Komîteya Dîplomasî ya Kongra Star 3’emîn Konfaransa xwe li dar xist

Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star 3'yemîn Konferansa xwe li dar xist.

Hesekê - 3’emîn Konfaransa Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star bi dirûşmeya ‘"Li hemberî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn em ê bi gerdûnîkirina felsefeya jin, jiyan azadiyê bi ser bikevin" li bajarê Hesekê ya Kantona Cizirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate li darxistin. 

Konfarans bi bîranîna pakrewanên jin ên ku pêşengtiyê ji şoreşê re kirin destpê kir û konfarans dîyarî Lîman Şiwêş û Yusra Derwêş ên di êrişa dewleta Tirk ê di 20’ê Hezîrana 2023’yan de hatibûn qetilkirin, hat kirin.

‘Şoreşa jinê di Rojhilata Navîn de xwedî hêza avakirina aştiyê ye’

Di konfaransê de beşdarvanan bal kişand ser rewşa heyî ya li herêmê û cîhanê û dan zanîn ku  sîstema zextê dibin serdestiyê de krîz zêde kiriye û çareserî tevlîhev kiriye. Hate diyarkirin ku tê hedefkirin ku ev sîstem tevgera têkoşîna jinan parçe bike û azadiya jinê ji mijara ku navendî ya hemû pirsgirêkên civakê eleqadar dike dûr bixwe. Hate îfadekirin ku divê azadiya jinê bi bingehek bi kok û birdozî were parastin, kilîla aramî û aştiya civakî ye. Beşdarvanan destnîşan kirin ku sedsala 21’an sedsala jinê ye û bawer dikin ku şoreşa jinê di Rojhilata Navîn de xwedî hêza avakirina aştiyê ye.

Di beşa dawî ya konfaransê de, bal hat kişandin ser giringiya hevdîtîna dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hate destnîşan kirin ku pêşniyarên Ocalan der barê têkoşîna jin û civakê de rê nîşandane û banga neketina xefika planên dewleta Tirk hate kirin. 

Xebat û nîqaşên konfaransê

Xebatên konfaransê bi nirxandina zextên ku li Rojhilata Navîn û cîhan dijîn berdewam kir. Beşdarvanan diyarkirin ku pirsgirêkên ku jinên li hemû cîhanê rastî tên heman in û riyên çareseriyê jî wê bi piştevaniyê bi hêz bibe. Di konfaransê de hate îfadekirin ku divê rola jinan ya di civakê de were bi hêzkirin, azadiya civakî yek ji gavên herî giring e. Di konfaransê de hate destnîşan kirin ku divê hemû astengiyên li beramberî tevgerên jinan werin rakirin û divê di her qadê de hê zêdetir piştevaniya jinan bê kirin. Hate bibîrxistin ku sîstema mêrsalar û kapîtalîst jinê dike hedef, ji ber vê jî divê jin di nava rêxistinbûnek hê bi hêztir debin. 

Encamname û pêşniyar

Di dawiya konfaransê de encamname hate eşkere kirin. Di encamnameyê de ev tişt hate gotin:

“*Divê azadiya jinê weke nirxek gerdûnê bê qebulkirin: Azadiya jinê ne tenê pirsgirêka herêmekê ye, pirsgirêka hevpar ya hemû cîhanê ye.  

*Di nava tevgerên jin de zêdekirina piştevaniya navnetewî: Ji bo mafê jinan were parastin, pêwîstî bi piştevaniyek ku sînoran derbas dike heye.

*Bibîrxistina sûda Abdullah Ocalan di azadiya jinê de: Sûda birdozî ya Ocalan di mijara azadiya jinê de, ji bo tevgera jinê rê nîşandanek e.

*Bi hêzkirina têkoşîna aştî û demokrasiyê: Tevî hemû zextan, bal hat kişandina ser giringiya berdewamkirina têkoşîna ji bo aştiya civakî û demokrasiyê.”  

Konfarans bi peyama ku ji bo cîvakek azad û bi hêztir ji bo jinan, berdewamkirina têkoşîna bi hevre bi dawî bû.