Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê ji nû ve dest bi xebatên xwe kir

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, ragihand ku bi dawîkirina biryara rawestandina xebatên xwe re ji nû ve destbî xebatên xwe bike.

Tûnis – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, ragihand ku bi dawîkirina biryara rawestandina xebatên xwe re ji nû ve destbî xebatên xwe bike û diyar kir hedefgirtina saziyên navbeynkar ên parastina mafên mirovan dikin red dike û hewldanên dewletê yên sînordarkirina civaka sivîl qebûl nake.

Komeleyê, ji bo ragihandina vegera xwe ji bo xebatên û Kampantaya Çalakiyên 16’ê Rojî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, civînekî çapemeniyê li dar xist. Komeleyê, diyar kir ku ev heyam ne tenê ji ber zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser civaka sivîl, di heman demê de ew ê bi têkoşînek jinan a bihêz çalakiyên xwe yên li qadan bidomînin.

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, piştî rawestina xebatên a bi darê zorê, ji nû ve destbî xebatên xwe kir. Di vê heyamê de, 100 jin ji ber girtina navendên komeleyê ya li çar parêzgehan, nekarîn piştgirî bigrin. Aktîvîstan, destnîşan kirin ku ew biryardar in ku li dijî zilm û zordariya ku mafên jinan hedef digre li ber xwe bidin.

Komeleyê, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê li ser bingeha prensîbên demokratîk û femînîst bidomîne. Hate gotin ku herî zêde jin ji xizanî, cudakarî û zordariya siyasî bandor dibin û dadwerî û sazî qels bûne.

Serok Reja El-Dahmanî, diyar kir ku ew ê di têkoşîna xwe ya 36 salan de hertim rastî zextan hatine û têkoşîna li dijî desthilatdarên ku azadiyê fêm nakin zehmet e. Reja El-Dahmanî, destnîşankir ku sînordarkirina civaka sivîl hevsengiya civakî têk dibe.

Sosyolog Fethiha Saidî, da zanîn girtina komeleyê ne biryarek hiqûqî, siyasî bû û diya kir rûxmê belgeyên pêwîst hatin pêşkêş kirin jî, ji nişka ve biryara rawestandina wê piştî salek hatiye.

Sekretera Giştî Hala Ben Salem jî, diyar kir ku biryar keyfî bû, prosedur hatin binpêkirin û ev yek zirarên mezin daye jinên mexdûrên tundiyê. Hala Ben Salem, da zanîn komele ne tenê xizmet dide, di heman demê de piştgiriyê dide jinên ku ji polîtîkayên vederkirinê yên dewletê bandor bûne jî.