Kongra Star: Jin wê rê nedin êrîşkar bê ceza bimînin
Koordînasyona Kongra Star komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê bi tundî şermezar kir û got: “Em ê teqez hesab bixwazin û em ê her deverê bikin cihê têkoşîn û hevgirtina jinên Sûriyeyî.”

Navenda Nûçeyan – Çeteyên Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) ê cîhadîst duh êvarî li gundê Um El Tîna yê Dêr Hafirê komkujiyek kir. Di encamê de piranî jin, 7 sivîl mirin û 4 jî birîndar bûn.
Koordînasyona Kongra Star têkildarî komkujiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku demeke dirêj e çekdarên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrîşên bi vî rengî li dijî sivîlan pêk tîne û eiha hate gotin: “Di demek wiha de ku em ji bo yekîtiya gelên Sûriyeyê têdikoşin û ji bo aramî û demokratîkbûna Sûriyeyê xebatên girîng dimeşînin, êrîşên bi vî rengî dijminatiya aramiya gelan nîşan dide.”
‘Ev komkujî hewldanek ji bo têkbirina yekîtiya gelan û jinên Sûriyeyî bû’
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku komkujî di heman roja Konferansa Hevgirtina Jinên Sûriyeyî ku li Hesekê hatî li darxistin pêk hat û wiha domand: “Komkujiya ku di encama wê de piranî jin hatin qetilkirin, hewldanek ji bo têkbirina yekîtiya gelan û jinên Sûriyeyî bû. Tevahiya raya giştî dizane û dibîne ku ev demeke dirêje hewldanên gelên Sûriyeyê ji bo avakkirina jiyaneke demokratîk û aram têne kirin. Di vê çerçeveyê de jî gelek hevdîtin, diyalog û kombûn tên çêkirin. Lew ra jî êrîşên bi vî rengî yên hikumeta demkî dide nîşandan ku hemû hewldanên rêveberiya Şamê ew e ku van diyalog û hewldanên çareserkirinê bi şer pêşwazî bike.”
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin ku hesabê komkujiyê bide û sûcdar werin darizandin.
‘Em ê hesab bipirsin’
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wekî Rêxistina Kongra Star em ê hesabê vê komkujiyê teqez bixwazin, nemaze ku jin û zarok bûne qurbanî. Bila herkes bizanibe ku hêza yekgirtî ya jinan wê rê nede êrîşên bi vî rengî û wê rê nede ku êrîşkar bê ceza bimînin. Em ê her deverê bikin cihê têkoşîn û hevgirtina jinên Sûriyeyî.”
‘Bêdengmayîn hevkariya sûcê ye’
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya jinên Sûriyeyî hat kirin ku li hemberê pergala serdest a cihadîst têkoşîna xwe mezintir bikin û hevgirtina xwe xurttir bike. Bang li hemû gelên Sûriyeyê jî hat kirin ku li hemberê van êrîşan rabin û li hemberî zihniyeta dijmin bi hevgirtina gelan bertek nîşan bidin. Dîsa bang li raya giştî hat kirin ku bêdengmayîna li hemberî êrîşên li ser sivîlan hevkariya sûcê ye.