Kongra Star: Jin bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûn xwedî bîr û raman
Kongra Star li Tiltemirê bi rengê kesk, sor û zer du keziyên sembolîk çêkirin û li çerxeriya bazara bajar daliqandin keziyên hev hûnanadin û peyamên domandina têkoşînê dan.
Til Temir – Kongra Star tevî rewşa hesas a ku Rojava û Sûriye tê re derbas dibe û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ango Şoreşa Jinan di xeterê de ne, rêzeçalakiyên xwe yên pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê didomîne.
Kongra Star îro jî li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê bi rengên kesk, sor û zer keziyên sembolîk çêkirin û li kêleka wê jî endaman keziyên hev hûnandin.
Rêvebera Kongra Star Sena Tamir a ku kezî çêdikir got: “Me rengê kesk, sor û zer hilbijart ji ber ku em naxwazin roja me tarî bibe û rengê sor jî soza me ya bi xwîna şehîdan re ye em her dem dem nû dikin. Bi van rengan jin rabûn ser piyan û bi hêz bûn. Heman demê jinan xwe bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş xist.”
Zehra Emîn a ku keziya hevriya xwe dihûne dibêje: “Eger keziya şervanek me hatibe birîn, wê bi hezaran kezî werin hûnandin û bibin hêviya tevahî jinên cîhanê, hilweşandina pergala baviksalar. Ji ber ku îradeya jinan nayê şikandin.”
Piştre keziya sembolîk li çerxeriya bajar hat daliqandin û jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bi dawî kirin.