Kongra Star: Naskirina qirkirina Êzidiyan berpirsyariyek dîrokî ye
Li bajarê Qamişloyê Kongra Star di daxuyaniya ji bo bîranîna 12`emîn salvegera fermana Şengalê de got ku “Carek din bila qirkirin neyê jiyîn. Rojhilata Navînek azad, demokratîk û wekhev tenê bi têkoşîna hevpar a gelan dê pêkan be.”
Qamişlo –Kongra Star, li bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna 12`emîn salvegera fermana Şengalê ya 74`an daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Parka Giştî bi beşdarbûna tevger û rêxistinên jinan hat dayîn, ji aliyê Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Rîhan Temo ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de, yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê li Şengalê hatiye nivîsandin û wiha hat domandin: “Çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Êzidî qirkirinek planbûyî û sistematîk pêk anîn. Bi hezaran jin, zarok û kal û pîr hatin kuştin, bi deh hezaran ji cih û warên xwe hatin derxistin, jin li bazarên koletiyê hatin firotin, zarok ji malbatên xwe hatin qutkirin û hebûna gelekî kevnar hat xwestin ku were tunekirin.”
‘Bi saya koordînorên mirovahî deh hezaran mirov ji çengê mirinê rizgar bûn’
Rîhan Temo got ku di salvegera Fermana Şengalê de; hemû canên ku jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî û bîriyek kûr bi bîr tînin û careke din tekez dikin ku ewê şopandina têkoşîna ji bo dîtina hezaran jin û zarokên Êzidî yên ku hê jî çarenûsa wan nayê zanîn bidomînin. Rîhan Temo got ku “Bîranîna wan dê her dem bibê deng û wijdana herî bihêz a têkoşîna me ya ji bo edalet û azadî û wiha pê de çû: “Dema ku dixwestin Şengalê teslîmî tarîtiyê bikin, hêzên azadiyê yên ku dengê wijdana mirovahiyê bûn û gelên herêmê bêyî ku tu hesabek bikin, bi lez alîkariya gelê Êzidî kirin. Bi saya koordînorên mirovahî yên ku hatin vekirin, deh hezaran mirov ji çengê mirinê rizgar bûn. Hevgirtina ku li Çiyayê Şengalê hate avakirin, wekî yek ji nîşaneyên dîrokî yên iradeya jiyana hevpar a gelan û berxwedana hevpar a li dijî faşîzmê di bîranîna de cih girt. Fedakarî û hevgirtina ku wê rojê hate nîşandan, ne tenê wekî helwesteke dîrokî ya parastina rûmeta yek gelî, lê wekî helwesteke ku rûmeta hemû mirovahiyê diparêze dê were bîranîn.”
‘Rêya aştiyê mayînde ne siyaseta leşkerî ye’
Rîhan Temo bi bîr xist ku tevî salên ku derbas bûne, birînên Şengalê hê bi temamî nehatine pêçan û wiha pê de çû: “Dema ku şopên qirkirinê hê jî zindî ne, hesabên siyasî û leşkerî yên ku li ser herêmê tên meşandin, Şengalê bi metirsiyên nû re rû bi rû dihêlin. Her nêzîkatiya ku iradeya gel tune dibîne û armanca wê ew e ku destkeftiyên ku Şengal li ser bingeha demokratîk û rêveberiya xwe ava kiriye tasfiye bike, metirsiya dubarebûna eşên ku berê hatine jiyîn mezintir dike. Îro bêserûberiya siyasî ya ku Iraq tê de ye, rewşa şer û qeyranê ya ku li tevahiya Rojhilata Navîn kûrtir dibe, tundbûna pêşbaziyên hêzê û siyaseta ewlehiyê ya ku îradeya gelan derve dihêle, bi taybetî Şengal û paşeroja herêmê tehdîd dike. Rêya aştiyê mayînde ne siyaseta leşkerî ye; lê belê nêzîkatiyek e ku rêzê ji îradeya gelan re digire û çareseriya demokratîk esas digre.”
‘Ya ku li Şengalê qewimî ne tenê komkujiyek asayî ye’
Rîhan Temo destnîşan kir ku kesê ku dê di derbarê ewlehiyê, paşeroj û nûdaavakirina Şengalê de biryar bide, divê pêşî de gelê Êzidî bixwe be û wiha domand: “Tu hesabê siyasî û tu berjewendiya herêmî nikare li ser îradeya gelekî ku ji qirkirinê sax derketiye raweste. Naskirina xwe-organîzekirina Êzidiyan, nasnameya wan a çandî û sazîyên wan ên demokratîk, garantiyeke bingehîn e ji bo ku fermanên nû dubare nebin. Ya ku li Şengalê qewimî ne tenê komkujiyek asayî ye; ji alîyê mafê navneteweyî ve bi hemû pêkhateyên xwe qirkirineke li dijî Êzidiyan e. Bi taybetî dewleta Iraqê, dewletên herêmê û civaka navneteweyî divê vê rastiyê bi awayekî vekirî nas bikin. Ev berpirsyariyek dîrokî û exlaqî ye. Naskirina qirkirinê ne tenê rûbirûbûna bi rabirdûyê ye; di heman demê de îradeyeke bihêz a maf û wijdanî ye ji bo ku sûcen wekî vê careke din neyên dubarekirin.”
‘Carek din bila qirkirin neyê jiyîn’
Rîhan Temo da zanîn ku zindî ragirtina bîranîna vê qirkirinê ya ku li ser qirkirina jinan hate meşandin û mezinkirina têkoşîna hemû jinên Êzidî yên ku hatin kolekirin, hatine çetîlkirin û berxwedankirin, berpirsyariya wan a hevpar e. Rîhan Temo wiha got: “Îradeya jiyanê ya bi pêşengiya jinan ku li Şengalê şîn bû, bersiveke herî bihêz a azadîyê li hemberî tarîyê bû. Wekî Kongra Star, em hemû qurbaniyên qirkirinê yên ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dan, hemû kesên ku di dema berxwedanê de şehîd bûn û hemû berxwedêrên ku dema rûmeta mirovahiyê diparastin şehîd ketin, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em careke din dibêjin ku Şenga nayê jibîrkirin. Qirkirina ku gelê Êzidî jiyaye nayê jibîrkirin.Heta ku edalet were bicîhkirin, çarenûsa hemû windabûyan were eşkerekirin û îradeya gelê Êzidî were temînkirin, têkoşîna me dê bidome. Carek din bila ferman neyê jiyîn. Carek din bila qirkirin neyê jiyîn. Rojhilata Navînek azad, demokratîk û wekhev tenê bi têkoşîna hevpar a gelan dê pêkan be.”