Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên li ser koçberên Serêkaniyê şermezar kir
Yekemîn karwana koçberên Serêkaniyê ku piştî heft salên dûrketinê bi hêviya aramiyê vegeriyabûn warê xwe, ji aliyê komên çekdar ve hate hedefgirtin. Kongra Star li ser bûyerê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku ev êrîş li dijî tevna civakî û jiyana hevbeş e.
Navenda Nûçeyan – Duh, yekem karwana koçberên Serêkaniyê bi rê ketibû û gihiştibûn Serêkanyê. Dema ku karwan gihîşt bajarê Serêkaniyê, ji aliyê komeke çekdar ve wesayîtên niştecihên koçber hatin wêrankirin û rê li ber hin kesan hat girtin ku bikevin malên xwe. Ev bûyera ku duh rû da, bû sedema nerazîbûna gelê herêmê û bertek pêş ketin. Di vê çarçoveyê de, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ev êrîş ne tenê êrîşek li ser sivîlan e, êrîşeke li ser modela jiyana hevbeş e.
Kongra Star binpêkirinên li dijî sivîlên li Serêkaniyê şermezar kir û wiha anî ziman: “Em bi fikareke mezin êrîş û binpêkirinên li dijî karwana yekem a sivîlên koçber ên ji Serêkaniyê ku piştî salan yê koçberiya bi darê zorê vedigerin malên xwe, her wiha aloziyên ku li deverên cuda rû dane, dişopînin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vegera kesên koçber ji bo malên xwe divê mafekî rewa be û gava yekem be ber bi başbûnê ve.
‘Êrîş li ser modela jiyana hevbeş e’
Daxuyaniyê êrîşên li ser sivîlên bêçek û wêrankirina milkên wan şermezar kir û wiha pê de çû: “Ev sivîl, piştî 7 salên koçberiyê vegeriyan û tenê bi xewna aramiyê û ji nû ve avakirina jiyana xwe hatin. Di şûna wê de, ew bi pêlên gef, tundî, desteserkirina milkên wan û înkarkirina mafên wan ên herî bingehîn ên vegera ewle û bi rûmet re rûbirû man. Armancgirtina sivîlên vegeriyayî ne tenê êrîşek li ser kesan e, di heman demê de êrîşek li ser modela jiyana hevbeş û tevna civakî ye ku me ji bo parastina wê bedelên giran daye.”
Ji Kongra Star banga xwedîderketina li gelê koçber
Di dawiya daxuyaniyê de, Kongra Star banga xwe ya ji bo bidawîkirina tavilê ya dijminatiyê, mayîndekirina aramiyê û vekirina kanalên diyalogê dubare kir. Her wiha tekez kir ku berdewamiya tengezarî û tundiyê dê tenê birînan kûrtir bike, êşa sivîlan zêde bike û aştiya sivîl tehdît bike. Kongre Star destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê mecbûr e ku sivîlên vegeriyayî biparêze, ewlehiya wan û ewlehiya milkên wan misoger bike û berpirsiyariya kesên ku beşdarî êrîşan bûne bigire ser xwe.
‘Gotinên nefretê red bikin’
Di dawiyê de, Kongra Star bang li rêxistinên mafên mirovan, bi taybetî li UNHCRê kir ku bi awayekî lezgîn mudaxeleyê bikin da ku van binpêkirinan belge bikin û bidawî bikin. Her wiha, ji aqilmend û serokên eşîran ên li herêmên cuda hat xwestin ku gotinên nefretê red bikin û ji bo ji nû ve avakirina baweriyê di navbera civakên Sûriyeyê de bixebitin.