Kongra Star: Jin encex bi felsefeya Rêber Apo dikare bi hêz bibe

Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê di bin diruşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê şoreşa jin biparêzin” diyarî dan Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin.

Til Temir – Şervanên YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin di pêvajoya 14 salên Şoreşa Jin li Rojava û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bedelên giran buha dan, jin û gel parastin.

Kongra Star a bajarê Til Temir di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê şoreşa jin biparêzin” rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê didomîne.

Îro jî Kongra Star bi cil û bergên folklorî yên çanda Kurdî, Erebî û Aşûrî, serdana YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kirin û wêneyek diyarî wan kir. Wêne jî hejmara 8 ku bi kezî hatiye çêkirin e.

Di serdanê de Rêvebera Kongra Star Sena Tamir şehîdên jin bibîr anî û berxwedaniya şervanan û fermandaran ku di oxira vê şoreşê de berxwedaniyek bê hempa didin, silav kir û got: “Jin bi felsefeya Rêber Apo dikarî bihêz bibe û bibe pêşenga civakê û fermandara jiyanê.”

Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin jî soza domandina têkoşînê û parastina jinan da.