Komeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket

Rêveberiya kampa Holê ya li kantona Cizîrê komeke nû ya welatiyên Îraqê ku ji 155 malbatan pêk tê ber bi welatê wan ve rêkirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya xebata hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro komek nû ya penaberên Iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi Iraqê ve hatin rêkirin. Koma nû ya çaremîne ku ji destpêka sale ve ji kampê tê derxstin, ji 594 kesan pêk tê.

Ji sala 2022’an heta niha, welatiyên Iraqê yên li Kampa Holê 21 caran kom bi kom ji kampê ber bi welatê wan ve hatine rêkirin.