Kongra Star: Divê gel li Rojava li dijî provokasyonan hişyar bin
Koordînasyona Kongra Star têkildarî qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyerên trajîk ên li girtîgeha Kobanê, hişyariya “armanca van bûyeran ew e ku Kurd û Ereban bîne hemberî hev” kir û banga hişyariyê li gel û eşîrên Ereb kir.
Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star a Rojava, daxuyaniyek nivîsî bi raya giştî re parve kir. Kongra Star, derbarê geşdanên dawî ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û bi taybetî jî li bajarê Kobanê piştî ku li girtîgeha Kobanê xwepêşandêran agir berdan bedena xwe, hişyarî kirin.
Qonaxeke xeternak û lîstikên li ser hesasiyeta gelan
Koordînasyona Kongra Star di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser hewldanên provokasyonan û wiha domand: “Li Rojavayê Kurdistanê, gengeşiya ku duh bi qetilkirina Ş. Sîpan Hiznî dest pê kir û her ku diçe kûrtir dibe. Îro ji bo gelên me gihîştiye qonaxeke pir xeternak. Zêdebûna rêzebûyerên ku hest û hesasiyetên gelên Kurd û Ereb dikin hedef, dest didin demarên herî hesas ên civakê û dikarin gelan li dijî hev provoke bikin, tu carî nikare wekî tesaduf bê dîtin.”
Agirê li girtîgeha kobanê û windahiyên giran
Her wiha Koordînasyonê destnîşan kir ku pêşî di çarçoveya bûyera Sîpan Hiznî de û bi giştî hemû pêşketinên ku qewimîn, xizmeta avakirina zemînekê pir xeternak dikin. Kongra Star da zanîn ku ev yek, armanc dike Kurd û Ereban bîne hember hev û hestên kîn û nefretê di navbera gelan de mezintir bike. Daxuyaniya Kongra Star bi van hişyariyan berdewam kir: “Îro ev gengeşî heta wê astê gihîştiye ku li Kobanê, di girtîgeheke ku girtiyên wê li dijî êrîşên nijadperest ên hikûmeta Şamê protesto dikirin, agir derket û di encamê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek girtî jî birîndar bûn. Ev yek careke din girîngî û giraniya rewşê nîşan dide. Em di serî de serxweşiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndaran re şîfayeke lezgîn dixwazin û êşa gelê Kobanê û hemû gelê me yê Rojava parve dikin.”
Pêvajoya Sûriyeyê û xetereya sabotekirina jiyana hevpar
Kongra Star di berfirehiya daxuyaniyê de tekez kir ku ev bûyer ji bo pêşeroja pêvajoya entegrasyonê ya ku li Sûriyeyê tê meşandin jî gelek pirsên girîng derdixe holê û wiha domand: “Di demekê ku pêvajoya entegrasyonê berdewam e de, rêbazê ku ji aliyê gelê Kurd ve di mijara bikaranîna zimanê Kurdî de hatiye pêşkêşkirin nayê pejirandin û di vê çarçoveyê de bertek û çalakiyên civakî pêş dikevin. Ev yek fikarên cidî derdixe holê ku hêzên ku naxwazin entegrasyon bipêş bikeve û dixwazin ji vê nîqaşê sûdê werbigirin, bi îstîfade ji hesasiyetên di navbera gelan de dikarin bûyerên provokatîf geş bikin. Qetilkirina hovane ya Ş. Sîpan Hiznî û dû re pêşketinên li Kobanê jî divê ji vê aliyê ve bi awayekî tevahî werin nirxandin.”
Berpirsyariya hikûmeta Şamê û banga lêpirsîna serbixwe
Koordînasyona Kongra Star ragihand ku divê tu siyasetek ku bi destdanîna li ser xalên hesas ên gelên Kurd û Ereb, bi îstîsmara êş û hesasiyetên civakan, hewl dide gelan li dijî hev bixe, nehêle. Di daxuyaniyê de ev xal jî hatin rêzkirin: “Her hewildaneke ku hêrs û kîna gelan ber bi hev ve dibe, pêşeroja Sûriyeyê û îradeya jiyana hevpar a gelên Rojava armanc dike. Hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê, di beramberî vê pêvajoya ku ber bi pêş ve diçe, rasterast berpirsyar in. Divê polîtîkayên zext û tundiya li dijî gelan bê derengî werin rawestandin. Hemû bûyerên ku qewimîne divê bi awayekî serbixwe, vekirî û dadperwerane werin lêkolînkirin. Hewldana ku pirsgirêkên civakî bi hêzên ewlekariyê bên tepisandin, ji mezintirkirina tevliheviyê encameke din nede.”
Koordînasyonê her wiha tekez kir ku pêşketina pevçûnek Kurd-Ereb li Rojava û li seranserê Sûriyeyê ne ji bo berjewendiya tu gelî ye û wiha pê de çû: “Berovajî vê, rewşeke wiha dê ji bo hêzên ku dixwazin jiyana hevpar a gelan, pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û îhtîmala çareseriya demokratîk sabote bikin, bibe firsendek.”
Banga girîng a ji bo eşîrên Ereb û raya giştî ya navneteweyî
Koordînasyona Kongra Star bang li eşîrên Ereb kir û wiha domand: “Em bi taybetî bang li eşîrên Ereb, pêşeng û kesayetiyên bandorker ên civakê û hemû aktorên civakî yên li herêmê dikin ku bi herî zêde baldar û berpirsyar tevbigerin. Divê tu kes nebe amûra provokasyonan û tu kes jî destûr nede ku tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin. Bangawaziya me ji hemû gelê me û hemû hêzên demokratîk re ye ku li hemberî provokasyonan hişyar bin û îradeya jiyana hevpar a gelan biparêzin. Nehêlin ku kesên ku dixwazin gelên me li dijî hev bixin, ji vê rewşê sûdê werbigirin.”
‘Pêşeroja Rojava û Sûriyê ne di pevçûna gelan de ye’
Koordînasyona Kongra Star daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Kongra Star, em bawer dikin ku li hemberî pêşketinên ku jiyana hevpar a gelan, lêgerîna çareseriya demokratîk û pêşerojeke aştiyane li Rojava û Sûriyê tehdît dikin, girîng e ku raya giştî ya navneteweyî, derdorên demokratîk, hemû hêzên ku pêşketinên herêmê dişopînin û hemû rêxistinên li Sûriyê hişyar û baldar bin û helwesta xwe eşkere bikin. Girîng e ku pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê nebin sedema pevçûnên nû di navbera gelan de û zemîna demokratîk ku tê de mafên wekhev ên Kurd, Ereb û hemû gelên herêmê tên parastin, were parastin. Pêşeroja Rojava û Sûriyê ne di pevçûna gelan de ye. Ew ê li ser bingeha wekhevî, dad, demokrasî û jiyana hevpar were avakirin.”