‘Em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî têkoşîna xwe geş bikin’
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê de got, “Li Şengalê jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hatî avakirin, nîşaneyeke xurt a berxwedana li dijî qirkirinê, îradeya avakirina siberojeke wekhev û azad û israra di jiyana demokrat
Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi boneya 12’emîn salvegera Jenosîda Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di destpêka daxuyaniya xwe de jiyana nû ya ku li dijî Fermana 74’an li Şengalê bi pêşengiya jinan tê avakirin, silav kir û got: “Civaka Êzidî ji rabirdûyê heta îro bûye hedefa êrîşên qirker ên hêzên desthilatdar. Fermana 74’an a ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve pêk hat, êrîşeke qirkirinê bû ku armanc dikir Şengalê û gelê Êzidî tune bike.”
‘Hûn ê li dijî têkoşîna gelê Êzidî û jinên Êzidî têk biçin’
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hedefa herî mezin a vê qirkirina ku bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin bûn û ev tişt hatin gotin: “Bi hezaran jin li bazarên koleyê hatin firotin, qetilkirin û windakirin. Em di salvegera 12’an a qirkirina li dijî hebûn û baweriya gelekî de, qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo jiyan û mafê bi hezaran jinên ku aqûbeta wan hîna nayê zanîn, têkoşîna xwe geş bikin. Em hişyarî didin hêzên ku dixwazin qirkirinê bi rêbazên cuda bidomînin. Hûn ê li dijî têkoşîna gelê Êzidî û jinên Êzidî têk biçin.”
‘Jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hat avakirin, nîşaneyeke xurt a berxwedana li dijî qirkirinê ye’
Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin dîroka civaka Êzidî tevî fermanan jî dîroka hebûn û berxwedanê ye de, wiha hate gotin: “Têkoşîna jinên Êzidî ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, di heman demê de têkoşîneke azadiyê ya li dijî tundî, mêtingerî û desthilatdariya mêr e. Li Şengalê jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hatî avakirin, nîşaneyeke xurt a berxwedana li dijî qirkirinê, îradeya avakirina siberojeke wekhev û azad û israra di jiyana demokratîk de ye.”
‘Em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî têkoşîna xwe geş bikin’
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di berdewama daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya kampanyaya ‘Ji bo Edalet û Azadiyê – Tu jî Bibe Dengê Girtiyên Fermanê’ nîşan da û got: “Di salvegera 12’an a qirkirinê de, em piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya jinên Êzidî ya bi şîara ‘Ji bo Edalet û Azadiyê – Tu jî Bibe Dengê Girtiyên Fermanê’, em xwedî li daxwazên kampanyayê derdikevin û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî, darizandina kiryaran û mîsogerkirina statuya Şengalê têkoşîna xwe geş bikin. Em banga xwe ya ji bo 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyên Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Jenosîdê’ were qebûlkirin, dubare dikin.”