‘Komîn ji bo pirsgirêkên gelên herêmê riya çareseriyê ne’
Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed da zanîn ku armanc bi lidarxistina konferansên komînan ew e ku hêzeke çareseriyê ji bo pêşxistina komînan aktif bibe û zêdetir bikaribin xwedî li komînan derkevin.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Komîn bingeha rêxistina civakî û avakirina aştiyê ye. Bi riya komînan nirxên hevgirtin û yekbûnê tên bicihanîn û dibin çarçoveyek pratîkî ji bo parastina maf, pêşvebirina edaleta civakî û stûnek ji bo misogerkirina aramiya civakek demokratîk. Ji ber ku komîn cihekî rêxistinî ye îradeya gel îfade dike. Ji ber vê yekê pêwistî pê hat dîtin ku konferansên komînan ji bo pêwistîyên gel û civakê bi beşdariyek berfireh ji niştecih û nûnerên saziyan werin lidarxistin. Ev konferans gaveke nû ya ber bi xurtkirina hevgirtina civakî û xurtkirina nirxên aştî û demokrasiyê ve nîşan dide.
Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed têkildarî armanca lidarxistina konferansên yekem êm komînan ji ajansa me re axivî.
Hêvî Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Rêber Apo di destpêka Şoreşa Rojava de perspektîf şand û got li komîn û şaredariyan xwedî derkevin. Li ser bingeha avakirina komînan gel xwe bi rêxistin kir, kar û xebatên xwe bi riya komînan da meşandin. Hemû kes endamên komînan in û bi erkên xwe radibûn. Rêber Apo di Manîfestoya dawî de, pir bal kişand ser rola komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêber Apo got ku komîn kilîta çareseriyê ne ji bo pirsgirêkên gelên herêmê. Komîn demokrasiya herî li pêş e, dendika neteweya demokratîk e û komîn hemû pêkhateyan digrin nava xwe. Rêber Apo got Rojava xeta min a sor e û pêwist e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakek exlaqî, polîtîk û aştîxwaz derkeve holê.”
‘Di demên pêş de wê kongre were lidarxistin’
Hêvî Ehmed diyar kir ku konferansa yekem a komînan li Qamişloyê hatiye li darxistin û wiha pêde çû: “Di konferansê de hemû sazî, dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, hevserokên komînan, şêxên eşîran û pêkhateyên Sûriyeyê amade bûn. Di konferansê de nêrîn û pêşniyar hatin kirin, hat xwestin em komînan zêdetir bi pêş bixin ji bo ji pirsgirêkan re bibin derman. Ji ber ku cara yekemîn e konferansa komînan hatiye lidarxistin gel bi moralekî pir bilind û hêviyên mezin nêzî vê konferansê bû. Kesên ku beşdar bibûn bi awayekî demokratîk pirgirêkên ku di komînan de hene, sedemên paşmayîna komînan, rexne û rexnedayîn hatin dayîn û hatin nîqaşkirin. Di demên pêş de wê kongreyek were lidarxistin û dê biryarên komînan, nêrîn, kar û xebatên komînan zelal bibin.”
‘Pêwist e em hêzeke çareseriyê ji bo pêşxistina komînan ava bikin’
Hêvî Ehmed destnîşan kir ku armanc bi lidarxistina konferansan ew e ku komînan zêdetir bi pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me ew e ku em di destpêkê de komînên xwe sererast bikin û zêdetir xwedî li komînan derkevin. Ji bo ku em hêza çareseriyê ji bo pêşxistina komînan ava bikin divê em komînan bikin mala gel. Ji bo ku em komînên saxlem ava bikin, bi konferansan amadekarî ji kongreyê re tên kirin. Daxwaza me ew e ku kesên azadîxwaz xwedî li komînan derbikevin. Şehîdan nirxên pir pîroz li pey xwe hiştin, destkeftiyên di destên me de hemû keda Rêber Apo û şehîdan in. Banga me ew e ku civakeke komînal were avakirin, ji ber dem dema azadiyê ye û azadî li hêviya me ye.”