KJK: Hevrê Pelîn li her devera ku lê ma asta rêxistiniya jinê bilind kir

Koordînasyona KJK'ê Pelîn Yilmaz bi bîr anî û got: “Di avakirina sîstema jinê ya konfederal a demokratîk de kedeke mezin da, li her deverê asta rêxistiniya jinê bilind kir. Em li ser rêya wan soza Rêbertiya Azad û avakirina Jiyana Azad didin."

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyekê endama Konseya Rêveber Pelîn Yilmaz ya ku di 27’ê Çileya 2025’an de di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Koordînasyona KJK'ê got, "Di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de ya 27'ê Çileya 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ewlada bijarte ya gelê Kurd, milîtana pêşeng a têkoşîna azadiyê ya jinê hevrêya me Pelîn Yilmaz şehîd bû, em wê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbata Yilmaz a hêja sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Şehadeta endama me ya Konseya Rêveber a KJK'ê hevala me Pelîn bû windahiyeke gelekî mezin ku di nava tevgera me ya azadiyê de cihê wê bi zehmetî bê dagirtin. Ev yek di heman demê de nîşaneya tirsa dewleta Tirk a fşîst a ji tevgera me ya jinê û pêşengiya jinê ye ku tevgera me xwedî wê îdîayê ye ku sedsala me bike serdema azadiyê ya jinê. Em vê êrîşa nemerdane ya dijmin bi hêrs şermezar dikin û soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna hevrêya me Pelîn û hemû şehîdên me, têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.

‘Li her devera ku lê ma asta rêxistiniya jinê bilind kir’

Hevrêya me Pelîn hevaleke gelekî xurt bû ku bi hestên welatparêziyê yên bingehîn û keda dayikê mezin bû, lewma havênê xwe yê civakî gelekî xurt bû. Hevrêya me Pelîn ji Xîzan a Bedlîsê bû ku di têkoşîna azadkirin û pêşvebirina nasnameya neteweyî ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Li Wanê ji dayik bû, mezin bû û zû hişmendiya polîtîk wergirt. Di nava têkoşîna azadiyê de ku ji nava tevgera ciwanên Apoyî tevlî bû, bi dînamîkbûn û radîkalbûna xwe bi lez bû pêşeng. Hevrê Pelîn ku bi sekna xwe ya çalak bala dijmin kişand, dîl hate girtin, nêzî 5 salan girtî ma. Dema ku li zindanê bû, kekê wê Azad Serbilind ê li nava refên gerîla têkoşîna azadiyê dimeşand, tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevala me Pelîn salên ku girtî bû ji kevneşopiya berxwedanê ya zindanê tawîz neda û kesayetiya xwe ya têkoşer hîn xurt kir. Ev der ji xwe re weke qada perwerdeyê dît û ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û entelektuelî ve xwe hîn bêhtir şareza kir. Bi tecrûbe û danheviya xwe çawa ku ji zindanê derket di demeke stratejîk de li nava têkoşîna tevgera jinê û qada siyaseta demokratîk bi berpirsyariyên girîng rabû. Di destpêkê de di asta neteweyî de ji bo pêşvebirina têkilî û tifaqên demokratîk di navbera jinan ên li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi roleke mezin rabû. Di avakirina sîstema jinê ya konfederal a demokratîk de kedeke mezin da, li her devera ku lê ma asta rêxistiniya jinê bilind kir.

Hevala me Pelîn jiyana xwe ya şoreşgerî ya zêdeyî çaryek sedsalê beriya her tiştî bi kedeke mezin û wateyeke kûr ava kir. Ew hevrêyeke me ya pir alî bû ku li çar parçeyên Kurdistanê ji ciwanan heta zindanê, ji siyaseta demokratîk heta dîplomasiYê, ji perwedeyê heta avakirina civakî li qadên cuda yên têkoşîna me li gorî pêwîstiyên şoreşê xwe bi rêk û pêk kir. Weke ku Rêberê me got, bi pîvanên 'Dema dimeşe difikire, dema difikire dike' jiya. Di xet û armana xwe de zelal bû. Di têkiliyan de dilnizm bû. Jineke şoreşger bû ku bi van taybetmendiyên xwe bandor li her kesî dikir, dibû cihê hurmet û hezkirinê.

‘Milîtana serketî ya wezîfeyên zehmet bû’

Hevala me Pelîn yek ji wan hevrêyên me bû ku gotina 'Mirova herî sade mirova herî bijarte ye' ya Rêberê me bi rengê herî bedew temsîl dikir. Ew şoreşgerek bû ku gotin û cewhera wê ek bû. Hevrêyeke Rêbertî bû ku ya dikir ti carî têrker nedidît, her tim hewl dida ya herî bedew, baş û rast bike. Kedekeke hesas bû ku hewl dida her karê xwe bi rengê herî baş bike. Milîtanek bû ku ji bo serxistina şoreşa me ya azadiyê bêrawestandin hewl dida berpirsyariya para xwe bi cih bîne. Yeka rêxistinî bû ku bi hişmendiya bilind a berpirsyariyê, bi çanda partiyê ya ku bi kûrahî pejirandî, bi wijdanê xwe yê civakî yê xurt û hestên exlaqî li derdora xwe timî dibû cihê baweriyê. Perwerdekareke hişmendiyê bû ku ji zarokekî heta bi zanyarekî dixwest ji her kesî hîn bibe, ya ku hîn bûye jî bi hevrêyên xwe, gel û jinan re parve bike. Hevrêya me Pelîn ku parçebûna li ser bingeha sînorên çêkirî ku birîna xaka me ye ti carî qebûl nekir, ji bo avarkirina yekîtiya neteweya demokratîk bi sebir û biryardarî têkoşiya, lewma evîndareke jiyana azad a welatê azad bû. Nefereke şoreşa jinê bû ku ji belavbûna paradîgmaya Rêbertî bi kelecan dibû û hewl dida di navbera jinên Kurdistanê û cîhanê de tora Konfederal a Demokratîk ava bike. Pêşengeke pratîkî, afirîner û hilberîner bû ku pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê di kesayetiya xwe de şênber kir, li hemberî çanda koletiyê ya ku mejiyê serwer ê mêr ferz dike ji bo çandina tovên civaka demokratîk û jiyana azad dixebitî. Ew milîtana serketî ya wezîfeyên zehmet bû.

Şehadeta hevrêyên weke hevrêya me Pelîn ku xwedî hemû hêz, şarezatî û zîrekbûna bicihanîna her cure erkên pêşengtiyê yên serdemê ne, ji aliyê têkoşîna azadiya jinan ve tên wateya windayên mezin. Em dikarin bes bi têkoşîneke mezintir layiqî van windahiyên mezin bibin. Rêber Apo PKK’ê weke Partiya Şehîdan pênase dike. Ev tê wateya şopandina rêya şehîdan a bi gavên baş, rast û azad, mînakgirtina taybetmendiyên wan ên milîtanî û ji bo pêkanîna xeyalên wan pêşxistina têkoşîneke bêhempa. 

Weke KJK’ê li hemberî şehadeta hevrêya me Pelîn û endama Konseya me ya Rêveber bersiva me ya herî mezin  mezinkirina têkoşîna avakirina jiyana azad, tacîdarkirina bi şoreşa jinan û sekeftina teqez a şoreşê ye. Girêdayî vê yekê em di şexsê hevrêya xwe Pelîn de hemû şehîdên xwe dubare bi hez û hesreteke bêdawî bi bîr tînin û li ser rêya wan a ronî soza Rêbertiya Azad û avakirina Jiyana Azad didin."