Konferansa jinan didome: Yekîtiya jinên Kurd pêwîstiyeke neteweyî ye
Konferansa Yekemîn ya Jinên Kurd li Rojava di bin diruşmeya “Bi pêşengiya jinên Kurd yekîtiya netewî ya Kurd misoger dibe” tê lidarxistin, bi nirxandina 11 prensîban dewam dike.

Qamişlo – Jinên ku beşdarî Konferansa Yekemîn ya Jinên Kurd li Rojava bûne, her 11 prensîbên giştî yên konferansê nîqaş dikin û pêşinyarên xwe tînin ziman.
Prensîb wiha ne;
*Yekîtiya ji bo tevahî jinên Kurd xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd yên li her çar aliyên Kurdistanê, pêwîste jina Kurd xwedî sekneke hevpar be, bibe hêzeke pêşeng û çalak erkekî esasî ye. Yekîtiya Jinên Kurd ne tenê bijardeyek e, ji bo azadî û edaletê pêwîstiyeke neteweyî ye.
*Nasname û çanda jina Kurd; Çand û zimanê Kurdî berhemeke fikrî û nasnameyeke civakî ye ku herî zêde bi ked û hewldana jin û dayikên Kurd heya roja îro hatiye parastin. Ji bo wê pêwîste çand û zimanê Kurdî heman demê çand û nasnameya jina kurd were naskirin û parastin.
*Neteweya Demokratîk; Li ser esasê naskirin, rêzdayin û parastina tevahî nasname, bawerî û çandan dabînkirina azadiya jin û giştî civakê ye. Kurdistan ku welatek e gelek nasname û baweriyên cihê reng di nav xwe de dihewîne, Netewa Demokratîk pergala herî guncaw a li gor rastiya welatê me ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pîvan û prensîbên demokrasî wekhevî û azadiya jinê bihevre jiyankirin û xwe rêvebirina hemû rengên civakî nimûneyeke girîng şênber kiriye.
*Perwerde û Zanista jinê Jineolojî: Perwerde ji bo avakirina malbat û civaka demokratîk û azad xebateke jiyanî ye. Nexasim perwerdeya ku bala xwe bide zanista jin û jiyanê esasê ronîkirin û pêşxistina civakê ye. Wek zanist zansita jiyanê, zanista jineolojiyê li hember hişmendiya zanistperest a pergala kapîtalîst esasê şoreşa hişmendiyê ye.
*Hevjiyana Azad: Li hember hişmendiya baviksalar ku jinê wek mal û milkên xwe dibîne, jinûveavakirina civakê ye. Li ser esasê azadî û wekheviya di navbera her du cinsan de wê di çareserkirina pirsgirêkên malbatê û giştî civakê de rû didin, çareseriyek esasî ava bike. Li hember hemû cûreyên şîdeta di nav malbatê yên wek destdirêjî, bi temenê biçûk zewicandin, zilma fêzîkî û derûnî bi yek dengî helwest nîşandan wê guhertin û veguhertineke mezin pêk bîne.
*Têkoşîna li dijî binpêkirina mafê jin; Êşên ku jinên Kurd rû bi rû tên hiştin, heman demê êşên tevahî jinên cîhanê ne. binpêkirina mafê mirovan sedema têkoşînkirinê ya herî mezin e.
*Parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê: Destkeftiyên ku jina Kurd di qada siyasî û leşkerî û civakî de bidest xistine, destkeftiyên dîrokî ne û weke destkeftiyên şoreşa jinê gerek were pênasekirin.
*Xweparastina jin a rewa: YPJ’ê wek hêza parastina rewa ya tevahî jinan û destkeftiyên mezin a şoreşa Rojavayê Kurdistanê divê were qebûlkirin.
*Nirxê şehîdên me yên netewî û nîştimanî: Tevahî kesên di ber parastina Şoreşa Rojava de şehîd bûne, wek şehîdên Şoreşa Sûriyê jî bên pejrandin û mafê wan di zagonên Sûriyê de bên misogerkirin.
*Aboriya Jin: Ji aboriya pergala kapîtalîst a yekdestdar re alternatîk e. Piştgirî dayîna projeyên aboriya jin, kooperatîfên bi rêvebertiya jinê wê bihêle ji milê aborî ve jî serxwebûneke jinê pêş bikeve.
*Pêşxistina dîplomasiya jin: Ji bo xizmeta doza Kurdî xwediyê roleke esasî ye. Divê rêxistinên jinan li gorî nêrîneke siyasî û dîplomasiya hevbeş bikaribin bihêz kar bikin. Li hember plan û armancên ku dixwazin Kurd û Kurdistanê parçe bikin û têkoşîna gelê Kurd lawaz bikin, divê pêşî li destwerdana derve bigrin. Ji bo yekîtiya neteweyî, birêxistinkirin û yekkirina her çar beşên Kurdistanê armanca sereke ya tevahî jinan e. Li kêleka hevgirtina jinên Kurd a navxweyî bi rêxistinên jin yên navneteweyî re jî sazkirina koalîsyonan pêwîstiyek e. Ji bo em bikarin hêz û rêxistina jinên Kurd ji derve re bidin naskirin, bi hemû tevgerên jin yên cîhanê re jî sîstemeke konfederal a demokratîk pêş bixin, li ser esasê armancên hevbeş yên azadî û wekheviyê divê xebateke sazkirina koalîsyonê bi girîngî were meşandin.
Konferans bi nîqaşên li ser van prensîban û pêşinyarên ku divê li ser werin zêdekirin, dewam dike.