Komeleya Jinên Astengdar: Dengek ji bo entegrasyona civakî û mafan bilind dibe

Komeleya Jinên Astengdar a eyaleta bakurê Sûdanê ji 30 jinan pêk tê û ev kom ji ber pevçûnan rastî gelek awayên tundiyê tê.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Seroka Komeleya Jinên Astengdar Întisar Mahmûd, a çavên wê nabînin û behsa zoriyên ku jinên lebatek xwe winda kirine yan jî nikarin bimeşin kir, diyar kir ku jinên astengdar ên li welatê wan rastî gelek astengiyan tên û ji ber zoriyên heyî weke komele erkên xwe bi temamî nikarin bi cih bînin.

Întisar Mahmûd da zanîn ku divê jinên astengdar mafên xwe bi dest bixin, entegreyî civakê bibin û dawî li cudakariyê were da ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên siyasî bibin.

‘Xebatên me erênî tên dîtin’

Întisar Mahmûd diyar kir ku yek ji xebatên wan ên bingehîn ew e ku endamên wan di aliyê aborî de bi hêz bikin û got: “Kêmaniya malzemeyên berhemên destan, yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Bi desteka saziyên neteweyî û navneteweyî, em proje, atolye û kampanyayên hişyariyê didin meşandin û darazên qalib ên neyênî yên civakê li hemberî astendaran dişkînin. Xebatên hişyariyê yên der barê nêzikatiyên civakê de li hemberî jinên astengdar, bersivek erênî dîtiye lê belê ev têrê nake û em hê li serê rê ne.”

‘Komele di 2023’an de hat avakirin’

Întisar Mahmûd îfade kir ku komele piştî pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn di Nîsana 2023’an de destpê kir, hat avakirin û bi taybetî di qadên desteka psîkososyal û bihêzkirina borî xebat didin meşandin û got: “Bingehê komeleyê di sala 2019’an de hat avêtin lê belê piştî xebatan, di 2023’an de ava kirine.”

‘Divê destekê bidin kampanyayên perwerdeya zimanê îşaretê’

Întisar Mahmûd bal kişand ser sazûmaniyên zagonî der barê astengdaran de û wiha got: “Ji sala 1970’an ve ji bo komeleyan zagon hene lê belê li gorî welatên bi qasî pêwist nayê bicihanîn. Belavnekirina zimanê îşaretê û kêmaniya wergervanan di nava pirsgirêkên girîng de cih digre. Ji ber vê divê destek bidin kampanyayên der barê perwerdeya zimanê îşaretê. Di heman demê de komeleya me, piştî sekinandina komeleyên li eyaleta Kassala û Gedaref a li Rojhilatê Sûdanê, komeleya yekem a çalak e.”

Sê sernavên bingehîn ên komeleyê

Întisar Mahmûd anî ziman ku di nava pirsgirêkên ku rastî tên de nebûna firsendên derfetên kar, bêparbûna ji mafên xwe, cûdakarî, zilm û tundiya psîkolojîk heye. Di bernameyên komeleyê de sê sernavên bingehîn derdikeve pêş. Maf, rakirina darazên qalib ên nerênî yên di civakê de û tundiya xwe dispêre zayenda civakê.

Întisar Mahmûd da zanîn ku ew gelek girîngî didin xebatên desteka psîkolojîk û got ku ji bo kêmkirina bandorên zilmê, bernameyên civakî û kêfxweşiyê amade kirine. Întisar Mahmûd bang li civakê kir ku jinên astengdar der barê mafên wan de hişyar bikin, cudakarî neyê kirin û wan bi awayek aktîf beşdarî her qadê civakê bikin.

‘Gelek planên me yên pêşerojê hene’

Întisar Mahmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Zoriyên ku jinên astengdar rast tên divê em bi piştevanî derbas bikin. Em daxwaza mafên xwe dikin lê weke pêwist em nagirin. Tevî vê jî gelek planên me yên pêşerojê hene û divê rayedar zêdetir eleqedariyê nîşanî me bidin.”