Kongra Star: 4 salên ‘Jin Jiyan Azadî’ dîsa nîşan da ku zordarî nikare vîna gelan bişkîne
Di salvegera 4’emîn a serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Kongra Star polîtîkayên zordar ên Îranê şermezar kir, ev dirûşme wekî felsefeya jiyana azad pênase kir û soz da ku ew ê têkoşîna jinan mezin bikin.
Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya ‘Jin Jiyan Azadî’, di 16’ê Îlona sala 2022’yan de bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiza Rojhilatê Kurdistanê ku bi destê polîsên exlaqî hat girtin û bi hinceta ‘pîvanên hîcabê binpê kiriye’ di bin îşkenceyê de hat qetilkirin, dest pê kir. Serhildan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê belav bû û piştre li seranserê dinyayê deng veda.
Bi vê boneyê Koordînasyona Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘Jin Jiyan Azadî felsefeya jiyana azad e’
Koordînasyonê di destpêka daxuyaniyê de tevahî jinên ku pêşengiya serhildanê kirin û bûn cangorî, bibîr anî û wiha domand: “Di sala çaremîn a Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, di şexsê Jîna Emînî û Şiler Resul ku di destpêka vê berxwedana dîrokî de şehîd bûn de, em hemû şehîdên xwe yên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Rêya ku wan vekir, îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan re berdewam dike û mezin dibe.”
Koordînasyonê destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” tenê dirûşmek nîne, felsefeya jiyana azad e û wiha pê de çû: “Ev têgihîştin ku azadiya jinê dike bingeha azadiya civakê; bi esasgirtina îradeya jinê, hêza wê ya rêxistinkirî û xweparastinê, nîşan da ku jiyaneke nû gengaz e. Ji ber vê yekê ‘Jin Jiyan Azadî’ îro ne tenê zimanê têkoşîna hevpar a jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Her wiha, bûye zimanê hevpar ê jinên li çar aliyên cîhanê ku li azadiyê digerin.”
Berxwedana li dijî zordarî û siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê
Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku rejîma Îranê jî li hember vê îradeya jinan bi kûrkirina polîtîkayên zordestiyê, girtinê û darvekirinê bersiv dide. Kongra Star berxwedana van jinan bi van gotinan bi bîr anî: “Têkoşîna jinên ku li girtîgehên Evîn, Qerçak û girtîgehên din berxwedanê dikin, dengê jiyana azad e û li dijî siyaseta tirsê ya rejîmê ye. Em Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî, Bita Hemmatî, Arghavan Fallahî û hemû jinên ku bi gefa darvekirinê re rûbirû ne silav dikin. Û dibêjin ku em ê bîranîna Arzû Rastad û hemû jinên ku hatine darvekirin di têkoşîna xwe de vejînin. Berxwedana wan berxwedana me ye. Zordariya li ser jinan û komkujiyên jinan jî rûyekî din ê heman feraseta baviksalar e.”
Di berdewama daxuyaniyê de Koordînasyona Kongra Star di şexsê Nîlûfer Mecawer de hemû jinên ku di encama êrîşên feraseta serdestiya mêran de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ragihand ku ew ê têkoşîna xwe li dijî komkujiyên jinan û hemû cureyên serdestiyê yên li ser bedena jinê mezintir bikin. Koordînasyona Kongra Star tevahî rêbazên zordestiyê yên rejîma Îranê red kir û wiha domand: “Em rejîma Îranê di serî de û hemû pergalên ku feraseta olî û baviksalar dikin amûra serdestiyê li ser jinan û civakê, red dikin. Pêşveçûnên ku di sala dawî de li Îranê rû dane nîşan didin ku rejîm, li şûna firehkirina qada rewayiya civakî û çareseriya demokratîk, berê xwe daye zordestiyeke zêdetir. Destwerdanên li jiyan û bedena jinan, polîtîkayên cil û bergên bi zorê, kriminalîzekirina rêxistinkirina jinan û azadiya ragihandinê, girtinên siyasî û belavkirina darvekirinan parçeyên heman zihniyetê ne ku hevdu temam dikin.”
Her wiha Koordînasyonê destnîşan kir ku veguherandina cezayê darvekirinê bo amûrekî tirsandin û teslîmkirinê li dijî protestokaran, muxalifên siyasî û jinên berxwedêr, nîşan dide ku rejîm li şûna avakirina têkiliyek demokratîk bi gel re, hewl dide bi zordarî û tundiyê li ser lingan bimîne. Kongra Star wiha domand: “Lê zêdebûna zordariyê nîşan nade ku rejîm hêzdartir bûye; belkî nîşan dide ku tirsê wê ji îradeya civakî mezin bûye. Tevî berxwedana jinan a ku salan dom kiriye, nermkirina dîsa tund a polîtîkayên cil û bergan, dagirtina girtîgehan bi girtiyên siyasî daxwazên gel ji holê ranake; berovajî, dûriya di navbera rejîm û civakê de hîn kûrtir dike.”
‘Zordarî nikare îradeya jin û gelan bişkîne’
Kongra Star tekez kir ku li Îranê jin tevî hemû zordariyan dev ji vîna xwe ya ku li ser jiyan, beden û siberoja xwe xwedî gotin bin, bernadin û wiha pê de çû: “Di sala çaremîn a ‘Jin Jiyan Azadî’ de êdî pir zelal e ku tu pergaleke teokratîk nikare îradeya azadiya jinan heta hetayê bitepisîne. Ji ber ku gava jin carekê hay ji îradeya xwe dibe, vegerandina wê dîsa bo bindestiyê ne gengaz e. Hêza bingehîn a ku li hember rejîma Îranê û hemû pergalên teokratîk û baviksalar ên wek wê bilind dibe jî ev e: jinên ku rêxistin dibin, hişyar dibin û dixwazin li ser jiyana xwe xwedî gotin bin. Ji ber vê yekê têkoşîna me tenê li dijî polîtîkayên rejîmekê nîne. Têkoşîna me têkoşîna avakirina jiyaneke azad e bi rizgarkirina jinê ji serdestiyên dewletê, mêran, ol û desthilatê. Çar salên ‘Jin Jiyan Azadî’ careke din nîşan dan ku zordarî nikare vîna gelan bişkîne, girtîgeh nikare ramana azadiyê bitepisîne, dadgeh nikare têkoşîna jinan rawestîne. Gelê Îranê, bi taybetî jin, tevî hemû zordariyan dev ji meşa azadiyê bernedaye.”
Koordînasyona Kongra Star bal kişand ser wê yekê ku îro her dengê jinê yê ku bilind dibe, di dîwarên tirsê yên ku rejîm ava kiriye de şikestinek nû vedike û wiha tekez kir: “Wek Kongra Star, em berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê wek berxwedana xwe dibînin; girêdana xwe bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’, şoreşa jinan û têkoşîna jiyana azad re careke din dubare dikin. Em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin, bibin dengê jinên di girtîgehan de û li dijî darvekirin û her cure zordariya li ser jinan têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Em ê parastina jiyana azad, civaka demokratîk û îradeya rêxistinkirî ya jinan bidomînin’
Daxuyaniya Kongra Star bi van gotinan bi dawî bû: “Em ê li kêleka berxwedana jinan a ku ji Rojava ber bi Rojhilatê, ji Rojhilata Navîn heta çar aliyên cîhanê belav dibe bimînin. Û em ê parastina jiyana azad, civaka demokratîk û îradeya rêxistinkirî ya jinan bidomînin.”