Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya kampanyayê de xwe gihand bi hezaran jinan

Kombûna Jinan a Zenûbiya, ragihand ku kampanyaya wan a civakî ya bi şîara “Bi rêxistinbûna jinan hevgirtina civakê çêdibe” bi dawî bûye û hat gotin ku gihîştine bi hezaran jinan û li ser rola wan a pêşeng a di civakê de nîqaş kirine.

Reqa – Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyek bal kişand ku kampanya ji bo jin di mekanîzmayên biryarê de zêdetir xwedî bandor bin û avakirina civaka adil û hevgirtî gaveke stratejîk bûye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê ev kampanya veguhere xeta xebatê ya mayînde û sazîbûyî û pêşî li hewldanên ji bo pêşerojê vebe.”

Hat diyarkirin ku kampanyaya di 10’ê Tebaxê de dest pê kiriye û 10’ê Îlonê bi dawî bûye,  ne xebateke demborî; gaveke stratejîk e ji bo jin di ware civakî, siyasî û aborî de zêdetir cihê xwe bigrin.

Gelek civîn hatin lidarxistin

Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya kampanyayê de li gund, tax û kampan, 477 civîn hatin lidarxistin, ji 105 gundan 6 hezar 905 jin beşdar bûn. Ve hejmarê bû sedem ku kampanya li tevahiya herêmê bibe yek ji hewldanên herî berfireh ên jinan. Bi jinan re têkilî hat danîn û bingeha nîqaşê hat avakirin û wiha hat gotin: “Jin ne tenê nîvê civakê, dil, aqil û bawerî ye.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku armanca kampanyayê ew bûye ku balê bikşîne ser rêxistinbûyîna jinan, rola jinan a pêşeng di însiyatîfên civakî de derxe pêş, enerjiya civakî bi nirxên edalet û wekheviyê bike yek.  Her wiha hat diyarkirin ku daxwazên jinan ew in ku zêdetir di mekanîzmayên nûnertî û biryaran de baş cihê xwe bigrin, di ware aborî û civakî de bihêztir bibin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ku divê kampanya mayînde be, di pêşerojê de bi projeyên biçûk jin werin bihêzkirin, di warê perwerde û xebatê de xebatên hayjêbûnê çêbibin, jin di meclîsên herêmî û saziyên biryaran de cih bigrin.

Divê dengê jinan li her derê û her dem were bihîstin

Di beşa dawî de, pêşniyarên herî girîng ên kampanyayê wiha hatin rêzkirin: Zêdekirina asta zanîna civakî, avakirina pirên baweriyê di navbera jinan û civakê de û ji bo projeyên pêşerojê yên berfireh bingehek were avakirin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê dengê jinan li her derê û her dem were bihîstin, bi bandor be. Em ê di avakirina civaka xwe de bibin ronahî, li ser bingeha hevgirtin û wekheviyê de ji bo jiyana demokratîk têbikoşin.”