

Pirsgirêkek din jî entegrasyona lawaz a ciwanan di bazara kar de ye. Rêxistin texmîn dike ku herî kêm sêyek ji ciwanan li welatên Ereb û Bakurê Afrîkayê li derveyî qada kar, perwerde û rahênanê ne. Bi taybetî Bakurê Afrîkayê rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 22.6 hatiye tomar kirin.

Bi awayekî berfirehtir, tê texmînkirin ku hejmara ciwanên ku ne dixebitin, ne di perwerdehiyê de ne û ne jî perwerdehiya pîşeyî dibînin, di sala 2025'an de ji 257 mîlyonî derbas bû, ku ev yek bi qasî ji sedî 20'ê nifûsa ciwanên cîhanî temsîl dike.

Rêxistinê xirabtirbûna vê pirsgirêkê li çend herêman bi hêdîbûna çalakiya aborî û nekarîna aboriyan ji bo afirandina karên nû bi leza pêwîst ve girêdide. Bêkariya ciwanan di navbera salên 2023 û 2025'an de li 8 ji 11 jêrherêman zêde bû.

'Xebatên ne guncav şiyana ciwanan lawaz dike'

Rêvebirê Giştî yê rêxistinê hişyarî da ku derfetên kêm ên xebata neguncav şiyana ciwanan lawaz dike ku ji bo paşeroja xwe plansazî bikin, her wiha aboriyan ji potansiyela mirovî ya ku dikare bibe alîkar di bilindkirin û zêdekirina aramî û hevgirtina civakî de bêpar dike.

Zehmetî di cewherê kar bi xwe de ye

Zehmetî ne tenê bi bidestxistina karekî sînorkirî ne, lê di cewherê kar bixwe de jî dirêj dibin. Nêzî ji sedî 90 ji ciwanên di navbera 15 û 29 salî de li welatên kêm û kêm navîn di aboriya nefermî de dixebitin, rûbirûbûna wan ji şert û mercên xebatê yên ne ewledar re zêde dibin û ji bo bidestxistina xebata bi îstîqrar û guncav kêşeyên din derdixin pêş.