Komeleya Star: Nayê qebûlkirin ku mêrên ku tundiyê dikin werin parastin

Piştî ku dîmenên ku cerdevan li Qilebanê li dijî jinekê şîdetê bikar tînin derketin holê, bertek berdewam dikin. Komeleya Jinan a Star diyar kir ku ew tundiya li dijî jinan an jî zîhniyeta ku sûcdaran diparêze qebûl nakin.

WAN – Li navenda navçeya Qileban a Şirnexê di dîmenên derketine holê de tê xuyakirin ku cerdevanê berê Abdullah Alturk û cerdevan Cevat Rustemoglû tundiyê li ser 2 jinan pêk tînin. Piştî bûyerê cerdevanên tundî li ser jinan pêk anîn hatin binçavkirin û dû re hatin berdan. Derbarê Mijarê de Komeleya Jinan a Starê daxuyaniyek da û banga darizandinê kir. 

Em li kêleka jinên ku rastî tundiyê hatine bin’

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku êrîşa li hemberî her du jinan nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Kesên ku hatin binçavkirin dû re hatin berdan, her wiha nebûna lêpirsînên bi bandor rê li ber tundiyê vedike. Nayê qebûlkirin ku mêrên ku tundiyê dikin bên parastin. Wek Komeleya Jinan, em ji raya giştî re radigihînin ku em li kêleka jinên ku rastî tundiyê hatine bin. Em ê bûyerê bişopînin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo darizandinek bi bandor û adil li dijî berpirsiyaran bidomînin. Em tundiya li ser jinan an jî zîhniyeta ku sûcdaran diparêze qebûl nakin.”
‘Nayê qebûlkirin ku mêrên ku tundiyê dikin werin parastin’

Daxuyaniyê tekez kir ku erkê artêş, polîs, rayedarên îdarî û dadweriyê ne parastina sûcdaran e, lê misogerkirina mafê jiyanê yê jinan e, wiha berdewam kir: “Îdiayên ku rayedarên îdarî bandor li ser berdana sûcdaran kirine, wekî ku di agahdariya ku hatiye eşkerekirin de xuya dike, jî divê werin zelalkirin. Divê saziyên peywendîdar tavilê ravekirinek zelal derbarê van îdiayan de bidin. Yek ji sedemên sereke yên ku çima tundiya li dijî jinan dikare bi vî rengî bêşerm were kirin, siyaseta bêcezatiyê ye ku bi salan e tê meşandin. Nayê qebûlkirin ku mêrên ku tundiyê dikin werin parastin û jin bi tenê werin hiştin.”

Komeleya Jinan a Star diyar kir ku ew ne tundiya li ser jinan, ne jî zîhniyeta ku sûcdaran diparêze qebûl nakin.”