Kongra Star: Emê li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo têkoşîna xwe bi domînin

Kordînasyona Kongreya Star bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi boneya 27’êmîn salvegera komploya navnetewî daxuyaniyek nivîkî da. Di daxûyaniyê de balê dikşîne li ser paradîgmaya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocan ya li hemer ev komploya navnetewî afirandiye.

Kongra Star di daxuyaniya xwe ya nivîskîde dibêje komplo li hemberî îradeya gel û projeya rizgarkirinê ku li ser asta tevahî gelên Rojhilata Navîn belav bûye bû. Daxuyanî wiha di dome: “Ev komplo şerê îdeolojîk ê kûr ê di navbera hêzên desthilatdar ên kaptalîst ku hewl didin li ser hesabê azadiya gelan qezenc bike û projeya azadî, demokrasî û rûmeta mirovahiyê, îfade dike. Komplo ne tenê operasyoneke siyasî û leşkerî ye, ew diyardeyeke dîrokî ye ku asta têkoşîna gelan a li hemberî dagirkeriyê û ji nûve cîhanekî li ser bingehê edalet û wekheviyê diyar dike.”

Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ji bo îradeya gelan a li hemberî polîtîka înkar bû sembola îdeolojîk a tevahî cîhanê. Hemû aliyên li dijî azadiyê çiqasî hêza wan hebe bi van komployan re diyar dibe ku ew çiqasî ji projeya li ser bingehê edalet, wekhevî û azadiyê ditirsin. Ev komploya mezin a navnetewî destnîşan dike ku çiqasî tirsa hêzên desthilatdar ji fikrê berxwedanê nûve pênase dike, modêleke nû ya siyasî û civakî ku jin û gelên azad hêza rast dibîne, pêşkêş dike, heye.

Em vê komployê şermezar dikin, têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ne tenê redkirina kiryaran e. Lê belê ew riyeke fikrî û exlaqî ya ku hemû gelên dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin. Azadiya jinê ya ku Rêber Ocalan xistiye nîvê dilê projeya xwe, kevirê bingehîn ê civaka azad e. Her wiha ferasetê azadiyê ku projeyekî tevahiya mirovahiyê ye û nijatperestiyê berbi edalet û civaka demokratîk ve dibe, ji nûve dihûnê.

‘Pêvajoya aştiyê ya ku Rêbertî destpê kiriye bi înkarê naçe serî’

Di çarçevê guhertinên xeter ên li herêmê çêdibin û êrîşên siyasî, fikrî û leşkerî yên li ser gelê me berdewam dikin, em weke Kongreya Star van êrîşên îro ji dîrokê qut nabîn in. Komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin hîna li dijî îradeya gelan têne kirin. Bi van komployan re ew destpêke projeya rizgarkirina civakî ku jin cewher û ruhê wê ye, hedef digrin. Fikrê ku banga xwişk û biratiya gelan û demokrasiya civakê û azadiya jinê dike, ji nûve pênaseya azadiyê weke projeyekî mirovahiyê li ser bingehê rêveberiya xweser û hevjiyana azad, dike.

Hemû êrîşên li ser vî fikrî yan hewldanên ku dixwazin ziyan bighînin vî fikrî têne wateya ew li herêmê aştiyê naxwazin. lê bele divê mafên hemû gelan ên rewa bidin û misoger bikin.

Rojava mînakeke berbi çav a vî fikrî ye. Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava pêk hat. Di vê projeyê de jin bûn rêveberên biryar digirtin û şervanên ku parastina civaka xwe dikirin. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re bû sembola berxwedan û rûmetê. Bi vê projeyê re hat isbatkirin ku azadiya civakê bi azadiya jinê re destpê dike û ciyê jin di şoreşên civakî de gelekî girîng in.

‘Komplo hîna bi dawî ne bûye’

Êrîşên li ser herêmên me û hedefgirtina civakbuyîn û saziyên me yên sivîl, berdewamiya êrîşên berê yên li ser îradeya gelê Kurd û tecrûbeya herêmê ya demokrasî, ne. Bi vê êrîşê re hat misoger kirin ku komplo hîna bi dawî nebûne, lê belê bi teşeyên cûda berdewam dikin û ew bi rêbazên siyasî, leşkerî û li ser raghandinê hewl didin ku careke dîtir daxwazên gelan paşguh bikin.

Li hemberî hemû êrîşan dîroka gelê me isbat dike ku îradeya jiyanê ji hemû komployan bihêztir e. Têkoşîna jinê ne tenê ji bo parastina erdnîgariyê ye, jin ji bo parastina azadî, edalet û wekheviyê û paşeroja gel bi rûmet bijîn, têdikoş e. Jin ji bo aştiyeke rast a li ser bingehê edaletê ne dengeyên demkî, têdikoş e.

Weke kongreya Star em ê li ser hîma Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bi rêbazên demokratîk berdewam bikin û rolê jinê di hemû qadên jiyanê de xurt bikin. Jina birêxistinkirî dikare hemû pîlansaziyên nasname û hebûna wê hedef digrin, têk bibe. Komplo nikarin rêwîtiya azadiyê biseknînin. Îradeya jin û israra gelan ji bo jiyana birûmet ji hemû êrîşan bihêztir e. Em ê têkoşîna xwe bi baweriya azadî her roj bi îrade, yekîtî û rêxistinkirine çêdibe, berdewam bikin.

Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan

JIN JIYAN AZADÎ