Konferansa Ziman: Divê rêveberiyên herêmî pêşengiya ziman bike

Di konferansa ziman de hat diyar kirin ku ji bo di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên herêmî navendên bîrê yên ziman, lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin.

Navenda Nûçeyan – Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hatî li darxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di bernameyê de gelek endamên û rêveberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tev li konferansê bûn.

Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta “Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye” hatin daliqandin.

Bandora qedexekirina ziman li ser zarokan

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin di destpêka bernameyê de axivî û diyar kir ku axaftina ziman beriya her tiştî divê mirov bigre dest û wiha got: “Dema ku pêşketina ziman tune be, ew ziman tê windakirin. Dema ku zarokek diçe dibistanê ew zarok pêşî ji zimanê xwe tê qutkirin. Her wiha bi vê yekê re têkiliya di navbera zarok û zimanê wî/wê tê windakirin çêdibe. Û aîdiyeta wê û malbatê tê xerakirin. Veguhestina çand, ziman, nasname û têkiliya di navbera civakê de bêhtir xera dibe. Dema ku ew zarok ji zimanê xwe dûr dikeve, dibe sedema şerma axaftina wî zimanî jî. Ev meseleyeke derûnî û hesas e. Em ji qedexekirinê re dibêjin na, lê em ji pêşketina ziman re dibêjin erê. Divê mirov rê li ber ziman negire, divê pêşî lê bê vekirin. Ji bo şerma ziman bişkê divê pêşî li bişaftinê bê girtin. Çima ziman dimire? Ji bo zimanekî zindî bimîne divê ew malbat bi zarokên xwe re û di nava xwe de bi zimanê xwe her tim biaxivin. Dema ziman nebe zimanê siyasetê, ew ziman dihele û dimire.”

 ‘Divê em zarokistanan bikin model’

Bêrîtan Guneş Altin di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dema mafê zimanan neyê parastin, ziman dimire û wiha pê de çû: “Ger zarokek bi zimanê xwe stranan guhdar bike ew pêşî li asîmîsyonê jî digre. Zimanê ku ji malbatê derbasî zarokê nebe ew ziman tê windakirin. Ew kesên ku di nava civakê weke rûspî tên nasîn dikarin bêhtir bi zarokan re bi Kurdî biaxivin. Ger xwedîderktina ziman a malbatan tune be, ew ziman tê windakirin. Gelek caran pergal perwerdehiyê li gorî xwe amade dike. Dibistan bi tenê têrî ziman nake. Di 0-6 salan de ger ku zarok ziman fêr bibe, ew dibe bingehek gelek mezin. Niha bandora medyaya dijîtal jî heye û ew roleke gelek mezin dilîze. Divê em qadek ji bo zimanê Kurdî amade bikin. Divê em zarokan bi zimanê dayîkê mezin bikin. Da ku em prestîja ziman bilind bikin. Divê em di mezinkirina zarokan de rêbendanek ji bo zarokan amade bikin. Divê em zarokistanan bikin model.”

‘Daxwaza me ew e ku zimanê me bibe xwedî statu’

Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal qala armanca siyaseta demokratîk kir û wiha got: “Netewe-dewlet li ser yekkirinê xwe ava dike û li dijî pirrengiyê ye. Polîtîkaya netew-dewletiyê pir rengiyê di nava xwe de nahewîne ji ber vê di rêveberiyên herêmî de jî pirrengî tune ye. Em dibêjin em ê civaka xwe demokratîk bikin û zimanê xwe biparêzin lê em kêm dimînin. Daxwaza me ew e ku zimanê me bibe xwedî statu. Heke hestiyariya demokrasiya çêbibe wê hevsengî jî di nava her rêveberiya navendî û rêveberiyên xwecihî de çêbibe. Divê qanûn bên guhertin. Mînak ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din perwerdehî nikare bê dîtin. Ji bo hevsengî çêbibe divê qanûnên pir zimanî bên çêkirin. Rêveberiyên Herêmî dê ji bo ziman çi bikin? Qada herî zêde kêmasî hene ev e. Ev sed sal in ziman hatiye asîmîlekirin lê bi saya têkoşînê xwe parastiye. Ji bo ku di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên herêmî navendên bîrê yên ziman, lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin. Serokatiyên daîreyan û muduriyet bên avakirin. Ji bo hişmendiya civakî were guhertin divê rêveberiyên herêmî pêşengiyê bikin.”

‘Em dikarin bi dibistanên gerok xizmetê bigihînin gel’

Herî dawî Mamosteya Zimanê Kurdî Dîlan Guvenç jî li ser mijara di asta rêveberiyên herêmî de polîtîkayên zimanî ji raborî ber bi siberojê ve axivî û ev tişt anî ziman: “Ceribandin û pratîkên rêveberiyên herêmî yên di perwerdehî û pêşvebirina zimanî de çi ne? Tevgera Azadiyê ya Kurd û perspektîfa kronolojîk zimanê dayîkê, ceribandina dibistanên azad, pirzimaniya li şaredariyan, di qada çand, huner û wêjeyê de xebatên zimanê Kurdî, di rejîma qeyûman de xespa îradeyê û qirkirina bîra zimanî û çandî, polîtîkayên rêveberiyên xwecihî ya têkildarî ziman kir. Divê şaredariyên me ne bi awayek sembolîk bi awayekî stratejîk nêzî ziman bibin. Divê mamoste bên perwerdekirin, akademî bên vekirin û şaredarî zarokistanan zêde bikin. Divê bi hevkariya saziyên sivîl, siyaset û şaredariyan dibistanên azad bên avakirin. Pergala komînan û civakîkirina xizmetên civakî girîng e. Em dikarin bi dibistanên gerok xizmetê bigihînin gel. Divê saziyên di bin banê şaredariyan de veguherin pir zimanî. Mafê peyzaja zimanî pêwîst e. Divê yekîneyên çanda devkî û arşîva dîjîtal bên çêkirin. Divê xizmetên dîjîtal ên pirzimanî çêbibin. Em dikarin xwe jî bajarê xwe bi zimanê xwe bi rê ve bibin.”

Konferans bi axaftin û nîqaşan didome.