Rejîma Îranê di mehekî de 2 jê jin 67 kes darve kirin
Rejîma Îranê, di meha Tîrmehê de 9 jê girtiyên siyasî û 2 jin, bi giştî 67 kes darve kirin. 22 ji vana Faris, 10 Kurd, 10 Azerî (Tirk), 6 Lor, 5 Belûc, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efgan e.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, daneyên darvekirinan yê rejîma Îranê ya meha Tîrmehê weşand.
Li gorî raporê, rejîma Îranê di Tîrmehê de 67 kes darve kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji kesên hatine darvekirin 9 kes girtiyên siyasî û 2 jî jin bûne.
Hate diyarkirin ku Setayish Mohammadpur a ji bajarê Cehrom a eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed a li Girtîgeha Şîrazê dihat ragirtin hatiye darvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku Azam Geramî ya ji bajarê Yasujê ya girêdayî eyaleta Kohgiluyeh û Buyer Ehmed jî li Girtîgeha Yasujê hatiye darvekirin.
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku ciwanê Belûc ê 18 salî Meysem Irendeganî ku tê îdiakirin di 16 salî xwe de sûcek kiriye jî hat darvekirin. Di raporê de wiha hate gotin: “Ji 67 darvekirinên ku di meha Tîrmehê de hatine kirin, tenê 8 kes ango ji sedî 12’ê wan ji aliyê rayedarên fermî yên Îranî an jî dezgehên medyayê yên girêdayî dadweriyê ve bi eşkereyî hatin ragihandin. 7 girtî bêyî agahiya malbata xwe û bikaranîna mafê hevdîtina dawî bi awayekî veşartî hatin darvekirin û 2 girtî jî ji raya giştî re vekirî hatin darvekirin.
Meha borî, kesên di xwepêşandanên meha Çile û şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' de hatin binçavkirin jî di nav de herî kêm 9 girtiyên siyasî û olî, bi tohmetên ewlehiyê yên wekî 'muharebe (şerê li dijî Xwedê)', 'sîxurtî' û sûcên bi vî rengî hatin darvekirin. Ji kesên ku hatine darvekirin 22 Faris, 10 Kurd, 10 Azerî (Tirk), 6 Lor, 5 Belûç, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efganî bûn û nasnameya etnîkî ya 5 kesan jî nehat tesbîtkirin.”
Nasnameyên kesên hatine darvekirin
Nasnameyên kesên ku hatine darvekirin û girtîgehên lê hatin darvekirin ev in: Muhyeddin Abdullahî di 14’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hat darvekirin. Huseyîn Palanî Caf û Serpol-e Zehablî di 14ê’ Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hat darvekirin. Mihemed Emînî Dehaghanî, di 15’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê hat darvekirin. Aref Hoşkar, di 15’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Qêzêl Hêsar a Kerecê hat darvekirin. Erfan Esfendiyarî, di 19’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê hat darvekirin. Gol Mihemed Mihemedî, di 19’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Navendî ya Îsfehanê hat darvekirin. Mehdî Hankî, di 22’ê Tîrmeha 2026’an de li Girtîgeha Qêzêl Hêsarê ya Kerecê hat darvekirin. Ebûlfezl Sepahî, di 28’ê Tîrmeha 2026’an de li Îsfehanê berçavê raya giştî hat darvekirin û Emîr Huseyîn Safarî jî di 28’ê Tîrmeha 2026’an de li Îsfehanê ber çavê raya giştî hat darvekirin.